FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Dîroka 8 Adarê

07 Adar 2010 Yekþem Saat 16:36

Narîn Þêxê: 8 ê Adarê 1857an de li Amerîkayê, li bajarê New York, çil hezar karkerên fabrîkekê ji bo guherandina þert û mercên kar di fabrîkê de dest bi girevê kirin.

8 ê Adarê 1857an de li  Amerîkayê, li bajarê New York, çil hezar karkerên fabrîkekê ji bo guherandina þert û mercên kar di fabrîkê de dest bi girevê kirin. Lê polîsan êriþ birin ser fabrîkê û xebatkarên fabrîkê xistin hinirê  fabrîkê, derî li wan girtin û dora fabrîkê asê kirin da ku karkerên  fabrîkê nikaribin birevin. Agir bi fabrîkê ket 129 karker mirin piraniya wan karkeran jin bûn.

Di merasîma binaxkirina wan kesên di fabrîkê de miribûn sed hezar kes amade bûn.

26-27 ê Tebaxê 1910 de,  li bajarê Danîmarkê  Kopenhaginê, duyemîn civîna jinên ku girêdayî Enternasyonalê, (konferansa jinêne navnetewan) li darket û ji alî seroka Partîa Sosyal Demokrat a Alman Clara Zetkîn ve 8 Adarê, wek biranîna berxwedana jinên ku di fabrîkê de jiyana ji dest dabûn, roja 8 adarê roja jinên kedkarê cîhanê hat  pêþniyaz kirin û ew pêþniaz bi dengê hemû jinan bi biryarekê hate qebulkirin .

Di salên destpêkê de, dema hîn nehatibû kifþkirin, serhildana jinên di fabrîke de sewitîbûn, di rojên cuda de timî di destpêka baharê de dihatin bi bîranîn.

1921 de li Moskoyê sêyemîn konferansa jinan ya navnetewî çêbû.

Di navbera þerê cîhanê yekemîn û duyemîn de li hinek welatan pîrozkirina 8 adarê hate qedexe kirin.

1960 î de li dewletên Amerîka yê yekbûyî pîrozkirina 8 adarê hat despêkirin û ji wir pêde bi þeklekî xurt parastina mafê jinan kete rojevê.

Yekîtiya netewan 16 Dezember 1977 de 8 Adarê wek roja jinên kedkarên cîhanê, qebûl kir.

Tevî wisa jî li Ewrûpa, li Amerîka û li her derê cîhanê jin rastî gelek êrîþên hovane tên, tevî ku gelek zagon hatine çêkirin ji bo pêþî lê girtina þîdet û zilma li ser jinan, her çiqas ne li gorî wek ko tê xwestin jî bin, lê disa jî ji tunebûnê çêtir in.

 Îsal 100 sayliya 8 Adarê te pîrozkirin!

Gelo wê li rojhelata navîn kengî ji bo parastina mafê jinan zagon werin çêkirin, yan jî pirsgirekên jinan wê kengî werin çareser kirin?

Di nav civaka kurd de zagon ji bo jinan tê çi wateyê?

Gelo li ba kurdan mafê jinê, yan jî kesayetiya jinê  wekû însan wê kîngî were qebûl kirin?

ÞÎDET

þîdet çiye? Dema em dibêjin þîdet em ne tenê beþa lêxistinê dikin!

Divê em vê yekê qebûl bikin ku îro roj  þîdeta li ser jinê li hinek herêmên kurdan di asta herî bilind de ye, ne tenê herêmên kurdan lê belê li gelek derên din jî ko kurd lê dijîn.

Rengên þîdeta li ser jinê, da ku em ne wekû qalib bikin gengeþê de, em gerek wê bi nav bikin:

Lêdan, rengê herî eþkere û vekiriye ji þidetê, lê þidet ne tenê lêdan e! Gotinên hiþk, þikênandin, qedexekirin, jibîrkirin, bikaranîn, û nedana maf, hemû rengin ji rengên þidetê ne.

Nevekirina derfetan li pêþîya jinan ,cudahiya dan û standinê, bi kur û qîzê re di malê de, ne þandina keçan ji bo xwendina dibistanê, nêrîna kêm li jinê, çar dîwarkirina jinê, hemû rengin ji rengên þidetê ne.

Pir jinî, zewaca keçkên ciwan bi kale mêran re, berdêlî, qelen, zewaca keçên di bin 18an re hemû rengin ji rengên þidetê ne.

Ji roja keçikek çêdibe heyanî dawiya emrê wê li ser þeklê jiyana wê kesên din biryarê didin, rabûn rûniþtina wê, rengên kincên wê hatin û çûyîna wê, kirîn û firotina wê, ji alyê kesên din ve tê hilbijartin, ji wê pêve, herkes dikare di mafê wê de biryarê bide, tenê ew nikare ji bo xwe biryarê bide.Ev hemî rengên þîdetê ne!

Me xwest em jîyanê par bikin, lê mezel bûn para me!

HOVÎTÎ

Her roj bi dehan jin bi sedama sûcên cûda, bi rengekî wehþîyane tên kuþtin, yan jî cezakirin.

Û her waha rengên kuþtinê jî xwedyê wê hildibijêrin. Ji xêncî wê, her kes rêvebiriyê lê dike, tenê ew rêvebirin ne ji mafê wê ye.

þewitandin, bi saxî binax kirin, bi destê zarokên biçûk kuþtin, li meydanan recim kirin, dehfdayîn ji bo xwe kuþtinê, sunet kirin û her weha çiqas tiþtên li dij însaniyetê hene, li ser jinan hatine bi kar anîn.

Eger civakek bi vî rengî nêzîkî jinê bibe wê çiqas bi serkeve?

Eger civakek wehþetê li ser jinê bi kar bîne wê çawa bikaribe behsa hezkirinê bike?

Eger ew civaka bav karibe bi hêsanî keçka xwe bikuje bira xwîþka xwe û mêr jina xwe, wê çawa aramî têde hebe?

Ger civakek bi vî rengê dijmintayê nêzîkî  hevûdin bibe; wê çawa yekîtî di nav vê civakê de çê bibe?

Ger li hember zilma li ser jinê tê meþandin bê dengî bersiv be, gelo gotina  dê nîvî navê Xwedê,  di nav civaka kurd de hetanî kîjan radeyê tê fêm kirin? ger û ger û ger......?

Lê dîsa jî sedema van êþan tevde jin e, dema ku em dibêjin, jin wek dayîk civakê perwerde dike, naxwe þêweyê xwedî kirina wê þaþ e, ya ku hêwîtiyê dike, ya ku xwesîtiyê dike, jin e. Ya ku dixwaze dilê yekî xweþ bike dibêje xwedê kurê te, birê te bihêle, ew jî jin e. Ya ku dibêje bera canê kurê min û mêrê min sax be, dîsa jî jin e. Ji ber ku mêrê zilim kar jî dayîkekê ew mezin kiriye, merê jinkuj, birê xwîþkkuj, bavê qîzkuj ev hemî dê ew mezinkirine.

Divê Jin di tovê jiyanê de wekhevîtiyê biçîne da ku þîdet ji holê rabe, divê jin tekoþînê bikin, dengê xwe, dilê xwe û hêza xwe bikin yek.

Ew civaka ku jin tê de þîdetê dibîne civakek nexweþ e! Þîrove an jî vekirina vê xalê li gora min, wisa tê kirin:

1- Ew mêrê ku þîdetê li jinê dike ,ew mêr nexweþ e. Li gora pisporên di vê mijarê de: ew girêkên di piskolojiya wî de, wek þîdet têne der.   

2- Ew jina ku ew þîdet li serê wê tê, ji bilî lêdan û êþa fîzîkî, rih û pîskolojîya wê birîndar û seqet dibe.

3- Di malbatê de zarok, an jî kesên din yên ku vê þîdetê bi çavên xwe dibînin; an wê þîdet di hindirê wan de bê afirandin, û wê þîdetê bikin an jî wê ji kesên ku sîdetê dikin nefret û kînê bikin. Û þîdet an jî nefret û kin herdû jî nexwesîyên pîskolojî ne.

Em jî wek jinên kurd di vê roja taybet de degê xwe bilind dikin, þideta li ser jinê þermezar dikin û bang li hemû serok û rêberên kurdan, mêr û zanayên kurdan dikin û dibêjin ev civak bi nîvê xwe azad nabe û hewceyî nîvê dine.

Her waha em bang li hemû desthilatdêran dikin ku parastina jinê ji þidetê tenê di riya qanûn û yasayê de pêk tê. ji ber vê jî em doza nîvîsandin û bikaranîna wan qanûnan dikin û em dibêjin bera wekhevî çêbibe, werin em jiyaneke bi rûmet bi hevre avabikin ji bo xatirê mirovatiyê!

Sed saliya 8 Adarê bi giþtî li jinên cîhanê

û bi taybet jî li hemû jinên kurd pîrozdikim, bijî wekhevîti û ez dibêjim Jin þîroveya jiyanê ye!

Ez jinek Kurd im

Li dîroka min binerin,

êdî min rêpelên bi gemar çirandine

êdî min zincîrên koletiyê þikandine,

ez natirsim, ne ji kedxwaran û ne jî ji malxuyên malan.

êdî ez li pêþiya gel dimeþim,

Ez doh ber mal bûm û îro jî ber welat im.

ez ne tenê jin im,

ez dayik im, ez þervan im, þoreþvan im, þêr im û ez însan im.

Li ser lat û zinaran Bêrîtan im, li Dêrsimê Zîlan im, li Sêwasê Bermal im.

Min bi canê xwe azadî afirandiye,

ez ji salên tarî re bû me Ronahî.

Êdî tarî li pêþya min qediya, ez bû me bûka Medya.

Ez wek teyrê ecelê bi ser dêwekî heftserî de dimeþim,

heyfa û tola jezarê salan bi xwîna xwe hiltînim. 

Ez bûm pîzotên agirê azadiyê.

Min li bejna xwe ya delal û ciwan hêvî pêçane, û jiyaneke bê mirin ava dikim.

Ez bûm bersiva hesret û axîna dilê dayikan,

ez bûm dengê qêrîn û zarîna zarokên ber pêsêran.

Ez bû me ala rengîn, min çiya xemilandine.

Dijmin ji reng û dengê min ditirse.

Ez bû me nîþana berxwedanê,

ez bû me dengê jinên cîhanê

û wek hûn jî dibînin

bû me

Agirê

Newrozê

û mizgîniya

heyþtê Adarê.

Ez bû me bûka Kurdistanê.

Narîn Þêxê

07.03.2010

narinshexe@hotmail.de

Qadir AL-YOUSEF
CEJNE JINE PÌROZ BÈ
Bijí Narîn Þêxê,
Kulílke Kurdistan,
CEJNE we Jine , Dayké Sehíden píroz be, Taybet xebate te, di Helbeste Kurdí de.
Bijí Kurdistan, Daxwaze Kurdan
Qadir
Berlin
09 Adar 2010 Sêþem Saat 12:35
Qadir AL-YOUSEF
CEJNE JINE PÌROZ BÈ
Bijí ROZE KURD,
Kulílke Kurdistan,
CEJNE we Jine , Dayké Sehíden píroz be, Taybet xebate te, di Helbeste Kurdí de.
Bijí Kurdistan, Daxwaze Kurdan
Qadir
Berlin
08 Adar 2010 Duþem Saat 12:38
spas
spassss
pir xwes e ku di ve roje de em gotaren jinan bixwinin
gelek spas ji bo Narin
08 Adar 2010 Duþem Saat 11:53

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere