FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bêkes Têlo
bekes_tello@hotmail.com
Cejna stêrkên þevê pîroz be !.
06 Adar 2010 þemî Saat 09:45

  

 BOÇÛNÊN JÎNDEWAR JI CIVAKA JÎNDEWAR BO JINA JÎNDEWAR ! .

Boçûnên Jîndewar

***************

Bawerim ji roja mirov li vê cîhanê hatiye afirandin, ta þoreþa Fransî ya sala 1789 an ,pir Qonaxên sitimkarî bi keder li ser mirovan, nexasim li ser jinan di dîrokê de derbas bûne .Ez wan Qonaxan bi qonaxên tarîstanê bi nav dikim ,ne weke ku dîroknasan qonaxa tarîstanê, tenha bo sedsaliyên ortê ji dîroka mirovahiyê bi sînor dikin.

  Rûniþtina wê simtikariyê, ya bê rawestan li ser jinan,bila kesên oldar min biburîn in, destpêdike ji kêlika Yezdan li gor deqên pirtûkên pîroz, Adem û Êva(Hewa) ji bihûþtê daxist xwarê. Wan daxist qadê ji berku Êva peyva wî þikenand û ji daresêva ku li wan qedexkirî bû, sêvek xwar.Bi wateya sûncê gunehkariyê ji Êva  destpêdike , û ev  xeleka bingehîn ku di hiþiyara mirovan de ma weke ku jin çavkaniya gunehan be. Pir sal derbasbûn ta ku hin civakên mirovan ev nêrîn li ba wan hate guhertin ,bi taybetî  ji Rojava destpêkir.

Trajîdiya jinê ji wira tê ,çimkî wêneyeke ne erênî  biçî bû, û di mejiyên mirovan de rûniþt,ta wê sewyê ku di hemû olan de yezdan nêr e, û ne mê ye , tevlî ku di pêvajoya dîrokê de berî hatina olan, mirovan yezdanê mê ji xwe re afirandibûn. Weke Demetra ,Atîna,Afrodîta li Grîkistanê û Li þaristaniya Someran Aþtar,Înanna û li Misrê Îsîda û Tefnût .Ji mafê me ye pirsbikin Gelo çima yezdan nêr e di hemû zimanan de ?,çima ?!bo kaka,boooo?!! .Pir zore bersivek ronî  bo vê pirsê,ji me re bê ta ji kesên older  zorî dikþîn in di bersiv danê de .Bersiv  hêsane ,wê deme berjewndiyên hinkan welê dixewst bo desthildariyê.

Bê mafkirina jinê  ji berjiwendiyên mêr e,ew naxwaze destihlatdariya xwe winda bike an jî parve bike. Ezîtîk hew jê qebhetir,û ji bo wê desthilatê dikare here her heft taqên ezman, hemû ceng û þer û wêrankirin  di dîrokê de, bi destê mêran hatinê pêkanînin bi armanca bi destxistina desthilatê.

 Pêdivî heye her kesekî kurd  li ser van herdu pirsan ,kî berîya yê dîtir hebû,mirov an jî, Yezdan? û kî yê dîtir afirand ? bi kûrahî pêve mijûl bibe.Ji ber ev pirs ronî û çareser nebe tu pêþketnek ber çav ew ê diyar nebe. Û ger bersivek rast bê  û bibe bingeha azadikirina ramanbûna mirovê kurd ,bê guman pirsa azadkirina jinê namîne .Azadikirina raman tenha di civatek dîmokrat de tê bi destxistin û pêkanîna yeksane di  neqeba erk û maf  de .Ne tenê bo jin lê bo hemû endamên civakê ,civaka pêwendiyên çivakî,aborî û ramyarî bi yeksane hembêz kirî ye .

Civaka jîndewar

*************

Þoreþa Fransî di sala 1789 de,ku Fransa binguhê hevxistibû , pênasîna wekheviyê bo xaniman re anî û çirûskek hêvî  bo hebek bêhna xwe vekin,da wan .Cara yekemîn bû di dîrokê de,jin di rex mêr de, tekoþîna bo azadî û nan meþand û bi me da  xûyanî kirin ku gava derfet û dem bê ,di rêza pêþîn de ye,û cihekî  di xebatê  de ji xwe re digre.Tevlî ku mejiyê wê kêmtirê ji yê mêr li gor ku zaniyaran dibêjin ,jin 1,300 gr,mêr1,450gr ,ev behana ha  hin dijberên jinê belev dikirin ku nikare tu destkefiyan bidestbixe .Di dema nû de jin diyar kir pêþketina xwe di hemû waran de û wan kesan falso derxist.

Yekemîn gav ji reform ,guhrînên yasa û mafedan bo jin  ,ji bilî malê karbike .Weke gavek biçûk hate ditîn,lê asoya azadiyê ji zordariya hezar salan ve,  jin hêviyekê bidestxist .Þoreþa Fransî bû mînak û simvolek bo xebata bi berdewambûna tekoþina rewþenbîran û fîlosofan li welatên Rojava ,ji gelên xwe re pir ked dan.   Sistemên ramyarî  ku navenda wê mirovê azad e, çi jin ,çi mêr, xwedî maf û rûmet avakirin, bi pêþerojeke miswger ku hêz didê mirovan bo pêþketina civakê bi gelemperî.

Li Grîkistana kevn ,rola jin di civakê de li ber çavan berzbû û dihat gotin : ,,di  kîjan gel de, jin têde xulam be ,tu car ew gel ne azad e,, ji ber jina ku xulam be, ew ê zarokên xulam bi afirîne.Ev wêne li me tê ,civakek bindest,mêr bindest ancam jî,li ber çavan diyare.

Jina bindest,bê maf û jêr zordestiya psîxolojî ,xwe weke mirovekî tênegihiþtî hest dibe,xwe ha.. ha..gêjo mêjo dibîne. Nikare mirovên saxlem ji rexê psîxolojî ,aram û ji xwe bawer berwerde bike.Ligel viya jî û bi taybetî di civaka me de, mirovekî dagirtî bi ramanên  azadiya xwe û azadiya xaka xwe, jin zarokeke wisa ji civakê re nikare pêþkêþ bike.Nexwe civaka jîndewar, bê guman mirovê jîdewar  diafirîne.

Pîrozbûn  bûhaya wê tenha gerek mirov be,pîvanên qencî û nepakî  li ser herduwan gerek yek e  di civaka ku ronakbîr û hêzên pêþketî û dîmokrat karin wê avabikin .Ev civakeke serbestî ji hemû endamên xwe re misewgir dike,kesayetiyeke ji xwe bawer ,bi hêz û vîn li pêþeroja xwe dinêre.Jinooo!!!Hûn Dixwazin civakek welê bête avakirin ? hûn dixwazin ji vê bindestiyê azad bin ,dest bindin hev hemî bo çareserî.Wê çaxê hûn dikarin civaka jîndewar di rex mêr ê Kurd  avabikin .

Bo jina jîndewar

**************

Ez alîgir ê ku mirovan neyeksan(cuda) bin û bi nêrîna min ev tiþtekî xwezahî ye  ,neyeksanî bi wateya her kes weke xwe be û ne sîka yê dîtir be. Pêwîste jina kurd  ji bira ,mêr xwe an jî, ji bavê xwe re diyar bike û bi bêje:

,,Ji min ne xwaze…

Kû levên xwe bikim mirêk(eynik) bo te ,,.

Bi wateya bihêle ez ezbim, lê ta tu bighî vê rewþê  ji serbestiya xwe,xanima rêzdara û hêja pêdivî heye tu  têbighîþî ku hêza azadiya te  desthilat e.Desthilat bo te zanyarî ye û gerek wê bi kar bînî,çimkî  di rêza yekem de, pêwîste bala te bê kiþandin li ser pêyan tu rawestî li tenîþta mêr ê Kurd. Hem di tekoþîna jiyana rojane de û hem jî, di warê  xebata neteweyî de.Ya duwem pêdiviya te bi xûdmixtariya(bi serxwebî ) aborî  heye  bo  serberziya xwe û bo asteyek pak an jî, normal  bo zarokên xwe peyde û misewger bikî .Paþê ! kar giringe ne tenê bo serxwebûna aborî  lê bo kesayetiya te xurt û xwedî ezmûnekî jiyana rojana bikî.

Ka em li hevbikin ku psîxolojiya jinê,ezîtîya wê (ne bi wateya ezperestî) a mê û xwezaya wê  ji ya mêr cudaye û pêwîste em ji van pesnên wê rêz bigrin.Jina Kurd ji roja rojbûna xwe ve, xwe dibîne di civaka kurdî de ,ne tenê li mirovê Kurd vediger ew ê bibe çi kes? Kesekî serberz an jî ser nizim,li paþ mêr bimeþe an jî,li kêleka wî. Lê bi piranî vedigere li hawirdorê jî ku mora xwe bi renegekî diyar li kesayetiya wê  dixe.Hinga boçûnên zindî ji civaka jîndewar ,jin bi jiyan û jîndewarî dike.berovajî em ê weke tê gotin komê Alo li Çelo bikin û yê Çelo li Alo bikin di xêzgiroverekê  de em ê herin û werin li cihê xwe rastbên.

Rojnamevan:Bêkes Têlo

5/02/2010

Peyvên kesayetiyên gewre bo jin .

*jin gul e,bi bêhn û striyên xwe mêr bi aliyê xwe ve dikþîne(Arêstotêlîs)

*Her tiþt li ba jinan dil e,ta bi serî jî (Can Pol Sartir)

*Jin di nêrîna min de rengên tevlihev e (Picasso)

*Þev bi stêrkan û jinan dibriqîne( Bayron)

* Þêr þêr e,çi jin çi mêr e (Cegerxwîn)

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere