FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Li gorî Encamên ne fermî Kurd 63 Kursî bi dest xistine

10 Adar 2010 Çarþem Saat 09:59

Avesta - Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên parlamanê li Îraqê Kurda 63 kursî mîsoger kirine.

Li gor encamên dawî yên hilbijartinan ku ji çavkaniyên PDK, YNK û Goran gihiþtine Rûdawnetê; Bi giþtî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 33 kursiyan dibe yekem qewareya bê rikaber di nav qewareyên Kurdistanê de.

Li gor amarên gihane destê Rûdawnetê Kurdan ji xeynî dengên derve, 63 kursî mîsoger kirine. Kursiyên ku Kurdan bi dest xistine wiha ne: Mûsil 10, Kerkûk 8,  Diyale 3, Silêmanî 17, Hewlêr 14, Dihok 10, Bexda 1.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Li gor çavkaniyên PDKê, di partiyên Kurd de PDK bûye yekemîn û jimara kursiyan wiha ne: Dihok 9 kursî, Hewlêr 9, Mûsil 9 (Digel kotaya Kurdên Þebek ku Mihemed Cemþîd e û rêveberê Þaxê 14 yê PDKê ye), Kerkûk 2, Silêmanî 1 (ku berendamê PDKê li Silêmanî Lane Mihemed Elî bû, di nav beremdaman de herî zêde deng wergirtiye, herwiha dibe ku PDK li Silêmaniyê kursiyekî din jî bi dest bixe), Bexda 1.

Tevgera Goran

Li gor çavkaniyên Goran kursiyên bi dest xistine wiha ne: Silêmanî 6 yan 7, Kerkûk 1, Hewlêr 2 yan 3, Mûsil 1. Goran li gor egera herî baþ 11 kursiyan bi dest dixe.

Yekitiya Niþtimaniya Kurdistanê (YNK)

Li gor çavkaniyên YNKê jî kursiyên ku bi dest xistine wiha ne: "Diyale 2, Silêmanî 5, Kerkûk 4 yan 5, Hewlêr 1, Mûsil 1 yan 2.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Li gor amarên ketine ber destê Rûdawnetê kursiyên Yekgirtû bi dest xistine, wiha ne: Silêmanî 2, Hewlêr 1, Dihok 1, Kerkûk 1. Li gor hilbijartina berê Yekgirtû dengê xwe li Dihokê pir zêde kirine.

Komela Îslamî

Kursiyên ku Komela Îslamî jî wergirtine wiha ne: "Hewlêr 1, Silêmanî 1.

Kurdan bi giþtî 64 kursî mîsoger kirine, lê Kurd bendewar in ku ev jimara han bibe 66. Ji ber li seranserê Iraqê 15 kursî kota ye. Ji bilî kursiyêkî bo Êzidiyan wek kota hatiye veqetandin, egera Kursiyekî ji kotayan wergire heye.

Wek tê zanîn Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ji 11 partiyan pêk dihat ji wana tenê PDK û YNKê karibûye kursiyan bi dest bixin. Lîsta Hevpeymanî 46 kursî bi dest xistine.

Kotaya Xirîstiyanan

Rêvebirê Bajarokê Enkawe Fehmî Metî ku ser bi Lîsta Civata Millî Kildanî, Sûryanî û Aþûrî ye bo Rûdawnetê ragehand: "Ji xeynî mîsogerkirina kursiyê kota yê Hewlêrê, egera 4 kursiyên din jî heye, em li Dihok, Mûsil û Bexdayê wergirin."

Rûdaw

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere