FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

QIZILQULE GUNDÊ BAVÊ MIN

06 Adar 2010 þemî Saat 12:44

CELÎLÊ CELÎL

Ez ji Bazîdê diçûm Qersê.

Rê ji Bazîdê berbi Qersê piþta çîyaê Agrîyê diçe. Ji vî alî, piþtêva, Agrî pirî bilind nayê xuyakirinê. Lê ji alîyê me, ji alîyê Rewanê, çîya bi bejn û bala xweye Bîblî xuya dibe. Ez divêm "piþta çîyê", çimkî ji alîyê mr ew der piþta çîyê tê hesabkirinê. Ê, meriv jî heq-hesavê xwe, navkirina her tiþtî gorî cîyê xwe, çap û mêyzandina xwe nav lê dike, hiltîne ser zar. Hilbet, alîyê me jî ji bona kurdê vî alî piþta çîyê tê hesabê.

Bi gilîkî. Erdê vî berî bilindcîye, berpale. Rê berpala çîyêva wek benê piþtê lê alyaye.

Meha gulanê sala 1992-a bû. Zozanvan derketibûn zozanê xwe. Li ser rîya me hemû zomê kurda bûn. Gund jî li van doranada hebûn. Belekya berfê zûda kiþya bû jor, lê zomê kurda jê qetyabûn, mabûne jêrê.

 -Çima koçê welatê we tevî belekyê hilnakþine serê çîyê? -min ji hevalekî xwe pirsî.

Wî jî li zozanvanê, ku em lê derbazdibûn dinihêrî. Ser pirsa min beþera xwe tel kir, axînekê rahiþtê û bi kulhalekî bersiva min da:

-Îsal li hemû derê Kurdistanê çîyaê me ber zozanvana girtîne. Hukumet nahêle kurd herine warê xwe. Ditirse ewana alîkarya gêrîla bikin, nan-êmek bidine wan, ji sermê sitar kin. Ji ber wê jî ser rîya çîyê li hemû dera ser rê û pêga qereqolê eskera danîne. Koyqurucîyê kurda jî "maþalla" alî wan dikin.

Xeberdana me hê serhevda nehatibû, kerîyê pêz rîya me birî. þivan pez derxistibûn ser rîya zivtê û ji alîyê çîyê jorva berbirî me dihatin.

 -Dinhêrî? -Tê bêjî bona ku gotina xwe mak ke, hevalê min xeberdana  xwe dom kir. -Awqasî jî rast. Vaye ev kerîyê pêz naka li van dera çi dike? Kerî  gere îdî serê çîyê bûya. Þivan mecbûr zivirandine, vedigerin gundê xwe. Li van jêrana jî warê vala îdî nemane, wekî ji xwera bigrin, hemû xelqê mîna wî girtine. Çêre jî pir nîne.

Em ji kerî derbaz bûn. Rîya me kete rastekê. Herd alîyê rêda jî bergeha cirîdê hebûn. Gundek-dudu li ser wê rastê, dûrî ji rê xanê dikirin. Li rexê rê xelq top bibû, qalmeqalm bû. Ji alîyê gund çend xort û kalemêrekî þivdar di destê wanada dibezyan berbi cîyê qalmeqalm lê. Li vir hineka du xorta ji hev dûr dixistin. Destê giþkada þivdar hebûn. Xuya bû þer îdî sar bibû. Mêrê mezin ketibûn ortê...

Kêfa min hat ez binhêrim, ka þerê bi þivdara çawa dibe? Ji kalamêrê welatê xwe min gele cara  ser þerê þeqedarê bihîstibû, lê tu cara nedîtibû. Bextê min îjar jî neanî. $er betal bibû. Ji dûrva, ji gundê terefekî dinê berbi koma xorta kulfeteke bi emir dibezya. Wê bi dengekî bilind, bi hewar û hêwirze hineka dida xebera. Dengê wê dinya girtibû. Rîya wê birîn, nehiþtin bighîje xorta. Ew pîrejin sekinî, lê devê wê nesekinî. Hema dida xebera. Nifir û çêr bûn, ku ji devê wê dibarîn. Çawa cimet divêje: " Mirîyê hevt sala ji gorê derdixistin". Xuyabû zaruê gundya li hev xistibûn, îjar dilê pîrê bona nefera mala xwe diþewitî. De cegere, kula dilê xwe dirijand.

Em dirêj nesekinîn. Wana jî dît, avtokî xerîb ser rê sekinîye û çend "efendî" jê derketine û li wan sêr dikin, xîreta wana ne bir bivin mesqerê xelqê, rabûn belabûn.

Gava em ji piþt çîyaê Agrîyê derketin ser milê wî, rê pêberjêr bû. Heta hingê rîya me hevraz bû. Ji vir ber me dîdemeke xweþ vebû. Ser bergeha fire deþta Araratê bi germa xwe, bi bax û baxçê xwe pêþya me pervede dabû.

 Ji vî deþtîra em, kurdê Ermenistanê divêjin deþta Araratê, lê kurdê vir divên deþta Rewanê.

Avto gihîþte Îdirê. Em li vir nesekinîn, jê derbaz bûn. Min gelek dixwast Îdir bidîta, lê bivyama mêvan. Min gelek li ser vî bajarî xwandibû, bihîstibû. Îdir jîyana xwe ya berê didomand. Ji minra gotin, têda azerî û kurd dijîn. Berê hukmê azerya zêde bû, dewlet   piþta wana digirt. Lê vê paþwextyê, pey rabûna gêrîla, îdî azerî wek berê xwe zêde nadine pêþ.

Ji Îdirê wekî berbi çîyaê Elegezê dinihêrî, ber pîyê wîda sê qubê "Atomê" têne xuyakirinê. Ênêrgya temamya Ermenistanê bi giranî van hersê sekna atomê didan. Li van salê axiryê xebata Atomê dane sekinandinê. Piþtî erdheja mezin, dewlet û gelê ermenî tirsyan ew biteqe, ya terk lêkeve, de îjar wê zirara mezin bigihîþta temamya milet û erd-welatên derdorê. Ez gele cara çûme Atomê. Atom em ji bajarê ku li dora van hersê quba ava bûye jêra dibêjin. Di vî bajarîda îro gele malê kurda jî dimînin.

Ji Îdirê min raçev kir, bi texmîn, orta Îdirê û Atomê ancax 20 kîlomêtir erd hebya. Ji xwera fikirîm, gelo gava ez ji Atomê li Îdirê mêze bikim, Îdir jî wê ha xweþik bi miva xuya be?

Rîya sehetekê pêþya me mabû, ku em bigihîjine Dîgorê. Avto bi baê xwe diçû. Ser destê rastê, kîlomêtrekî dûrî rê bînayîke mezin û modêrn li nava vê bestêda dihate xanêkirinê. Konstrûksya wê mîna fêrmeke mezin bû, teê bigota cîyê fabrîkayêye. Hesinê banê xênî ber tavê dibiriqîn. Dilê xweda min go: "$ikir ji xwedêra, min fabrîkek li ser erdê kurda dît. Gelo ew kîjan meryê xêrxaz, ya kurdê jêhatî çêkirye?"

-Ew fabrîka çiye? - Bê þik, wekî ew ne fabrîkaye, min ji hevalê xwe pirsî.

-Fabrîka? -Hevalê min serwext nebû. -Fabrîka çi?

Min xanmanê mezin nîþanî wî kir. Vebeþirî. Kenekî îronî hate ser dêmê wî:

-Çima na? Fabrîkaye! Ew girtîgahe. Girtîgaha nûye,  dewletê çêkirye ji bona me kurda! Hê venekirye. Kes nizane kîye ew kurdê nav û deng, wekî wê bive girtîyê vê kela modêrne pêþin.

Kêfa me giþka bi carekêva þkest. Tebyeta rengîn ber çevê me xemirî, þewq û xemla xwe danî. Rastî jî, bedewya tebyetê çirane, gava hemû der li Turkyaê bona me kurda bi stirîne...?

Em nêzîkî Dîgorê dibûn. Navê hevalekî ji Dîgorê bal min hebû. Ez gere bibûma mêvanê wî. Em li Stambolê, li roja vekirina Înstîtûta kurda hevra bibûne nas. Wî gere min bivra gundê bavê min, çend roja jî li min xayîtyê bikira.

Îþaret nîþan dida, wekî rîya Dîgorê ser destê çepê ji rîya Qersê diqete. Me xwe li rîya Dîgorê girt.

Dîgor dûr nîbû. Ew ji rîya Qersê jî dihate xanê kirinê. Bajarî nava dar û berada nixamtî bû. Cîyê wî nimzayî bû, orta du bilindcîyada bû. Cîwarê wî gelekî xweþ bû. Malê dîgorya ser berpala herdu bilindaya û ser rasta orta wana bûn. Dîgor bajarekî ne mezine, navenda qezayêye. Bi heyr-hijmekar ji bedewya cîwarê Dîgorê min li dora xwe dinihêrî. Niþkêva her tiþt ber çevê min reþ bû. Berî ku bikevin Dîgorê, hema tê bêjî ber dergê wî, ser erdê herî baþ dewlet kiribû cîyê eskeryê. Xanûmanê xweþik ji eskerara çêkiribûn, deþt û mêrgê gund, erdê cirîdê kiribûn cîyê êytima eskeryê. Ser çend rêza, herd alîyê rê rex hev tank û pansîrê eskeryê hêwirî bûn. Hawirdorê wî mezîlî giþkî bi têlhesinê derzî alandî bû. Teê bigota ser dergê Dîgorê kilît miftê hesinî danîbûn.

Bi kulhalekî em jê derbaz bûn, daketine nava bajêr. Me kesî nas nedikir. Em ber dikanekê sekinîn û me têlêfon ji nasê xwera vekir. Nasê min ne li mal bû. Bermalya wî bersiva me da, got ku malxwê ji Stambolê hê venegeryaye. Em mane þerpeze û peþmûrde. Çi bikin? Kuda herin? Nasê me li Dîgorê îdî tunebûn.

Li Dîgorê binelî giþk jî ber dilê min þîrin bûn. Bavê min awqas ji minra ser Dîgorê gotibû, wekî binelî ji dûrva miva þirin bûn. Lê çi bikî, me kesî nas nedikir. Em xerîb bûn. Xerîbya me jî dihate kivþê. Yên ku diçûn dihatin li me dinihêrîn.

Dikanek li ser çeta rêda hebû. Xortekî bejin bilind ber dikanê sekinîbû û li me dinihêrî. Me xwe li wî xortî girt û em nêzîkî wî bûn. Me jê pirsî, gelo çawa dikarin herine gundê Qizilqulê?

 Hema çawa me navê gund hilda, beþera xort xweþ bû, go:

-Ez ji wî gundîme. Hatina we þikir xêre?

-$ikir xêre. - Me kîbûna xwe û mena hatina xwe jêra got. Wî gelekî þa bû, go:

-Ezê bi wera bihatima gund, lê kes ber dikanê bimîne tune. Xem nekin, ezê rêberekî bi wera daynim we bive Qizilqulê.

   Kursî danîn, em li dukanê rûniþtin. Ji wê navberê du-sê deqe derbaz nebibû, çend xortê dinê jî civyane dora me. Ewana xizmê xwayê dikanê bûn. Çay jî derengî neket. Rohilatêda dukan qet bêy çay dibin? Çayçêkir mîna karya ji hev zêde dibin. Li ku dukan vedibin, li wêderê jî çayxane vedibin û xizmetçîyê ber çayxanê çaya xwe dikan bi dikan digerînin.

   Zûtirê rêberê me jî hat. Me xatirê xwe ji xwayê dukanê û xortên dilovan xwast û em bi rê ketin.

   Careke dinê em derketin ser rîya Qersê. Li vê carê, nêzîkî kîlomêtrekî em paþda, berbi Îdirê hatin û ser milê çepê ji rê dageryan. Me rîya gundê Qizilqulê da ber xwe.

   Ew rîya gundê bavê min bû, gundê li kîderê bavê min ji dayka xwe hatibû li dinya ronik, gundê kalkê min bû. Bona min ew gundê bavê min bû, li ku wî zarotya xwe derbaz kiribû, lê bona wî jî ew gundê bavê wî Celîl bû, hêwra kesera mezin. Bavê min, bavê xwe Celîl bi gundê Qizilqulêva li bîr danî.

  Sebeba wê hebû. Li salên  þerê cihanêyî pêþinda (cimet jêra divê salên seferbêlûkê), gava qizilqulya gund-gundîtî revyan, bavê min  hingê bavê xwe û hemû neferên mala mezin unda kir û tenê ma. Gava  Qizilqule îro heye, zêndîye, dêmek hesêvankî neferê mala wî jî jêra zêndîne, Belê zêndîne bi xîyalî, li bîranînê wîda.

   Qizilqule li pêþya me bû. Li piþt wî, ji dûrayê çîyaê Elegezê dihate xuyakirinê. Orta wanada xeta sînorê herdu dewleta derbaz dibû. Ji ber vê xetê bavê min eva îdî bû 70 sal ji wî berî, hergav tê li ber vê xetê disekine, alîyê gundê xwe dinihêre û nikare derbaz be, here bigihîje gundê bavê xwe. Wî salix sulixê gundê xwe bi rîya Awropaê distand. Qizilqule bi mezîl nêzîk bû, lê belê, dûr bû bona gihîþtinê.

   Ax, ew sînor, çiqas yazîyê merya nîvcî hîþtine? Çiqas bext û miraza ji hev qetandine? Çiqas bav û kur, dê û qîz ji hev xerîb kirine. Çiqas, çiqas... Ne ew sînorin, wekî welatê me perçe-perçe, bir-birî kirine, me kirine kurdê Îranê, kurdê Îraqê, kurdê Turkyaê, kurdê Sûryaê. Tê bêjî em kurd milkê bavê wanin, milkê xelqêne. Lê ka ku ma Kurdistan?

   Qizilqule nêzîkî sê kîlomêtira ji rîya ziftê, ji rîya Qersê dûr bû. Rîya gund ne xirab bû.

   Roj roja baharê bû, baran tunebû. Dora rê temam çayîr bûn, mêrg û zevî bûn. Erdê ha alîyê meda jî heye. Gava ji Rewanê  berbi nehîya Telînê diçî, li berpala çîyaê Elegezê erdê gundê kurmancîyê temamî wa xweþin, erdê çîyayîne. Lê ev erd û xalî, xalya Qizilqulê, li ber çevê min baþqe dihate xanêkirinê. Axir, gelekî xweþik bû.

   Ez naka, gava hine dem îdî ji wê rêwîtya min derbaz bûye û bîranînê xwe didime kaxazê, ez teze serwext dibim, çima ew der hewqas ber dilê min þîrin bû. Ne axir bavê min tim û hergav pesnê gundê xwe daye, pesnê çol-banîyê xwe daye, gotye, cî warê wek gundê wan xweþik û rind li darê dinêda tune. Min ji gotinê bavê xwe bawer kiribû. Min zanibû, bavê min timê rast divêje. Îjar jî gotina bavê min rast bû. Ma ji cîyê ku meriv zarotya xwe lê derbaz kirye, ji wî cîyî baþtir cî li dinêda heye?

   Qizilqule him gundê bavê mine, him jî gundê dîya mine, gundê herdu kalikê mine. Gundê wana dinêda yeke, Qizilquleye, ew jî wê çawa rind nîbûya?

   Ez divêm rinde. Kî bawar nake, kerem kin herin bi xwe, bi çevê xwe bivînin. Herin erd-xalyê Qizilqulê, cew-kanîyê wîva bivine nas, ser van cîya bi çevê bavê min lê mêze bikin, bi dilê bavê min qebûl bikin, ka îjar werin û  bi bextê xwe gilîkin, ez rast nînim? Gundê usa qet li dinêda  cîkî mayîn heye?

   Bavê min zaro bûye, 8-9 salî, gava binelîyê Qersê, kurdên êzîdi bi giþtî ji ber eskerê Kazîm Karebekir-paþa revîne, xwe ji qetlê xilas kirine.

   Gund, rev, xelayî, êtîmî, hertiþt li bîra bavê minda zelal û sade mane. Emrê wî îdî 85 sale, tu jê ser kevir-kuçkê gundê wî bipirsî yeko-yeko wê ji tera bêje. Tu jê ji tiþtê duh na pêr  bipirsî, tiþtekî li bîra wî nayê. Tîne bîra xwe bêdera gund, zinarê hafa gund, çawa zaro ber sîya wîda rûdiniþtin, herdu aþê gund, yên ku bi ava xurt digeryan, çemê ku li binya gundva dikiþya... Çiqas car wî tevî zaroê gund ji germa havînê çûne xwe li avê xistine û hênik bûne, mesî girtine? Digot. „Mesî awqas pir bun, wekî me bi sela digirt.“ Lê newal û kendalê dora gund, meydana cirîdê?... Hemû, hemû di bîrêdanin. Bavê min ser gundê xwe ewqas ji mera gilîkiribû, wekî em zaroê wî dîdema gund, çem û zinar, çayîr-çîmanê wî, der û doran me bi xîyalî îdî nas dikir, þikilê gund me  dida ber çevê xwe.

   Ez berbi wî gundî diçûm, berbi Qizilqulê, gundê ku bê dîtin min ji zûva ew nas dikir. Lê naka min gele dixwast, wekî ew þikilê xîyalî îro rast derketa, tu tiþt ji rastyê kêm nîbya, wek gotina bavê min derketa.

   Avtoa me baê xwe kêm kiribû. Kortê ser rê gelek bûn. Em çiqas nêzîkî gund dibûn, ewqas heybeta dilê minda zêde dibû, mocê dilê min ser hevda  rabibûn û ew bi xurtî dikuta.

   Berî bigihîjine gund avtoa me sekinî. Newalekî berfire navbera me û gundda hebû. Ji vir min çend cara dîdemê gund bi kamêra xwe girt. 

   Gund dûrva ji minva awqas jî nas nehate xanêkirinê. Ji minra xerîb bû. Min berê xwe guhast, piþta min kete gund. Pî? Ne ev tebyet ji minva nase? Eva girê pêþberî gunde, eva jî rîya çivaneye, ev jî meydana cirîdêye... Ne axir ev hemû min zûva dîtye, min bi gotina bavê xwe dîtye. Vaye  çemê gund, vane herd aþê gund... Min fem kir. Bavê min timê, gava ji mera ser gundê xwe gilî kirye,  dor û bera gund ji mera þirovekirye, wî timê bi xîyalê xwe li gundda  cîkî sekinîye û li tebyetê mêze kirye. Ji vir, ji gund,  dorber di bîra wîda mane.

   Ev tiþtekî raste. Merî gava ji gundê xwe xeberdide, divêje, fêza gundê me çawa bû, di binya gundda çi hebû, ser destê rastê, ya jî ser destê çepê çi hebû, wê demê ew ji gundê xwe dernayê, dinya dora xwe ji gundê xwe dipîve û ew der li xelqê dide naskirinê. Ew her tenê xerîb dikarin dûrî gund bisekinin û ji tebyeta dora gund xeverdin. Lê zaroê gund, biçûkê nava gund? Heger ne gund, îdî wê ji ku li dinê binihêryana, li tebyeta dora gund mêze bikrana?

   Dêmek her tiþt ji vê navenda nava gund ji bavê mira hatye xuyakirinê. Þaþî þya min bû. Ez gere biçûma nava gund cîyê ku wana, zaroê gund hergav lîstine, bidîta, wê derê bisekinyama, li dora xwe mêze bikira û îjar destê çepê û destê rastê ji hev derxista, gundê bavê xwe û dorbera wî nasbikira.

   Min usa jî kir. Min ew cî dît. Li fêza gund bû. Berpaleke xweþik li binya zangada hebû. Zang bi dirêjaya gund, fêza wîva derbaz dibû. Bilindaya zangê pênc-þeþ mêtir hebû. Xuyaye gundî timê xwe dane ber sîya wan zanga, yan jî hema rabûne ser zanga. Ji ku bergaha fire û berfire vedibû û ber bahê hênik ji wê jorayê temaþeyî gund û dorbera wê kirine, ava çûna rojê kirine, dua dirozgê xwe yên êzdîtîyê ber Þemsa pîroz kirine û tevî nazilbûna tarîbarê, bi dilekî aram vegeryane malê xwe. Ew berpal hema usa  dihate xarê, heta digihîþte newala ku çema binya gund, "Ava mezin" lê diksya. Gundê Qizilqule ser wê berpala fireh hêwirîbû. Ji çemê Qizilqulêra ez divêm  "Ava mezin" çimkî têrave, beraya wî çar-pênc mêtro heye. Ceweke biçûk bi beraya mêtrnîvekê  li ber gund ji wî diqeta tê û ji nava gund derbaz dibe. Ava vê cewê beraþê herdu aþê gund gerandine.

   Rîya me bi çivane  diçû berbi newala pêþya gund. Berî ku bikevî nava gund, divê "Ava mezin" bibirî derbaz bî. Ava çêm cîyê ku rê dibire bi bela dikiþe û av pir kûr nîne. Ji ber vê jî pira ser tunebû. Em mecbûr bûn bidana navê  û derbazî alîyê din buyana. Min ji rêberê xwe pirsî:

   -Lê pira gund kanê?

   -Piraê çi? -Ewî bi ecêbmayî bersiva min bi pirsê da. -Pira kengê hebûye? Timê jî ha bûye.

   Ez metal mam. Lê dewlet çi difikire? Naxwaze çêke? (Ez jî ecêbim. Ma bona kê çêke? Bona kurda?)

   Min dora xwe nihêrî, qet þopa kelefê lengerê pira jî nedihatine xwanêkirinê. Pira ji berê-berêda tunebûye. Erebê gund hatine, ga, hesp çi hebûye dane nav avê û derbazî alîyê dinê bûne. Peya jî, xuyaye ser kevirê pane nav avê gav dane derbaz bûne. Hilbet gela cara jî bar li serê piþta xwe... Lê îro? Erebe ber çevê min ne ketin. Gundda dûrva avto dihatine xanêkirinê. Dêmek, avtoyê dîgorya, qizilqulya jî mîna  berê, wek erebê gê, xwe berdidine nava avê û derbaz dibin?

   Çara wan çi bû, wekî ya me çi bûya? Me jî da nava avê û em derbaz bûn. Baþe avta me av bernedida. Nêzîkî nîv mêtroyî avto qunî nava avê bû û bêminet lêxist  derbaz bû. Divek hevalê me jî, yê avto dajot, mîna min dilê xweda þikber bû, gelo avto wê karibe avê xilas ke. Xwedê piþtovanê me bû. Tenê ew kêm bû, em orta avêda bimînin, gundî bên hewarya me û em bivin robet, pêkenîna gundîyan. Gundî hema tiþtê usa digerin, wekî ser bajarvana bikenin, îjar bêjin "bajarvanê feqîr ne xercê gundanin. Ewana ne li çîya, ne jî li deþtê karin sitar bin". Em bê qezya rûspî ji avê derketin.

   Rê hema ji avê xilas dike, rexê wîda, ser destê rastê aþek heye, aþa xirabe. Min aþ nas kir. Eva aþa Teyo-begê bû. Bavê min besa vî aþî gele cara dikir. Bi dirêjaya gund rê hema navra dibire diçe heta serê wê.

   Me avtoa xwe li nava gund da sekinandinê. Gundda meydan tunebû. Em li ser rê cîkî usa sekinîn, wekî paþê karibin berê avtê bizvirînin.

   Gundî ji dûrva îdî em dîtibûn. Texmîn kiribûn, wekî ew avto ya xerîbane. Çend mêrê gund ber sîya xanîkî kom bibûn. Gava em ji avtê derketin, ewana berbirî me hatin. Wek edetê berê, xêrhatina me xwastin, pirs û silavê herrojî dane me. Wê navêda ji pala jorê hine xort û mêrê navser, ku li ser zinarê fêza gund rûniþtibûn, ewana jî berbi me berjêr hatin.

   Hevalê min dît, ku gundî bi çevekî ne amin li me dinhêrin, çimkî nizanibûn em kîne, bona çi em hatine gund, got:

   -Ev camêr,-û bi destê xwe ez nîþan kirim,- ji dûrva hatye, mêvane. Ji wî berî sînor hatye. Ay, hema ji ber pala çîyaê Elegezê, ji Rewanê hatye, gundê bavê xwe dipirse, dixwaze mala kalkê xwe bibîne.

   Gundî pey van gilya dora min girtin. Yek ji wana pirsî:

   -Dêmek bavê te  ji vî gundîye?

   -Belê, ji Qizilqulêye,- min bersiva wî da.

   -Bavê te kurê kêye,- bi þarezetî wî pirsa xwe dom kir.

   -Navê bavê min Casime, kurê Celîle, Celîlê Osê.

   -Belê...,- wî got û dengê xwe birî.

   Dîalog orta min û gundya êmê deqekê hate birînê. Wî camêrî, yê ku ji min pirs dikirin ketibû nava mitala. Paþê serê xwe bilind kir û xeberdana xwe pêþda bir:

   -Ji gundyê berê kes li Qizilqulê ne maye, yê berê hemin gund-gundîtî  revîne. Pey wanara em hatine û li vî gundî, li gundê doranê hêwirîne. Em ji ku zanibin, ka kîjan mal ya kê bûye.

   Li vê navêda gundîkî dinê tevî xeberdana me bû:

   -Tu ser çevara hatî. Qe welatê weda çi heye? Cimet çawa dijî? 

Me jî pey þerê ûris û Romê ji wî berî avê, ji dora Elegezê gundê xwe hiþtye û em hatine li vî topraxî sitar bûne.   

   Pirs û gotinê wana min ji xeberdana ser Qizilqulê dûr dixistin. Min bersiva wana bi kurtî dida û careke dinê vedigeryam ser gotina xwe.

   -Ez hatime mala kalkê xwe, mala bavê xwe bivînim, ka kîjane? Bi kerema xwe nîþanî min bidin.

   Xeberdan orta min û gundya ser van gilya dihate birînê. Hê li Dîgorê, dikanêda xortekî ji Qizilqulê ji minra got, ku wana gundda timê radyoa Yêrêvanê digirt û guh lê didan, serhatya bavê min gele cara bihîstine. „Tu here gund, gundî wê mala bavê te nîþanî te din, qe xema nexwe, arxayîn here,- wî minra got. Lê naka gundî xwe ker dikin, kes xwe lê nake xayî.

   Ez dîsa vegeryam ser pirsa xwe:

   -Ka li gundê weda kalemêr kî heye? Ez dixwazim mala kalkê xwe nas bikim.

   -Ê, ka gundda kalemêr kî maye, wekî van gilya zanibe?- yek ji gundya hema usa bêteref xebera min birî. Bi vê gotina sar ewî xiþûþ avîte dilê min.

   Min çiqas dixwast gilyê xwe pêþda bivira, ewana awqas jê dûr diketin. Min xwast ez alîyê wan bikim, îþaretê ku bavê min ser mala bavê xwe ji mera gotibû wanara hewil dim.

   -Bavê min divê, wekî cewa gund ber mala wanra derbaz dibû...

   Gava vê gotinê min kir, yekî hema ji destê min girt, go:

   -Cewa tu dibêjî ber mala minra jî derbaz dibe. Dibe hema ewe mala bavê te?

   Camêrî ez ji komê qetandim û berbi mala xwe birim. Mala wî dûr nîbû. Ewî bi dilxwaþî hewþa xwe, navmala xwe nîþanî min kir û pirsî:

   -Hi, eve?

   Minê çi bigota? Hê rêva, gava ez berbi mala wî diçûm, þik îdî dilê minda hêwirîbû, gelo eve mala kalkê min? Ew xiþûþ dîsa naka jî dilê minda hebû.

   Rastî jî cewê gund ji ber mala wîra derbaz dibû. Ê ma cew hema tenê ber mala wîra derbaz dibû? Hilbet na. Xwayê malê gele dixwast, wekî min mala kalkê xwe nas kira û bigota "Erê, eve!"

  Hewþ û navmalê gelekî paqiþ bûn. Xuya bû kevanya malê destemel bû û ji paqiþyê hiz dikir. Ji sivderê em daketine oda mezin. Piþtî odê xênî bû. Oda vê malê gelekî balkêþ bû. Nizanim malê qizilqulya giþkî usa bûn, yan na, lê li alîyê me, Ermenistanê xanîyê gundyayî kevin ne usa bûn. Banê vê odê qube bû, ortêda kulek hebû. Qube ji bilindaya 3 mêtroa destpê dibû û bi darê þimþat, bi rêz, wek pêpeling  xaço-paço diçû jor, heta ber devê kulekê. Destê hoste necar lê ketibû. Li hawîrdorê dîwarê odê, ji erdê bi bilindaya piþtekê bi darê rût û þimsat tiraþkirîva bi rêz wek çîtê çipixî hatibû bergirtin. Tiþtê usa min cara pêþin didît. Li welatê meda banê odê berê  pen bûn, ne bi forma qubê, her tenê li ber devê kulekê hinekî kûr bû.

   Feyde ji banê bi qube gelekî mezin bû. Gundîk ji minra þirovekir, wekî li odê bi banê qube dû çêtir dikþe. Dêmek ew fûnksya dûkêþkê diqedand. Ode bi xwe gelekî orgînal bû. Hûrmûrê odê, her tiþt di cîyê xweda bû: kulav, doþek, belgî ser erdê raxistî... Kêfa merya pê dihat. Temizaya malê bêqisûr bû.

   Êmê 10-15 deqe em li odê man û min rind lê mêze kir. Em jê derketin, lê ew mal ber dilê min gelekî þîrin bû. Ez çi zanim, gelô  ew mala kalkê min nîbû?- Tiþtek bêþik bû, wekî ew ji ocaxek bû wek ocaxa kalkê min, ku xudîyê wê tevî nefera xwe ocaxa xwe  hîþtibû n ji ber zulma Roma reþ banzdabû. Çi firqî ew mala kê bûye?

  Min xatirê xwe ji malê û nefera xwest û em d1isa vegeryan nava komê.

Cimet zêde bibû. Gundî tevî hevalê min sohbetekî xweþ despê kiribûn. Gava em vegeryan, gundîkî dilovan go:

   -Va mala min nêzîke. Kerem kin em herine mala me, perî nan bixun.                   

   Wî dît wekî em nana dikin, naxwazin zehmetê bidine wî, dixwazin îdî rêkevin, bi xeyd go:

   -Qet na dewê gundê me tem kin? Bê nan û av hûnê çawa ji gund derên?

   Dew tiþtekî baþe, me nana nekir. Dewekî xweþ anîn. Her yekî me du-sê kas vexwarin. Îjar min pirsa mala bavê dîya xwe kir:

   -Dîya min jî ji vî gundîye, navê wê Xanime, qîza Cindîye. Bi eslê xwe jî ji bera çîlane, bavê min ûtîye.

   Ser van gotina tê bêjî teze zêna gundya vebû.

   -Erê, raste. Qizilqulêda mêrê mezin gilî dikirin, êzdîyê ji qebîla sîpkanyê diman, gundî ji du berê wan bûn: çîlya û ûtya,- yekî gotina min mak kir.

   Bona ku qet na mala dîya xwe ez bivînim,  min go:

   -Oda kalkê minî Cindî jî hebûye.

   Wekî oda bavê dîya min hebûye, ew yek rind di bîra minda mabû. Dîya min timê bona ku mala bavê xwe himberî mala bavê bavê min kêm neke, de çiqas jî nebe gundîyê hev bûne, timê digo: "Di gundda oda giþka tunebû, lê oda bavê min hebû." Bavê min jî, wekî ber dîya min neþkê, timê pesnê hespê bavê xwe dida. Navê hespê wî Nîgar bû. "Hesp rûspîtya mêrane",- cimet gotye, bavê min jî tim sîyarya bavê xwe danî bîra xwe û pê kubar dibû: "Kes di gundda wek bavê min  xwe li ser piþta hespê nedigirt",- wî digot.

   Hilbet, di bîra zaroê 8-9 salîda ev yek tiþtekî gelekî mezin bûye, loma jî wî timê vê yekê danî bîra xwe. Ser besa odê yekî ji gundya go:   

   -Malekî çîlya, divên li paþwextyê hatibû gund, wî mala xwe li taxa ûtyada, a, va ser vî milî ava kiribû,- ewî zivirî ser milê xwe û xanîkî li jorî gund nîþanî min da, go,- divêjin ji çîlya her tenê ew mal xwayê odê bûye. 

   Mala ku wî nîþanî min kir, xanîkî kevirî bû, dora sed mêtrî ji me dûr, ser bilindayîkê hatibû çêkirinê. Kulfetek ber dêrî bû, kincê zaroyî þûþtî radixistin.

  Hinêkî pêþda çûm, nêzîkî wê malê û min þikilê wê  girt. De, kî zane, te dît hema eve mala kalkê min? Dilê min ser wê malê germ bû. Ez hîvyê bûm mêrek ji wê malê derê û me gazî hundur ke. Lê kes derneket û negot, kerem kin werine malê. Xuyaye, mêrê malê ne li malê bûn.

   Em þûnda zivirîn, me xatirê xwe ji gundya xwast û berbi avta xwe çûn. Cimet bi mera heta ber avtê hat.  Nav wanda xortek hebû wekî ji giþka bêtir bi dilovanî nêzîkî min dibû, go:

   -Apo, lê qet temîyê te ji mera çi heye?

   Gotina wî gelekî xweþî min hat. Min jî hema bi dengekî bilind, ku gundî giþk bibhên, go:

   -Di rîya xwedêdabe, muqatî zimanê xwe bin, zimanê kurdî unda nekin. Min dîtye bi xwe jî bihîstye, gele cîya dewsa zimanê kurdî zimanê turkî cî girtye. Ez bextê weme, hûn jî wê rûreþyê neynine ser gundê bavê min.

   Min dît gotina min bi dilê wana bû, beþerê wana xweþ bû. Ez bawarim kêfa wana ji ber wê hat, çimkî zimanê kurdî nava gundîyada kêm nebibû. Tirsa wana ji vê yekê tunebû.

   Seva wê ez ji qizilqulya gelekî razîme. Bira di gundê dê-bavê minda zimanê kurdî qet kêm nebe, her xurt bimîne. Ew keser, ku dilê dê-bavê minda ser gundê wanî kurmancîyêda maye, bira neþkê, ji wanara nebe derd.

   Me xatirê xwe ji gundya xwast û em rêketin. Vegerêda kêfa min ne wek ê berê bû. Min malê herd kalkê xwe jî bi pakî nas nekir.

   Rê îdî ji gund derdiket, em dîsa sekinîn, ez ji avtê derketim,min car din baþ bala xwe li gund da û xatirê xwe jê xwast. Min jêra negot "De ma xatirê te, îdî em hev nabînin". Min jêra got "De ma xatirê te, heta gava dinê em hev bivînin".

   Îjar gund ber çevê min bi rewþekê baþqe  dihate xanê. Ser destê rastê, li dawya gund aþê gunde dinê  nava darada dihate xanêkirinê. Dîhar bû, ew kelefe nîbû. Eva aþê Mêlîkê ermenî bû. Ew der jî cîyê gera zaroa bûye.

   Me "Ava mezin" birî, em îjar jî serfinyazî jê derketin.

   Hevalê min texmîn kirin, wekî kêfa min ne ya berêye. Min ji wana veneþart, got sebeb çîye. Îjar avto dane sekinandinê û bi têra xwe dikenin. Ez li wan dinhêrim û tiþtekî ji wana fem nakim.

   -Zanî gundî çima mala kalkê te nexwastin nîþanî te din?

   -Çima? -Ez ecêb mam. Dêmek, zanibûne û nexwastine ji minra bêjin? Sebeb çîye? Min çi xirabî ji wanara kiribû?

   -Na, na, xema nexwe, tiþtek jî tune,- fikrê min hevalekî min xwand û derpêra xwast berbirî min bê. -Îjar bibihê sebab çiye. Gava tu çûyî mala mêrik û em li vir man, yek-dudu ji gundya ji me  pirsîn, dixwastin  pêbihesyana gelo rastya hatina te çiye. Gotin: "Heye, tune, tapya bavê wî heye. Tapya bavê xwe anîye hatye, dipirse, wekî mal ji destê me bigre". Me got, Xwedê ji we razîbe, mêrikî merîkî xwandîye, navê wî heye, mala wî li bajarê Rewanêye,  ew li welatekî baþqeda dimîne, îjar wê hewceyî mala gundê we be? Tiþtê usa tune.“ "Na, na,-yekî dinê got,- ne tapûye. Heye, tune zêrê bavê wî hene, wexta revê li vir cîkî veþartine. Hilbet cî zane, îjar hatye, dixwaze cî tesbît ke, wekî paþê bê derxe ji xwera bive here."

   Hevalê min hema gotina xwe xilas kir, îjar min despêkir ez bi têra xwe dikenim. Hema bona vê yekê gotine, "Bizin derdê serê xwe, pîrê jî derdê bezê bizinê". Derdê min çi bû, fikra min li ku û fikrê gundya li ku?

   Gava qizilqulya  dixwazin rastyê bizanibin, ezê ji wanara rast bêjim.

   Tapû, zêr, tiþtê usa ne hene, ne jî bi fikra miva derbazbûne. Belê, xezna bavê min li Qizilqulê hebûye û veþartî nîbûye. Ew kurdîtya gund bûye, ku li gundda hatye parastinê. Ez wê kurdîtyê, wê xiznê ji gundya dixwazim.

   Îjar bona tapûyê jî bêjim. Ez soz didime gundya, heger ewana kurdîtya xwe, zimanê xweye kurdî, stran û dîlanê kurmancî ji Qizilqulê kêm bikin, sozê mêrê berê be, tapûya malekê na, tapûya temamya gund ji binê erdê jî be, ezê derxim û bêm dewa gundê bavê xwe li ser wana vekim, dewa gundê, ku bavê min li zarotya xweda hiþtye û malêva revîne, gundê, ku têda govenda mezin gerandine, hevt roj û hevt þeva def-dewat kirine, mêr cirîdê lîstine, dengê bilûrê ji devê þivana kêm nebûye, qîz û xort sibê heta êvarê strana gotine, odada êvar-êvar çîrok û stranê mêranyê gotinê. Ezê dewa van tiþta ji wana bikim. Eve tapûya bavê min. Gava hertiþt di gundda cîyê xweda be, mal jî, gund jî pêþkêþ û xweþ helalî wana be. Her tenê belkî carekê jî ez bêne mêvanya wana. Ka kî wê  min qebûl neke?

   De ma xatrê we gelî qizilqulya. Xatrê te Qizilqule, heta careke din em hev bivînin.

   Bizanibin! Koka mine kurdbûnê li Qizilqulêdaye. Ez naxwazim koka xwe unda bikim!

                                                    13.10.1992

                                                                                                           Vîênna -Awstrya

                                                 

 

    Paþgotin.

    Dîvê naka, pey hîjda salên derbazbûyî ji seredana mine Qizilqulê,  ez wê jî serda zêde bikim:

    Belkî hê li bîra gundya maye, gava minê xatirê xwe ji wana bixwasta, ez qûz bûm û min kulmek axa gund hilgirt û bi xwera bir Yêrêvanê. Ew ax wek tiberk min xway kir heta sala 1998 heyþta, gava bavê min Casimê Celîlê Osê nod salya xweda xatirê xwe ji me û ji dinya ronik xwast û çû ber dilovanya Xudê. Min ew axa Qizilqulê pêra veþart.

     Hîvî û bawarya min mezine, ku kesera gund îdî di dilê bavê minda nemaye.

Eichgrabên. Austrya 01. 01.  2010

jalilejalil@yahoo.com  

Tahir Sileman
Çima ne SORGUL-lê Qizilgul,
Slav mamoste Celîlê Celîl, em her tim nabên we bi rêz digirin, bi rêz dikþînin. Lê miqabin nava nivîsarên we û rewþenbîrên kurdên meyî êzdî pir pirsên tirkî didine kar anîn. Ev ji çi pêþ tê?
Slav û rêz :Tahir Slêman, Serrêdaktorê rojnama ``DÎPLOMAT``-ê, Baku Azerbaycan.
10 Adar 2010 Çarþem Saat 02:51

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere