FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Demhat Dêrikî
demhatderiki@hotmail.com
7ê Adarê
06 Adar 2010 þemî Saat 09:31

Ji helbijartinên giþtî re du roj man. Li roja yekþembê miletê Îraqê wê ber bi sindoqan ve bimeþin. Herêma Kurdistana nîv dewletî jî, ev demek e dirêj bû di nava germahiya vê rojê de . Li hemû bajar û bajarokên kurdistanê û li deverên nû rizgarkirî jiyan bi vê rojê ve hatibû girêdan. Ragihandin, deszgeh û saziyên kurd rojeva xwe sindoqbûn û heta vê kêliyê ev rojev berdewame.

 Ji her alî ve, ev helbijartin ji yên derbas bûyî hestiyartir  û giringtire. Lewre,  li serdema nuke de plan û davikên siyasî li dijî miletê kurd bi hûr û kûrîtî tên amadekirn û meþandin û di nava van planan de beþek ji kurdan jî hene ew ê ku xwe nêzîkî neyarên kurdan dikin û dixwazin peymanan bi hindek erebên þofen re girêbidin. Belê, zarokên bi ava mêjkê Sedam mezinbûyîn wek gurên çavsor xwe di kemîna de amadekirine. Dewletên cînarê edrnîgeriya kurdan ku ev demek dirêje piþtgiriya ramanên baesiyan dikin, nuke li ser kursîkên xwe rûniþtîne, temeþiya vê qonaxa nû dikin ku çawa kurd têk herin, ew rabin ser xwe û li ber çepikan bidin. Ev siyaset e, siyaset berjewendiyên dewletên ku naxwazin kurd ala xwe bilind bikin!.. Dek û dolab li ser kurdan tên gerandin da ku kurdan bê hêz, bê maf bihêlin. Ditirsin ku bayê serkeftina baþûrê Kurdistanê derbasî nava parçên din bibe û kurdên van parçan jibo mafê xwe dengê xwe ji berê gurtir bilind bikin.

Lewma, pêwîst e hemû bajar û bajarok û gund û deverên nû rizgarkirî yên herêma kurdistanê xwe ji vê roja pîroz re bi cilên kurdî xwe bixemlînin û berê xwe bidin sindoqan. Ev roj, anko 7ê adarê ne ya gotûbêjkirina li kolan û piþt perdane ku tê gotin( ev kes nebaþe, ev kes bê bexte, gendelî û mendelî heye, yan filan tiþt û bihêvan tiþt…). Ev roj rojek wisaye ku divê hevgirtin, yek destî, yek daxwazî, yek raman  hebe. Ev roj ji hemû xelkê kurd dixwazê ku tu ala xwe bilind bihêlê, tu xaka xwe biparêzê. Ev roj, rojek wisaye ku destkeftnên kurdan bên parastin û dergehek nû ji destkeftinên nû re bên vekirin. Em jibîr nekin, ev zarok  hêj  nû ji dayîbûye, raste wê carna ev zaro bigrî, carna bigirnije, wê carna destê xwe bi agir ve bibe. Lê ya giring ew e ku em xwedî li zarok derkevin û mezin bikin!

Li vê rojê divê her kesê ku bêjê ez kurdim û ji vê xakê me, ji vî welatî hez dikim ber bi sindoqên dengdanê ve bimeþê û xwedî li vîn û baweriya xwe derkeve û dengê xwe bide vê xakê. Em jibîr nekin her dengek guleke û tu gulistana xwe dixemilînê, xemla wê bedewtir dike. Ji ber ev roja çarenûsa te ye, ev roja parastina vê xakê ye.

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere