FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Kurdolog û dostê Kurdan Lazarev wefat kir

10 Adar 2010 Çarþem Saat 20:02

Avesta - Dostê Kurdan û kurdologê ku îmzeya di bin dîplomayên gelek dîrokzanên Kurd de heye, Lazarev wefat kir

Mîxayîl Lazarev çû ser dilovaniya xwe

Zanyar û Kurdologê navdar, doktorê zanistên dîrokî, profesor Mîxayîl Semyonovîç Lazarev li Moskovayê di temenê xwe yê 80 salî da çû ser dilovaniya xwe. Lazaryev tevayî jîyana xwe ji bo lêkolîna pirsgirêka Kurdî terxan kir. Hema bêje tu Kurd nîne, ku navê wî ne bihîstî be. Mîxayîl Lazarev di maweya çendîn salan de serpereþtiya beþa Kurdolojiyê ya Akademîya Zanistî ya Rûsyayê kiriye. Mîxayîl Semyonovîç bi dehan zanyarên Kurd perwerde kirine û ew vê gavê giregirên cîna rewþenbîrên Kurdan in.

M. Lazarev di sala 1930 da ji dayîk bûye. Di sala 1952 da fakulteya Dîrokî ya Zankoya Dewletî ya Moskovayê qedandiye û ji sala 1956 heya naha li Enstîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademîya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetan kar kiriye. Di maweya salên 1970-1975 de li Enstîtuya Welatên Asya û Afrîkayê li gel Zankoya Dewletî ya Moskovayê jî mamostetî kiriye.  Doktorê zanistên Dîrokî Mîxayîl Lazarev weke navdartirîn Rojhilatzanê Rûsyayê dihat nas kirin.

Berhemên wî yên li ser dîrok û sîyaseta navnetewî bûne çavkaniyên bingehîn  ji bo fêrbûna dîroka gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya gelê Kurd.  Berhemên sereke yên M. Lazerev ev in:

«Têkçûna desthilatdariya Tirkan di Cîhana Erebî da (1914-1918)» - 1960; 

«Ereebistana Seûdî piþtî Seûdê»; 

«Kevneþopiyên bingehîn ên sîyaseta derva (1964-66)» ;

«Kurdistan û pirsgirêka Kurdî» - 1964; 

«Emperyalîzm û pirsgrêka Kurdî(1917-1923)»- 1989;

«Kurd :gelek bindest»- 1991;

«Tevgera Kurdî di serdema nû û herî nû da»

«Dîroka Kurdistanê » (li gel Þ. Mihoyî, Y. Vasîlyeva, M. Hesretyan û O. Jîgalîna. 1999 );

«Pirsgirêka Kurdî (1891-1917)» 

Merasîma definkirinê  merhûm  wê di 12 Adarê li Moskovayê bê li dar xistin.

emir shuaivand
oxir be seydaye mezin
bi rasti dema ku mirov buyeren han dibihise hemu lashe mirov diheje, pirin ev sterken chand u rewshenbiriya kurdi ku bi esle xwe ne kurdin, naye baver kirin chavan ev miroven han hemui jiyana xwe fedayi geleki dikin ku di hember kare xwe ne xelateki distinin u ne ji ji boy pereyan dixebitin u mezintirin sermayeya jiyana xwe (jiye/ye) peshkeshi doza geleki bindest dikin, oxir be mamosta eme tu car te ji bir nekin ruha te shad be u gora te pir nur (tirej) .
10 Adar 2010 Çarþem Saat 21:23

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere