FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Hevpeyvîneke taybetî ligel Raperê Kurd XATAR

02 Adar 2010 Sêþem Saat 20:14

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

Xatar: “Hez dikim bi jineke kurd re bizewicim çavên wê pir ciwan bin”

Min vê carê ew li studyo dît. Albuma xwe ya nû tomar dikir. Dema ku ez derbasî studyo bûm, wî dengê xwe qeyd dikir. Dema ku ez dîtim, yekser hitphon ji serê xwe derxist û hat pêþwaziya min kir. Ew kêm caran dikene, lê belê vê carê keniya û got: “Bi xêr hatî kak Dilbixwîn, spas ji bo ku tu di medyayê de alîkariya min dikî...”

Dostaniya me bi programeke televîzyonê dest pê kir.

Xatar, Kurdê rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine ye. Li Almanya gelekî meþhûr e.

“Xatar, emê bê sansur biaxifin...” min got. Kêfa wî jî hat. “Jixwe sansur li cem min tune ye” bersiva min da. Em li cihekî geriyan ji bo ku rûnin, lê min dît ku ji wî re ferq nake, hema li kuderê be dikare biaxife. “Ok” min got, “hema li vê barê hem qehweyê vexun hem jî biaxifin...”

Piþtî ku me hevpeyvîn çêkir, bi demekê me di medyaya almanî de xwend ku ew bi organîzekirina þêlandina otomobîleke transporta zêr tê tewanbarkirin û polîsên Alman li wî digerin.

Niha nayê zanîn bê ka ew li kuderê ye. Lê belê polîsên Alman texmîn dikin ku ew li Moskova be. Mesajeke bi riya Facebook, þopa Moskova nîþanî polîsan daye.

Hevpeyvîn dest pê dike:

- Ka em ji navê te dest pê bikin, Xatar. Ev nav kê li te kir, ji bo çi Xatar?

(dikene) Dizanî, ji zaroktiyê de ev nav li min hate kirin. Ez kêm dikenim, kesê ku min destpêkê dibîne texmîn dike ku ez xeyidîme, her demê awirên min tûj in, ne di dest min de ye, dem û çavên min wiha ne. Hevalên min nav li min kirin Xatar. Di rûyê min de xeterî tê dîtin. Xatar temaþe dikim. Dema ku min dest bi muzîkê jî kir, min got ez navekî kurdî bibînim.

Lê Xatar erebî ye.

Dizanim, lê hemû Kurd gotina Xatar bi kar tînin. Min nexwest navekî almanî ji bo xwe bibînim, min got madem her kes ji min re dibêje Xatar, bila Xatar bimîne.

Lê ne xatar î?

Na... na. Qet jî ne xatar im.

Kengî dibî Xatarê rastîn?

 

Aha, bêguman dema ku were xwestin pir Xatar dibim, dema ku bibînim, kesek ziyanê digihîne milet û welatê min. Tu caran rê nadim kesek tiþtekî xerab ji bo Kurd û Kurdistanê bêje, wê demê pir xatar im.

Dizanî dinyaya Hip-Hop, dinyayeke pir krîmînal e, dinyayeke bi þer û pevçûn e, bi pirsgirêk e, her demê di navbera we de þer heye, pirsgirêk hene, çawa dikarî xwe di vê dinyaya krîmînal de biparêzî?

(difikire)

Baþ e, ez eþkere bikim, te tu caran li kesekî daye, yan jî kesekî li te daye?

Binêre kak Dilbixwîn, ez natirsim. Eger bitirsim, nikarim tiþtekî bikim. Tirs ne ji bo mêrê baþ e. Du rengên Hip-Hop hene, rengek ewe ku gotinên baþ têde hene, yanî Hip Hopa bi kêf, eþq têde heye, evîn heye... Hip-Hop a din jî protest e, naveroka wê bêhtir krîmînal e. Ez ji bo xwe bibêjim, ez li Almanya dijîm, di van 10 salên dawiyê de, kiryarên krîmînal li Almanya zêde bûne, ev 2-3 salin hema hema her hefte kes têne kuþtin û birîndarkirin, feqîrî jî zêde bû ye.

Ez her demê rastî probleman têm. Hinek kes min rihet nahêlin, lê ez jî bi metodên xwe, xwe diparêzim. Niha hinek Raper hene, þîrketên parastinê wan diparêzin. Bodygardên wan hene, yên min jî hene, lê ew hevalên min in. Em hev diparêzin yanî. Meselen li Almanya raperekî meþhûr heye  Boþîdo, niha þîrketek wî diparêze. Xwediyê þîrketê berê bodygardê wî bû.

Eþkere bêjim, kesekî ku bixwaze ji bo min pirsgirêkan derxîne, ez wî rihet nahêlim.

Yanî tu jî ne rihet î?

Dema were xwestin, belê ne rihet im.

Kengî ji bo te pirsgirêk derdikevin?

Dema ku muzîkeke nû, yan jî albumeke nû amade dikim.

Qet kesekî hewl daye te bikuje?

Belê, yên ji min hez nakin jî hene. Ne tenê di warê hunerî de, di warê siyasî de ye jî. Ez Kurd im, Kurdistan welatê min e, yên ku ji Kurd û Kurdistanê hez nakin gelek in. Gelek caran ez di konserên xwe de ala Kurdistanê radikim, ev li zora gelekan diçe.

Sîlehê bi xwe re digerînî?

Na. Lê yên ku bi min re digerin û min diparêzin, bi wan re sîleh hene. Em çi bikin, em mecbûrin xwe ji dijminên Kurdan biparêzin.

Siyasetê dikî?

Na ez siyasetê nakim, lê fikrên min yên siyasî hene. Siyaset çi ye, bese tu Kurd bî, tu bûyî siyasî. Ez ji bo welat kesekî pir fanatîk im.

Tu li Almanya mezin bû ye, ji bo te Almanya ji Kurdistanê ne xweþtir e?

Rast bêjim?

Belê.

Min Kurdistan nedîtiye, nikarim bêjim Kurdistan ji Almanya xweþtir e. Lê Kurdistan welatê min e, min nedîtibe jî xweþ e. Hevalên min diçin Kurdistanê, dibêjin Kurdistan pir xweþ e. Lê belê sîstema wê ne weke ya vir e. Sîstema vir bêguman baþtir e. Lê dema ez biçim Kurdistanê, ez ji bo dîsko naçim Kurdistanê, ji bo kar ezê biçim.

Yanî dixwazî Kurdistanê bibînî?

Gelekî, pir hez dikim Kurdistanê bibînim. Nikarim biçim Kurdistana Îranê, hez dikim biçim Kurdistana baþûr. Binêre ez ne aþiqê Almanya me. Aþiqê Kurdistanê me.

Tu planeke çûna Kurdistanê li pêþiya te heye?

Projeyeke me heye. Înþaallah ezê îsal biçim Kurdistanê, ka em binêrin.

Di warê muzîkê de, kesekî ji xwe re konkurenz (raqib) dibînî?

Li Almanya konkurenz gelek e. 2-3 kes hene wan ji xwe re weke konkurenz dibînim. Em çi bikin, bêkonkurenz nikarî kar bikî. Em di nava konkurenzeke aram de ne. Konkurenz tune be pêþketin jî çênabe.

Hevalên te kî ne, tu çawa hevalên xwe hildibijêrî?

Di van salên dawiyê de, piþtî ku navê min derket û þuhret çêbû, min êdî fêm kir kî rast heval e, kî jî bi þekil heval e. Di sala 2009 de min bêhtir nas kir kî heval e, kî dijmin e.


Çend hevalên te hene?

4-5 kes in.

Ewqas? Ne hindik in?

Belê ewqas. Ew jî hevalên min yên zaroktiyê ne. Em bi hev re gewre bû ne. Em bi baþî û nebaþiyên hev dizanin.

Çima 2009 ji bo te saleke çawa bû?

Baþ dest pê kir, lê xerab dawî lê hat. Min ji bo fîlmekê ligel televîzyoneke almanî girêbest çêkir, di televîzyona M-TV de bi hefteyan yekemîn derketim... baþ bû. Þukur ji xwedê re niha rewþa min baþ e û gelek pirsgirêk çareser bû ne.

Ka em werin ser mijareke din, te li Emerîka li jineke Playboy da, tu hatî girtin, piþtre bi kefalet hatî berdan, ew çi mesele bû?

Binêre kak Dilbixwîn, ezê ji te re her tiþtî rast bêjim. Ez nizanim di wê þevê de çi hate serê min. Heta niha jî nayê bîra min, bûyerê çawa rû da û min çawa li wê jinê da... hevalekî min bûyer ji min re got. Li ser bûyerê wê di televîzyona Almanya (Pro 7) de programek were weþandin, bûyera di wê þevê de, bi vîdyo jî hatiye kiþandin.

Te pir vexwaribû û tu serxweþ bûbû yî?

Na, ez bi vexwarinê serxweþ nabim. Em seet 23.00 gihiþtin, wê dîskotekê, Playboy amade kiribû. Em hatibûn dawetkirin. Min 2-3 tene vodka vexwarin. Ez dikarim pir vexum, serxweþ nabim, lê ez bi wan 2-3 vodkayan ji ser hiþê xwe çûbûm. Piþt re ji min re gotin ku li wê derê tozê dixin qedeha mirov. Li min jî wiha kiribûn.

Mesele çawa çêbû?

Dema ez dimeþim, milê min bê hemdê min li jineke Playboy dikeve. Ew jî diqîre. Her kes bi me dihese, ez dibêjim, neqîre. Lêborîna xwe dixwazim, lê jin guh nade min. Millê xwe radike û poksekê di devê min de lêdixîne. Xwîn ji devê min tê. Jineke efrîqî bû, gelekî xurt bû. Ez aciz dibim û sîleyekî lêdixînim. Hemû kamera têne ser me. Polîs tên min digirin û davêjin zindanê. Li Emerîka lêdana jinan, sedem çi dibe bila bibe, cezayê wê ji 1-3 salan zindan e. Dema ku hatim ser hiþê xwe min dît ez li zindanê me.

Çawa serbest hatî berdan?

Me 50 hezar Dollar weke kefalet da. Lê hîn hukum li ser min heye. Kengî derbasî Emerîka bibim wê min bigirin û bavêjin zindanê.

Tobe êdî li jinekê bidî kak Xatar..!

Tobe...

Jin miþkile ne ha?

(biken) Belê miþkile ne, ji ber vê yekê dixwazim tenê keçeke min hebe.



Tu zewicî ye?

Na.

Naxwazî, yan jî te hîn jineke bi dilê xwe nedîtiye?

Ne hazir im.

Ji zewacê natirsî?

Na... na. Ji zewacê hez dikim.

Tu jineke çawa dixwazî?

Berî her tiþtî divê Kurd be. Aþiq bibim jî divê ez aþiqî jineke Kurd bim. Bi þeref û namûs be, bi exlaq be, rêzdar be. Pir û pir ciwan be. Divê çavên wê pir ciwan bin. Ji çavên ciwan pir hez dikim.


Ne hunermend be?

Na... na. Ji bo xwedê divê ne hunermend be.

Kurda kuderê be?

Ferq nake. Tenê bila Kurd be.

Dixwazî çend zarokên te hebin?

Pir, hez dikim gelek zarokên min çêbibin.

Keç lê law?

Gelek law bin, tenê 1 keç be. (bi ken)

Çima?

Keç probleman ji bo bav û dê durust dikin.

Tu dizanî ku tu teþbîhî boksêran dibî?

Belê. Lê ne boksêr im. Ji sporê hez dikim, lê min îsal spor nekiriye. Gelek rengên sporê dikim. Weke Fitness, Kikbox û her wekî din.

Kî li piþt te heye? Tu hêzê û piþtgiriyê ji kê distînî?

Kurd hene. Berî salekê dema ku te ev pirs ji min kir, min got hevalên min in. Lê niha dibêjim Kurd li piþt min in.  

Nafikirî rojekê dest ji hunerê bikiþînî?

Na heta niha nehatiye bîra min. Lê dibe ku demeke din ez Hip-Hop çênekim, dibe ku ez tenê produksyonê bikim. Lê bi her hal, divê ez êdî ji jiyana xwe re sîstemekê çêbikim.

Çawa?

Weke nimûne, berê her hefte ez diçûm dîsko. Êdî naçim dîsko. Berê gelek kes hevalên min bûn, niha pir hindik in. Berê her roj ez li cihekî bûm, niha ne wiha ye, êdî dixwazim bi sîstem bijîm.

Tu ji vî karê pereyekî zêde qezenc dikî?

Ne xerab e. Lê ji ber ku ez li album û muzîka xwe pir mesref dikim, pere pir ji min re namînin.

Navbera te û klasîkên kurdî çawa ye?

Ji lawik û heyranan pir hez dikim.

Tu di vê demê de rojeke xwe çawa derbas dikî?

Her roj seet 8.00 þiyar dibim. Diçim sporê. Diçim bajarê Kolnê, ji wir produzentê xwe tînim. Diçin nan dixun, ji wir tên studyo, heta þev seet 20.00 kar dikim. Piþtre diçim çayxaneyekê, heta dereng ligel çend dostan suhbetê dikim, piþtre vedigerim mal û radikevim.

Navbera te û bav-diya te çawa ye?

Gelekî baþ e. Bi taybetî diya min, min gelekî diparêze, gelekî piþtgiriya min dike.

Li derveyî karê muzîkê, bi kê diþêwirî?

Bi diya xwe.

Ji çi ditirsî?

Natirsim. Tenê tirsa min ewe ku tiþtek were serê bav, xûþk û diya min.

Ji pîrbûn û mirinê?

Pîrbûn ne baþ e. Lê ji mirinê natirsim.

Daxwaza te ji 2010’an çi ye?

Hez dikim di sala nû de berê xwe bidim Kurdistanê û çend konsertan li wir pêþkêþ bikim. Albuma xwe ya nû çêdikim. Her wiha ezê bi kurdî jî albumekê derxînim.

Spas û serkeftin.

Ez jî spas dikim.

Jêder: Rûdaw

T

Tîrê Qersê
Xatar-ê me yê kâbusa dijminên milletê kurd!
Welle qerdashim bila her bijî kek Xatar!!! Ez heyranê tevgerên wî yên kurdperest u kurdistanperest im ellaxîme kîtabîme. Law bêyî muzîka kek Xatar u ala kurd u Kurdistan-ê ya di dest u bêrik u hustiyê wî da tu kesî nedikarî milletê kurd li Elmanya-yê u Ewropê ewqas bike menshur. Ez bi dil u can li benda CDya wî ya kurdî me. Divê milletê kurd xwedî li Xatar-ê me derkeve. Keda wî ya ji bo milletê kurd gellek e cîgerlerim.
02 Adar 2010 Sêþem Saat 23:23
amir shuaivand
dest xwesh keke dilbixwin
ji dema ku Avestaye reklama ve hevpeyvine kir min hema beje roje chend caran seredana Avesta dikir ji ber ku di reklame de te gotin'' dunya li wi digere'' le min di hevpeyvine de tishteki wisa ku kesek li xeter bigere nedit!!! le chima ev manshet hat bijartin ez nizanim,
ji kerema xwe ger hun dikarin ve chende zelal biken gelo raste xeter otomobilek shelandiye u niha polise almani li wi digere??? ger raste chima li hevpeyvine de basa ve chende nehatiye kirin.
disan sipas dilbixwin
mal awa
02 Adar 2010 Sêþem Saat 23:01

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere