FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Arþevê Oskan
arsevoskan@hotmail.com
Biryara berî 9 salan
09 Adar 2010 Sêþem Saat 22:25

9 saliya govara Zevî

Berî 9 salan fikra weþandina govarekê di serê min wisa serî hilda. Di demeke ku bi rastî jî pêdiviya me bi derxistina govareke serbixwe ku her nivîskar cihê xwe tê de bibîne hebû. Ji xwe piþtî rawestandina govara Zanîn ku xwedanê wê Ferhad Çelebî û Edulbaqî Huseynî bû, me nema karîbû cihekî li gor xwe bibînin. Govarên di wê demê de derdiketin jî di bin qedexeyike pir dijwar de bûn û carna bi salan jî hijmarek çap nedibû. Piraniya wan jî di bin baskê partiyên de bûn. Belkî ji ber banga yekmîn û pêþgotina hijmara yekemîn bû, ez wê ji we re di koþeya xwe de diweþînim. Belkî ev wek çavkanî bi kêrî dîroka vê govarê were.

Çima Zevî?

Xwendevanên rêzdar,

di afirandina çand û hunera kurdî de, em dikarin çi bibêjin?

Dema me da ber çavên xwe ku em ê Zeviyeke çandeyî biçînin, ji ber xwe ve ket hiþ û ramana me ku wê cihê her ronakbîrî tê de hebe û bi serbestî ew ê karibe berhemên xwe tê de bibîne. Em bawer dikin ku ev pêwîstî xwesteka me hemûyan e, da ku deriyekî serbixwe û bêsînor li pêþiya me vebe, da ku em derbasî Zeviyeke rengîn bibin û keda xwe tê de bibînin. Herwekî mîna gulistaneke ku hemû rengên kulîlkan himêz dike. Ji mafê herkesî ye ku rengê xwe hilbijêre. Her weha me jî xwest li gorî xwe, roleke xwe yî dîrokî bilîzin, da ku em jî di warê xizmet û ragihandinê de bê par û piþk nemînin. Ango daxwaza me ew e, ku hunermend bi awazên xwe, wênekêþ bi kevalên xwe, çîroknivîs bi serpêhatiyên xwe û helbestvan bi hestên xwe, vê Zeviyê bixemilînin. Em jî bi dilekî sozdar vê zemînê ji were raxînin.

Vêca banga me ji bo hemû nivîskar û ronakbîrên kurd bi taybetî, ku em ê li vê Zeviya xwe xwedî derkevin û bêdudilî xwe berpirsyar bibînin, da ku em bikaribin berhemên xwe yî buha jê paþ ve nedin û dahînanên xwe  li rûpelan bibînin, da ku ev hevkarî bibe pêkanînek ji bo perçak ji hêviyên me û ji dûmana wendakirinê, pêþerojên me zelal û ronahî bikin.

Xwendevanên hêja,

hêviyên me ew in, ku hûnê jî li dora me sîwan bigrin, da ku em karibin mûmekê di þeveke bahozî de pêxînin. Hûn baþ dizanin hêvî kûr û dûr in, lê astengî li derdora me pir in, dîwar û sînor danîne.

15.02.2001

Zevî - Hijmara (1)

 

 

Diya Hozan
kovara Zevî
Di wan salan de me dît Zevî wek stêrek geþbû li azmanê rojnameya kurdî. birêz Arþev pir xebat dikir û diwestiya. karim bêjim cara yekê bû ku kovarak di dema xwe de derdiket.. her ji sê mehan. serkeftin ji bo keda te.
12 Adar 2010 În Saat 14:53

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere