FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Parlameterê AKP Kurt: "Ez têkoþîna bi rûmet ya gelê me pîroz dikim"

08 Adar 2010 Duþem Saat 12:45

Avesta -Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR.EU, dest bi pîrozkirina þahiya Newrozê kir. Þahiya yekemîn, di 6´ê Adara 2010´an de, li Elmanyayê, bajarê Wuppertalê hat li dar xistin

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR.EU, dest bi pîrozkirina þahiya Newrozê kir. Þahiya yekemîn, di 6´ê Adara 2010´an de, li Elmanyayê, bajarê Wuppertalê hat li dar xistin.

Newroz, bi beþdarî û peyamên þexsiyet û delegasyonên partiyên Kurdistanî û yên Ewrupî bi coþî hat pîrozkirin.

Þahiya Newrozê wek her sal bi rêzgirtina þehîdên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Ey Reqîp despê kir. Hezaran beþdarên þahiyê bi yek dengî silav li Ey Reqîp kirin û bi bêdengî þehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.


Sekretrerê PSK Mesut Tek

Serokê KOMKAR.EU Kovan Amedî di axaftina xwe de xêr hatin li mêvanan kir û Newroza Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pîroz kir. Amedî di axaftina xwe de li ser pirsa Kurdî li Tirkiyê û li ser pirsên Kurdên derveyî welat sekinî. Serokê KOMKAR.EU bal kiþand „rêlibervekirina Kurd“ li Tirkiyê û got, ku her çiqas di derbarê çareserîya pirsa Kurd de nêrîn û pêþniyarên KOMKAR.EU´yê û yên AK-Partiyê cuda bin jî, ew piþgirî didin gavên ku ji aliyê hukumetê ve tên avêtin. Amedî da zanîn, ku divê Kurd dûr nesekinin û cesaret bidin hukumetê, da ku ew jî di gav û hewldanên xwe de pêgir be û ji paþ ve gav nevêje. Amedî her wiha giringiya tevxebata hêzên Kurdistanî, têkiliyên baþtirîn di navbera demokratên Tirk û Kurdan û kar û xebatên lobîtiyê yên rêxistinên Kurdistanî ên derveyî welat anî zman. Amedî di dawiya axaftina xwe de careke din Newroza beþdaran û Kurdistaniyan pîroz kir.

Serokê KOMKAR EU Kovan Amedî
Ji bilî Serokê KOMKAR.EU Kovan Amedî, Sekreterê Giþtî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Mesud Tek, Parlameterê Amedê yê AK-Partiyê Abdurrahman Kurt, li ser navê PDK-Iraq Husam Xoþkanî, li ser navê YNK Mistefa Rijdî, li ser navê Partiya Pêþverûyê Demokratên Kurd li Suriyê (Pêþverû) Brûsk Nalî, li ser navê KOMCIWAN Hevserok Hetaw Tek, li ser navê KOMJIN Serok Suna Arslan-Uçar, li ser navê Partiya Kesk Serokê Rexistina NRW Arnd Klocke, namzeta parlamena eyaleta NRW ya Partiya Çep Hamide Akbay, li ser navê Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewrûpa (UETD) Endamê Birêvebiriya Giþtî Zîya Pîr axaftin. Her weha , berdevkê Partiya Çep yê NRW Baerbel Bauermann peyama endama Parlamentoya Federal Elmanya Ulla Jelpke xwend.

Sekreterê PSK Mesud Tek, di gotara xwe de Newroza Kurdistaniyan û beþdaran pîroz kir û weha got: „Agirê Newrozê ya îsalîn hîn geþtir û gurtir e; herku diçe azadiya Kurdistanê nêziktir dibe. Ji ber ku li navçeyê û di warê navnetewî da bayê guhartinê roj bi roj tundtir dibe, statuya dewletên dagirker, ku welatê me di nava xwe da perçe kirine û bersîva daxwazên gelê Kurd yên netewî û demokratik bi tank û top didin, hêdî hêdî têkdiçe. Agirê Newrozê li Kurdistana Baþûr, li Kurdistana Azad bi çoþekê mezin tê dadan. Gelê me li Kurdistana Azad çarenûsa  xwe girtiye destê xwe û dahatûya xwe, bi xwe û bi azadane destnîþan dike. Ku ev yêka palpiþtekê gelek bi hêz e ji bona xebata azadiyê yên beþên dinê ên Kurdistanê. Li Kurdistana Bakûr xebata azadî û demokrasiya gelê me, fidekarî û cangoriya tekoþerên Kurd hêdî hêdî berhem dide. Siyaseta resmî ya Tirk, ku li ser înkar û asimîle kirina gelê Kurd hatiye ava kirinê, têk diçe; hiþyariya gelê me roj bi roj bilindtir dibe. Gelê me bi xebat û fidekariya xwe ve niþan da û dide, ku li ser azadiya welatê xwe, li ser doza xwe ya rewa pêgir e.  Em piþtrast in, ku xebata gelê me li Kurdistana Bakûr serdikeve, ji ber ku agirê Newrozê ne hatiye temirandinê. Îro li hemû deverên Kurdistana Bakûr, li Dersîmê, li Amedê, li Serhed û Koçgîriyê meþxaleya Newrozê li ser destê xortên Kurd geþtir û gurtir e. Îro jî agirê Newrozê, peyam û naveroka Newrozê, ku xebat û yêkitî ye ji bona azadiyê, erkê me nîþan dide, jiyana me ronî dike. Werin em guhê xwe bidine peyama Newrozê, ji bona azadiya welatê xwe dest bidine hevdu û bi hev ra kar û xebatê bikin. Bijî xebata azadî û rizgariyê! Bijî Newroz!“

Endamê Parlamentoya Tirkiyê, Parlamenterê Amedê yê Ak-Partiyê Abdurrahman Kurt bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Kurt, Newroza beþdaran pîroz kir û weha got: „Ez serbilind im, ku îro li vir bi we re me. Ger em îro dikarin bîrên asîtan vekolin, ger îro general tên dadgeh kirin, ev encama têkoþîna bi rûmet ya gelê me ye. Ez silav li têkoþîna we ya bi rûmet dikim. Bi hêviya rojên ronî, berdewamiya têkoþîna we daxwaz dikim.“ Kurt di dawiya axaftina xwe de careke din bi Kurdî Newrozê pîroz kir.

Ji bilî gotaran, Cem Ozdemir (Hevserokê Partiya Keskan ya Elmanya), Hizbî Demokrata Kurdistana Îran-HDK-Î Nûnertiya Derveyî Welat, Serokê HAK-PAR´ê Bayram Bozyel, Kemal Burkay (Siyasetmedar-Nivîskar),  Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Komîteya Elmanya), Nûnertiya Derveyî Welat ya PDK-Bakûr,  Hîkmet Serbilind (Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan-PIK), Lars Ohli (Serokê Partiya Çep  li Swêdê), Arîf Sevinç (Gerinendeyê Giþtî yê Rojnama Dema Nû), Komeleyên Çira (Amed, Agirî, Îstenbol), Prof. Dr. Husên Bektaþ, Nevzat Karakeçî (Berpirsiyarê Weþanxana Deng û Veng), Ozlem Çekiç (Endama Parlamentoya Danîmarkayê), Desteya Bilind a Bingehê Laliþ ya Rewþenbîrî û Komelayetî-Kurdistan- Duhok, Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanya (YEK-KOM), Tilman Zuelch (Serokê Civata Parastina Gelên Di Bin Tedayê De Ne), Þermîn Bozarslan (Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê-FKKS), Munzur Çem (Nivîskar), Þakîr Epozdemir (Siyasetmedar-Nivîskar), Haþîm Saydan (Wênekêþ), Metin Încesû (Serokê Navend ji bo Lêkolînên Kurdî-NAVEND), Yasîn Kut (Namzetê Parlamena Eyaleta Westfalya Bakûr a Rheîn yê Partiya Çep), Yilmaz Odabaþi (Rojnamevan-Nivîskar-Þaîr), Feleknaz Uca (Endama Parlamena Ewrûpa ya berê), Mala Êzdiyan li Oldenburg, Dilbixwîn Dara (Rojnamevan-Nivîskar), Alper Gormuþ (Nivîskarê rojnama Taraf), Sandy Zurikoglu (Nivîskara rojnama AGOS), Rojnama Rûdaw, Aydin Uçar (Serokê KOMKARê yê yekemîn), Sîdar Bîngolî (Serokê KOMKAR-Holanda), Metîn Can (KOMKAR-Avûstûrya) bi peyamên xwe piþgirî dan pîrozbahiya Newrozê.

Siyasetmedar-Nivîskar Kemal Burkay peyama xwe de Newroza beþdaran pîroz kir û weha got: „Gelek dilþa me ku îsal Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO) Newroz wek cejneke cîhanî êlan kîr. Para milletê Kurd di vê yekê da mezîn e, ku bi salan e Newrozê li welat û li çar alî dinyayê bi coþeke mezin pîroz dike, dide nasîn. Bi hêvîya pîrozkirina Newrozê di welatê azad da, di rojên azad da!“

YEK-KOM di peyama xwe de spasiya xwe pêþkêþî KOMKAR.EU´yê kir û hestên xwe weha anî zman: „Êrîþên dewletên dagirker, ji her demê bêtir giringiya yekîtî û hevkariya nava Kurdan jî ferz dikin. Bi hêviya sazbûna yekîtî û hevkariya di navbera Kurdan de cejna Newrozê li we pîroz dikin û we tevan bi rêzgirtin silav dikin.“

Nivîskar Munzur Çem di peyama xwe de spasiya KOMKARê kir û weha got: „KOMKARî, roja sazbîyayiþî ra bi nat, seva ziwan, kultur û nasnameyê ma, seba heqanê demokratîkî karêde zaf hêca kerdo, rolêde tarîxî ardo ca. Sey (jê) pêroyîya welatperwer, demokrat û haþtîyewastoxan ez kî bi nê kar û xebatî keyweþ a, serbilind a.“

Ji bilî peyaman, Eskerê Boyîk (Nivîskar), Ali Ertan Toprak (Sekreterê Federasyona Komeleyên Alewiyan li Ewrupa), Alî Haydar Koç (Nivîskar), Bavê Kamran (Sîyasetmedar), Ali Atalan (ji Patiya Çep ya Elmanya), Beko Topgider (Serokê KOMKARê yê berê), Bekîr Saydam (Serokê KOMKARê yê berê), Kazim Ozdemir (nivîskar), Mustafa Kisabacak (Serokê KOMKARê yê berê), Nuh Ateþ (Serokê KOMKARê yê berê), Roni Alasor (Rojnamevan), M. Þefik Öncü (Rojnamevan-Nivîskar), Suleyman Ateþ (Nivîskar), Mehmet Bayrak (Nivîskar), Yilmaz Çamlibel (Siyasetmedar-Nivîskar), Fettah Tîmar (Serokê KOMKARê yê berê), Fikret Yildiz (Serokê KOMKARê yê berê), Dr. Þukru Guler (Serokê KOMKAR-Berlînê) beþdarî þahiya Newrozê bûn û piþgirî dane KOMKAR.EU.

Di beþa çandî ya þahiyê de jî hunermendên Kurd Þivan Perwer, Mîkail Aslan, Delîl Dîlanar, Chopy, Koma Bajar û Yilmazê Seydo cîh girtin û bi deng û awazên xwe þahiya Newrozê xemilandin.

Her weha komên folklorê yên KOMCIWAN-Elmanya û KOMCIWAN-Swêd, govendên herçar hêlên Kurdistana Bakûr pêþkêþî beþdaran kirin. Ciwan, her weha di geovendên xwe de sirûdên „Herne Pêþ“ û „Kurdistan“ (bi zaravayê Soranî) û strana hunermendê gorbehiþt Aramê Tigran „Newroz e, Newroz ê“ stran. Hêjayê gotinê ye, ku di dawiyê de ji 3 salî heta 10 salî zarokên Kurd jî gul pêþkêþî govendgerên KOMCIWAN kirin û ciwan û zarok bi dirûþmên „Bijî Kurdistan, Bijî KOMKAR û Bijî KOMCIWAN“ dawî li govenda xwe anîn.

Þahî heta derengê þevê dewam kir û beþdarvan, westiyayî lê bi dilekî geþ û kêfxweþ xatir ji hev û ji amadekarên þevê, KOMKARiyan xwestin.

Avesta - Komkar EU

mem ciziri
BÛMERENG:
bumerengên welatê me pirrin,li xwe û yên weke xwe pîrozbin
08 Adar 2010 Duþem Saat 17:12

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere