FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Heþtê avdarê pîroz nakim

10 Adar 2010 Çarþem Saat 12:49

Evîn Çîçek

.

.

Bi dengên bilind bang dikin

Didanên çeqeri sîs bi kefa qefilî hatine hemêz kirin

Darên xa bi paçên rengîn pêçane

Bi hêrsa salan jur va hilkiþandine

Ez temeþevanim, pir qefilî me

Li kevîya rê de ser kevrêreþ runîþtî me

Bi çar çavan sêri dora xa  dikim

Pêsîra kîp girtî dikiþînim, vedikim

Bê fer mam, çibkim!

Di salê de rok

Çima ro jinan, yan xanimi xatunan ?

Qey camêr hatine qewirandin li rûyê herdê neman?

Çi bû, çutan þûni dem dan?

Jin hember çokirinê, lêxistineye

Bi çavên, gepên misi mor zilma nav malê dibirxîne

Bi berdevkên xa ra xizmetkara bênavîn e

Jin bindest in, hustîxar in

Li sedî pence tên dîtîn weki kêm netevin

Hêla din va karkerên bê pawnot in

Loma salê de tenê li rokê  xadî derdikevin

Li demên din bexeber in

Meþ, ger ku xelas bûn berê xa didin malan

Bilind dibe þîrqî þîrqa daran

Mêr zimêlên qijalik badidin

Destên bi ço li kezîyan digerin

Xastinên xa bi dengêkî qicikdîtinê derdixînin

Biþo, bipêj, qaytêke, bîne, bibe, bide, dayne, rake, tijî ke

Emiri xastin bi davî nabin!

Ez temaþevana heþtê avdarê

Avdar, te pîroz nakim

Bi dilê sar, çavên sor sêr dikim

Weki jinên din bang nakim

Hûr, hûr dibêm, giran, giran deng dikim

Gora min her jin, her mêr hêliya rêveberiya mali welatê xa ye

Mêrê kurmanc dev de dibê azadî, lê dil de diremik xastin tunne

Mêjoy wî da, wekhevî, azadî girtîne, hêsîr mane

Dibê raman bimire, li deriyê min dûr biskine

Ez çibkim ku, xatuna mala min li wan ramanan bê xeber bimîne

Heþtê avdarê çewte, topal e, nikane bibeze

Bar girane, li þuna xa nalive

Çîtîka serê wê de wekhevnebûn diweþe

364 ron desti piþt girtiyên mêran dilîzine

Çima ro mêran tune?

Çima hebe?

364 þevi ro wan ra ne !

Camêrê kurmanc jina malê  re fera xa nîþan dide

Ez mêrê te me

Musikê Cuîyan, Ýshaqê Mesîhiyan, Mihemedê Mihemedîyani me

Tiliyên henekirî li ser qefsingê bigêþîne

Li ber min bi kitana devgirtî, bi juniyên li tirsê sistbûyî biskine

Heqê te tune, nelive, rûnenê

Seba li þêmûgê derbazbunê li xadiyê xa destûrê bixaze

Tu dizanî ez kî me?

Teberika Xadê me

Jinê, kewanî, bermal, qîza xelkê, berdêl, berdest bîrmeke

Xwestinên min yeki yek bike

Mala bavê xa binîda bîrke

Mîsîni lengerê bîne

Ningên min biþo, rind kefke

Bêna qefilandina roya êvarbûyî li bedena min dûr ke

Anê, etê darê li mazîyê dayne paþ dêrî, yan dîwêrda dardake

Ku ew guhdarîya te neke

Qet meskine zu derî koz ke

Kes nikane bibê mêro te ew heq li ku girtiye, wermeke ?

Zilma ku tu dikê hezkirina xaþmayînê wenda dike

Xa kuþtinê re gorê dikolî, xalîyê pîndike

Çavkaniyên omedan diteqîne bilav dike

Nav malê da dujmintiyê re, veþartina xastinan re rê vedike

Ew hevala te ya xaþîi nexaþiyê ye

Azadiya te bi ya wê ve girêdayî  ye

Civatê çengê te li yê  wê badaye

Li sedî nodi pênc kurmanc di wî halî de ye

Qey pîroz kirina heþtê avdarê me re maye?

Dîtinên, ramanên ku zilma nav malê diparêzin zindîne, narizîn

Devên dagirkeri kevneperestên me de bûne wekî sêvên rezî

Ari namûs, edeti toreyên kali pîran

Me re mane bi barên meucî tirîyan

Nav malên me de bûne hustini kêran

Wan nikanî bikê darên ber sêla pan

Bi tîna wan bipêjî teþtek nan

Loma kurmanc gora xelkên bîyanî pir þunva man

Îro jinan nermeyên, kitanên ber devi pozên xa jêr va kiþandine

Rûyên li sêvên sor, gepên li ser pozan wendakirî vekirine

Dibezînin, pildi pilda wane

Diqîrên, bang dikin gewrî zaha ne

« Em roreþ in, me ro nedî, hustixar in

Mali melal, deþti zevî, zavi zêç ser piþta me barin”

Ew hêlmên qerisî di nav lêvên lerzandî de ber didin

Dilop ser henîyên me dicemidin

Dem tune ku seba xa rakin daynin

Merê ku keviya rê da þûn girtiye

Baský zend li saqoy pînekirî kiþandiye

Zikê bê bez pêþ va derxistiye

Nav bêçîyên xa da tizbiyên giloriki panik tenî dibe

Sêri jinan dike, hêla din va lêvan gezdike

Alîkî va zimêlên qeytan badide

Îþlîgê qîþbûyî hurê bi navika çal pêþ va tan dide

Moriyên piþtan giraniyên mêrên kevîya rîyan ranagirin

Ew li heþtê avdarê bêxeber, li rewþê bêzar in

Bangên, diruþmayên jinan wekî qeþmerî, bê arî, bê demî dibînin

Ew koçer in, gundî ne, karmend in, karker in îro guhdarvanin

Jinên ku kef bi dora lêwan ketine berê xa dizivrînin

“Netirsin, netirsin, gavan bavên vê hêlê va verin

We em nêziki meydanan, kursiyan nekirin”

Mêran bi canê jinan namûs xelasi pakiþ kirin

Bi dîtinên kevneperest darvakirin

Em li civatê, li jiyana civatî dûr kirin

Gotin edeti tore ço rakirin

Li ber çavên me perdeyên kurbûnê vekirin

Nav partiyan da, nav rêxistinan da seba xa kursî rakirin

Em kirin bûkên li qijalik, li paçên kevn çêkirî

Loma qîza kurmanc nabînî, nanivsînî, naxûnî

Camêrino, xalîserino, bêbavino, bêziravino, metirsin !

Çima, un li heqberî xa hatina jinan ditirsin ?

Xof ketiye ser we, loma me li karên îdeolojîk dûr dixînin

Bi rastî me xa ra rêheval nabînin

Tama ava azadiyê weki ya berîya paîzê pir xaþe

Çi heyfe ku dilopek bi zimanên we neketiye derik we nayþe

Merê kurmanc tamnegirtîye loma rureþe

Nezano barê xa giran dike, halxaþe

Nizanin, nezanin, loma difirin

Xa li yên dora xa bilind dibînin, dûr digirin

Þevi ro nav gola gumanan da avjenîvan in

Dilerizin, dibizdin

Li wenda kirina  kursiyên xa ditirsin

Ramanên rojane we ra kemîn in

Hêliyan de xa wekî pilingan dibînin !

Polîtîkvanên me mêr in

Dinivîsînin, þîrovan in didarizînîn, qelemþer in

Seba navên xa dibezînin

Jin di rêxistinan de demê tijî dikin

Ava germ yeki yek li mivanan belav dikin

Belengaz yên xizmetê ne, xizmetê dikin !

Civatên serî nêr, hezi jina hustixar dikin

Giraniya, karê jinan di nav civakê de pir zêde ye

Di rêveberiyan de bi tiliyan tên hêjmartin çibkin þun nema ye !

Nayên dîtin, kêm in, pir kêm in

Li rojnaman de, têlevîzyonan de, quncikên bijartî yên mêran in

Lê qîza kurmanc qet nay hêsab kirin

Wekî guharikên guçikan, îngîlîskên tiliyan in

Çutan hûbûne wer diqemlînin

Her didin, her didin barwan in

Avên reþ bikevin junîyan jî nikanin runin, radibin

Xa da bikevin jî nav malan da badibin

Lê hember çi digirin?

Gora kedên xa xadiyên xonçan in ?

Li paþ deriyan, bin paniyan da dîmînin

Weku takekesî nayen hesabkirin

Jin diþixulin, çêdikin, radikin, datînin berdêlan nagirin

Dagirkerên emegên wan firoþkar in

Mêr xadiyên navên mezin in

Yên nav karan da rastiyan dizanin, diþopînin

Îro himik nayên nivîsandin

Bi zanabûn wêdiþêrin

Axayên feodali polîtîk piþta hevidi digirin

Mala min biþevitî rewþê ranagirin !

Hember hiþarbûna jinan çeper in

Jina kurmanc bi cizlawita reþ, bi çîtîka belek diqire

Zaroke ku ber sing da ye heway nagire

Bi bêçîyên  qillêr serê  çiçik  jêr va dikiþîne

Tîbûn zimani pidîyan dizeliqîne

Dudanan li dora lêvan digerîne

Dayik bi helki helka xa çiçik tandide nav pidiyan

Mêrên ser bi kefî bê deng man

Çavên bek dirijîyan

Pildi pilda wane, bi gavên sist fitilîyan

 “Li, lo jin ketine riyan

Ev ramanên xirab li ku hatin, ketin serên wan ?

Me çutan famnekir, em xewa mirinê  da man?

Qey weki berê mêranî ma !

Em ku hevdu neparêzin camêrtî li me dûr dikeve

Çanda çokirinê sudikeve

Meri vir þun va nikanî rehet  rakeve !

Þaþikê serê me badikeve

Jinan gem revandin

Îro wekî mehînên rehwan in

Kele dibirin, destên hevdi digirin

Naha destpêkirine, nû nû fêr dibin

Gilîi gazînan dikin

Devên kîsîkan vedikin

Yên kiniki dirêj li teniþta hev meydanê gav dikin

Li hêrsan baskan radikin

Lo, lo tedarîka xa bikin

Tev da xa pêçane, dest bi dar in

Îro pir eþkereye ku ew li me qaîl nabin

Ducanî ne, piþt bi bar in

Bi çi xiþimê rudinin radibin !

Sêrkin, sêrkin westanê nizanin

Pili pirtî li daran pêçane

Tarîya sibê va li meydana ne

Aþ gênim, jina kurmanc hêrsê  dihêrî ne

Çanda dagirkerîyê tenê îro dibî ne !”

Kî dikane wan çavînî bike

Mêrê ku diqarê, ranagire bi çavên pirsek sêrdike

Taketî xa li komê dûr dike

Hêla qonaxa xa va  dibeze, belengazo lezke !

Nîrkutik bi qehra jinên meydanan tên teqandin

Helpung di piþikan de cîh digirin

Wekî gurîyan xa dixurînin

Bêçîyan ser qefsingan da digerînin

Êþên bîrovan wan dilerzînin

Pilipirtiyên jinan li birînan dipêçînin

Xuraþa destan re melemê nabînin

Teba tune, li qaran, li hersê mînderan dikiþînin

Îþlîgên pêsîr bi qilêr didirînin

Bi tevþîyan goncan dikutin, vir va we va tandidin

Yên ku terin hêla axpînan wekî cangeyên qersê bazdidin

Zibil pîndikin, hildavên, diweþînin

Xa wekî gayên bendsamiyê dibînin

Dor hindik, hindik tê jinan pêþan diweþînin

Loma mer dîwaran hildiweþînin

Jin dibê “ez vî derdî nakiþînim, nasekinim, terim

Nîv mirî me, vir þun va venagerim

Bese, dibaycim, ranagirim

Nav malê de wekî xadimim, bi rastî hêsîr im”

Mêr bi agirê hêrsê nizanî çi bike !

Li qehran nav malê de tere, tê, dibeze, gav dike

Gora wî, jina xirab yên din re çixirê  vedike

Bûyeran pir pir mezin dike

Qîza xeþîm çavên girtî vedike

Ew pêþvaçûyîn mêr li heþtê avdarê bêzar dike !

Ew dixazin seet pir zû rabirin

Bi tariya danê êvarê qîrîniya jinan tê birrîn

Tevzîriya camêrên polîtîk nayê  dîtin

Milleyên jin xa bi dîroka jinan dipêçin

Ramûsandina mêrên xaraxastvan wekî xizara li hesin dihesibînin

Li bin bandora hestên derew da namînin

Heþtê avdarê jin wekî huriyên waran in

Bi piþtên xûzik dayîk buyîniya xa nîþan didin

Zarikên ber singan paþilên xa da digerînin

Yên du salî paþ husti da rudinin

Hin bi hêrsên salan li ber teqandinê ne

Dixazin koma mêran biqewitînin

Jin hilpekîn, hilkiþîn, daketin

Mêr ditirsin, dibên “ew xastvanên civata maderþahin

Zêde nare rêveberiya me diheliþe, em belav dibin”

Jin dixaze bibe necar, hîmên malê gora pêwîstîyên xa dayne

Mozan bi mêran girtîye, tiki tenê mane

Serê hespên belek çîyan va badane

Buka salê pîrikê por hunnekirî ra dibê

“Dapîr pevçunê neke, cîbêyle

Îro mêran aqil qelibandine

Demsala me nêzîk dibe

Xastinên me, þimþata me, ew gêj kirine

Seqem li wan teng bûne

Ramanên rizî mêjîyan da zîl dane

Ew nav baxên Kurdistanê da darên axû yêne

Mafdarî dest wan de nîn e

Xadî guman, bi dudilî ne

Ew ê xa ra hilçinin, daynin loma bêdengi ne

Camêrê kurmanc îro xa sîyarê hespê nabîne

Navbera xa da gotibêjêda ne

Ewê qeydeyên xa, sincên xa cîbeylin

Li quretiyê, kevnjeniyê dûr bimînin

Her ku em gav davên hildikevin

Ew bin barê gunîyan da hildipekin

Li ser darên quretîyê da qij dibin, dadikevin

Nikanin rabin, ser xa da dikevin

Çixa, aþîta agirîyê gildêrî ser wan bîye

Mêrê kurmanc nav kevanokê de maye

Dagirkeran çav kurkirine, sîsik rijîye, teba nemaye

Mêrik der da bin zilmêda ye, mal da axa ye !

Loma xalî li serê me ye

Mêrên me bûne cureyên deþti mêrgan

Bêkesên me yêlxiyên zozanan bûn tikitenê man

Xew nakeve çavên van heta berbanga siban

Gevrîyan da nare parîyên nan”

Camêrê me dibê “Lilo paþ va jine

Pêþ va xalî li serê mine

Hêrsa çavan min ditirsîne

Îro jinan kitani sako avitine

Ar ketîye wana har bûne

Derketine kûçan, qet þerm nakin

Nav rehetîyê da xa ra pirsgirekan amadedikin

Edeti toreyên sed salan serên wana þil nakin

Derdên bê melem pêyda dikin”

Dixwazim bibêm

Apino, birano, pismamino, pisxaletino, mêrino

Dayîkan, dapîran, bavi kalan himik vadivartin

Ambaranda, nav çalan da vêdiþartin

Tasên hinguv, tîkeyên qawirandî, hêla we va tandidan, dikiþandin

Serên þîr seba we hildiçinandin

Qîz temeþevanbûn, rewþê em diqarandin

We parî du hevda daduqilandin

Wan em bi nanê run, dewê tirþ dixapandin

Camêrino, wan himik tandidan nav lêvên weyên rasti xar

Jini qîzan dipat, dikeland we dixar

Tama nanê tisî nav gepên me da dibû veki xalîya li ar

Mastê kevn rivî dikirin  mar

Bermaîyên mêran me ra dibûn xarinên tamsar

Qîzan xa nekir, dayîkan law xemilandin

Dapîran tev de heq dan we, keçan deng nekirin

Hûn qayîl bûn, qîz dilneketî zevicandin

Mezinan xastinên we bi þahî, dengên bilind pejirandin

Seba dili hestên me xa keri lal kirin

Em qîz heqnezan bûn wer nine!

Bê hezkirin vavartin, zevicandin bixaþî mirine

Mezinê malê kefenê  qîza xa bi destê xa distîne tîne

Li ser hespa xemilandî mirinê  ra diþîne

Birano, sebebê bindestîya me edeti tore ne

Em bê çav, bê dili bê  canine

Birayo, pismamo, pisxaltîyo buka ki hezi mêr neke

Derva li hezkirinê digerî,  çavan bel dike

Xastina zava nabîze xa ker dike

Hêvîya  hezkirinê dimîne singi beran li zozani deþtan vedike

Bin sîya tirsê da þevi ro ferq nake

Taldanda, neqeban da mêr dixapîne doxinê sistdike

Li seran serê Kurdistanê  hal ew e  rind fam ke

Kurmanc rastîyên jîyanê dizane xa nebîstî dike

Her yêk hêsîrê civata girtîye dengê xa bilin nake

Xapandina buki zavayan nayne ziman, dengnake !

Ew çanda kevnperest zevîyên me dajo wî halî amade dike

Buk hezi zava, zava hezi bukê nake

Civat merîyan hêsirdigire derîyan kozdike

Buki zavayê bê evîn ser pireyên hevidi xapandinê da demê anda dike

Li vî welatî çend kes bûn gorîyên birai bavan

Çend qîz bûn sewiyên, berdestên, berdêlên malan

Mezinan rê dani we, azadiya aborî bû heqê lawan

Loma ûn bûn berdevkên malan

We gora xastina xa nivîsand

Me belavok piþt kirin, bû ne belavvan

Em bûn barkêþ, qewrêþ, hûn bûn xadî karwan

Em ducanî man, me law anîn

We got “me zeviyên xa rind avdan, ajotin

Genimê îsal pir rinde, libên zêrînin

Berxên ber kozê agirê ocaxa me diþevitînin”

Me qîz anîn we got “dêlik teliqiyan, ya me mê hanî”

Em hev re girbûn, þixulîn, birayên me ûn bûn xadî !

Law meriyên malê bûn, em yên jinbavê, me teba nedî

Her dem em fitilîyan bi hestên biyanî

Edeti tore nav xangi biranda neqeban datînî  !

Hûn nêrin, azad in

Em mê ne, her yek serîk pîvaz in

Ew azadiya çewt serê we bixe ûn bê nîyazin

Em girtiyên we ne

Lê bi dengê bilind bibên ka ûn yên kê ne?

Em darên maziyê ne

Ûn sipîndara ber herxê ne

Her ku dagirker me qir dikin

Em bi hêrs dizên, zêdetir þaxan didin

Le ûn !

Bin barên giran de moriyên piþtên we xar dibin, difirin

Pirsên cihanî bi çavên vekirî  nabînin

Rind sêrkin, li ezman hîvi tav li hevdu pir dûr namînin

Pêwîstî wan dikiþînin

Pirsgirêk ew e, em wekheviyê nizanin

Bi nezaniya salan hevdu dêþînin, dipelixînin

Loma ez heþtê avdarê pîroz nakim

Wê ro mêrên zordar ra dîyarî dikim   



Her hêlê va jin difitilin

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere