FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Eskerê Boyîk
E.boyik@web.de
Rojnema RIYA TEZE 80 salî ye
04 Adar 2010 Pênþem Saat 00:36

 

Sala 1961 ê, dema ez çûme bajarê Êrêvanê xwendinê, rêdaksya RIYA TEZE  ji min ra bû zanîngeha duda ya ziman, edebiyet, kûltûr û dîroka kurdî. Gerekê bi heqî bê þêkirandin, ku ne tenê ji min ra  lê payê pirrê rewþenbîrên me yên wê demê ra bû merkezeke hevgirtinê, fêrbûnê û pêþdaçûyînê. Me, kesî dibistana da, ziman, dîrok, edebiyeta Kurdî rek-pêk nexwendibû, me pak erdnîgarya welatê xwe, dîrok û kûltûra wê jî nizanbû. 

Efrandarên meye gênc û ahil, di oda para edebiyet û kûltûrayê da li hev dicivyan, ji hev û efrandinên hevra dibûn nas, berhemên xweye nû dixwendin, deng-besên nû  dihesiyan. Wê demê li cîhanê, xazma li Kurdistanê bûyarên pir girîng diqewimîn. Çîqas jî weletê Sovêtê ji înformasiyayên der ra girtî bû, çî ku sîyasiya sovêtêra dest nedida nedihate weþendin, lê dîsa hinek înformasiya digihîþtin me. Hevalên me ji dengê radiyoyên weletên din dibihîstin, rojneme û kovarên  ku Rûsiyayê da bi hejmarên hindik derdiketin peyda dikirin…

Þerkariya Kurden Baþûr bi serokatiya Barzaniyê mezin dilê her kurdekî, îlahî dilê efrandarên me tije agirê weletparêziyê kiribû. Eger qeyt û bendên wî welatî yên pirr hiþk nîbûna, ne ku bi seda, lê bi hezara kurdên sovêtê wê berê xwe bidana çiyayên Kurdistanê û tevî refên pêþmerga bibûna.

Her kesî dixwest caweke nû ji wê þerkariyê bibihî. Sûretê Mele Mistefa Barzanî, bawarkî hemû malên Kurdan da hebû. Navên lawên nû bûyî datanîn Barzanî.

Wan sala, dûrî welêt, bingeha edebyeta weletparêziyê, xazma helbestvaniya bi hêz li nav edebyeta Kurden Ermenistanê da hate danîn.

Gerekê bi heqî bê þêkirandin di werê pêþvaçûyîna ziman, edebiyet, rojnemevanî  û medeniyeta kurdî da li Ermenistanê emekê tu dezgehekî kurdewerî ewqas mezin nî bû çiqas yê RIYA TEZE. Di wê rêdaksiyayê û dora wê, bawarkî, toxavka rewþenbîrya me civya bû.     

Ji pey salên dirêj e buhurî ra, dema ji pey xwe dinhêrim rojnema RYA TEZE wek bîranîneke xweþ, wek sîmvoleke pîroz, wek þemala findeke geþ tê xanê.

 

***
Hejmara ewlin, ya rojnema RIYA TEZE sala 1930 î bîstûpêncê meha adarê (25.03.1930), li bajarê Yêrêvanê, bi elfeba girafîka latînî, ku Îsahak Marogûlov û Erebê Þemo çê kiribûn hate weþandin. Rojneme organa Komîsariyata ronkayê ya RSS Ewmenistanê  . ( 1)    Merem û armancên weþandina rojnemê di nav silavnema Kommerkezya PK û Hukumara rêspûblîka Ermenistanê da hatibû destnîþankirin. Silavneme hema hejmara ewlin da jî hatiye weþendin (2). Armanca rojnemê ya sereke ji bo çêkirina qeydê nû (þosiyalîstiyê) organîzakirina wê para xelkên Kurd bû û di nav kurdan da piropandakirina sîyasiya wî weletî.

Di roja ewlin da rewþenbîrên kurde wê demê Erebê Þemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal û yên din dora rojnemê top bûn, kar û barê wê hildan li ser milê xwe. Ji bo rêk-pêk weþendina rojnemê,  nivîskarê ermeniyayî bi nav û deng, dostê gelê Kurd  Hiraçya Koçar, edebyetzan Herûtiyûn Mikirtçiyan, Gevork Parîs alîkariya mezin dan xebatçiyên rojnemê. Ew tev jî di nav kurdan da mezin bûbûn, kurmancî rind zanibûn û dilsozê gelê Kurd bûn.

Berpirsiyarê rojnemêyî ewlin yê bi eslê xwe Kurd Cerdoyê Gênco bû (1934-1937) .

Weþendina rojnemê meriv karin belayî sê êtapa bike: 

Etapa yekê:  Sala1930 heta 1938 a, yanê heta dema  rawestandina weþena rojnemê. Vê êtapê da çiqas jî kadrên miletiyê yê xwendî pirr kêm bûn, li nav kurda da evdên karê rojnemevaniyê û weþendinê da têgihîþtî bawarkî tune bûn, lê guhdariya dewletê, xêrxwezî û alîkariya rewþenbîrên Ermrnî zêdê bû. Her tiþt cîyê vala ava dibû.

Di hejmarên rojnemê yên wan sala da biryarên Kommerkezya Partya Komûnîstiyê, hukumata weletê Sovêtê û Ermrnistanê hatine weþendin. Guhdariya mezin hatiye danîn  li ser pirsgirêkên li ser bingeha sosyalîstiyê weguhestina senayê û malhebûna gundîtyê, gunda da çêkirina kolxozan, perwerdekirina civakê bi rohê marksîzm-lênînîzmê, întêrnasîonalîzmê, pismamtî û biratya gelan, xebata hildana nexwendîtiyê, mafê jinan, cîwanan, þerkarya dijî edetên kevne zyandar, serokeþîr, zengîn, milkedar û olperestyê.

 

 

Hejmara rojnema RYA TEZE ya ewlin, sala 1930

 

 

Þerkarya dijî erf-edetên kevne bêkêr, pêþdabirina edebyet û medenyeta miletyê, gundên kurdan da çêkirina dibistanan, ji nav civakê pêþdakiþandin û hazirkirina kadrên miletiyê û gelek pirsên dinê tim goveka guhdariya rojnemê da bûne.

Tîraja rojnemê sala ewlin 600 heb bû, sala 1932 gihîþte 1300 î. Sala 1936 a tenê li nehya Aparanê hesavê aboneyên RYA TEZE gihîþte 600 î. Rojneme li nav gundên Kurdên Ermenistanê yên nehyên Aparanê, Telînê, Êcmîazînê, Kotaykê, Aþtarakê, Vartênîsê, usa jî avtonom rêspûblîka Naxîciyêvanê û li bajarê Tilbîsê (Gurcistan) bela dibû. (3)

RIYA TEZE bi rastî jî wê demê roleke mezin di jîyana kurdên sovêtê da lîst. Xwendevanê kurd rojnema xwe dîtibûn, di her malê da ew bûbû mêvana hizkirî, kadir pêþda dihatin. Rojnemê bingeha xwe li nav kurdan da datanî.

Lê dijweriyên dîktatoriya stalînîzme, rojên nexweþ wê para kurdanra jî anîn. Dezgenên kurdaye kûltûriyê, perwerdê, weþenê hatine sekinandin. Bi mena giva ji bo guhestina elfebê (elfeba kurdîye latînî bi elfeba herfên kirîlî), weþena rojnema RIYA TEZE jî „ wedelû“ hate sekinandin. (4)

Ew tek menî bû. Wê „wedelûyê“ bawarkî 17-18 sala kiþand. Tenê du sala ji pey mirina Stalîn ra, sala 1955 a, carke din dest weþena RIYA TEZE bû..

Êtapa duda: Ev dema ji sala 1955a dest pê dibe, dikþîne heta sala 1989 a . Vê carê rojneme bi tîpên kîrîlî hate weþandun, kîjan Hecîyê Cindî li ser girafîka rûsî  çê kiribûn.  Ev dema weþena rojnemê ya here gumrih, hêz û geþ e. RIYA TEZE dikeve nava cêrga çend rojnemên komarêye here hukumdar. Dibe organa Kommerkeziya PKE, Soveta Tewrebilind (parlamênt) û Sovêta wezîrên RSS Ermenistanê. Rojneme dibe berdevka partya desthiletdar û hukumata wê komarê. Eva nîþan dide ku mecal û mikanên rojnemê beranberî mecalên rojnemên komarêye here merkezî dibin û fînansekirina wê ji alyê dewletê va tê kirin. Berpirsyarê rojnemê tim dihat hilbijartin  wek dêpûtatê Sovêta Komarêye Tewrebilind (parlamêntarê Meclîsa Komarê) û endemê Kommerkeziya PK ya Ermenistanê. Xebatçiyên rojnemê jî diketin nava sîstêma xebatçiyên Kommerkeziya PK û hukumatêye bilind. Weletê Sovêtê da xizmetguhdariyê xebatçyên wê sîstêma hukumdar berê ewlin û ser dereca here bilind dihatin mîaserkirin. Nexweþxane, dukan û xizmetgudariyê din ji bo wan baþqe bûn, bajêr da zû avayî didane wan. 

Di nav wan sala (34 sal) berpirsarê rojnemê yê herdem Mîroyê Esed Mistoyan bû. Wan sala cîgirê berpirsiyar Qaçaxê Mirad, peyra Emerîkê Serdar xebitîn, katibê cawdar salê baþqe baþqe Þekroyê Xudo, Qaçaxê Mîrad, Emerîkê Serdar û Babayê Keleþ xebitîne. Di nav wan sala da time 12-14 xebatçyê rojnemê hebûne. 

Heftyê da rjneme du cara dihate weþendin, çar pelên biçûk bûn. tîraja wê digihîþte devedevî 5 hezarî.  Navê wê kiribûn kataloga navnetewî ya rojneme û kovarê weletê Sovêtê. Her kesî, çawa komarên weletê Sovêtê, usa jî ji hidûdê Sovetê der karibûn bibûna abone û RIYA TEZE bistandana.

Ew rojnema dewletê bû û berê ewlin sîyasiya welêt dimeþand û dokûmênt, qirar-biryarê dewletê bi wergera kurmancî têda dihatin weþendin, carna, dema bûyarên mezin, heçar pel jî ew dokûmênt bûn. Xêncî wan gelek gotar û nivîs ji merkezan dihatin standin: gotarên sîyasî, ji emrê partiya Komûnîstiyê, þirovên derheqa pirsên markisîzm-lênînîzme, þirovên civakî,  deng û besê cîhanê, welêt. Ew hemû bi mecbûrî, kurmancî dhatin wergerandin û rojnemê da dihatin  weþendin.

Berpirsiyaryê guhdarî datanî li ser pêþdaçûyîna emrê kolxoz, sovxoz, fabrîkan, mekteb û îdarên xwendinê, obiyêktên çêkirinê, destanînên xebatçiyan û pirsên din. Naveroka gelek nivîsara qet kurdîtyêva girêdayî jî nîbû. Evê yekê li nav xwendevana da gazin pêþda tanîn. Ji bo ew nivîsarên min besa wan kir, payê pirê bi zimanên din rojnemên rojane da dihatin weþendin, bi radyoyê dihatin gotin, paþê heta RIYA TEZE da derdiketin êdî kevn dibûn û pêwîstiya wan nedima.

Pelek tim ji bo kurdîtyê dima. Di wî pelî da ser pirsgirêkên kûrdîtyê: dîrok, çand, hunur, edebîyat, ziman, zargotin, perwerde, werger û pirsên civakî dihatin rawestandin.

Wê demê serokê para edebyetê Egîtê Xwedo, ya para kûltûrayê jî Emerîkê Serdar bû. Herd jî di warê zanyarya edebyetê da zane bûn. Para ziman û edebyeta zanîngehê xilaz kiribûn û wek mamostayê ziman û edebyeta Ermenya mekteba da xebitîbûn. Wana bi hizkirin guh didane efrandinên meye nû, berhemên here baþ dibijartin, dicedandin serokatya rêdaksyayê bidine ecibandin û rojnemê da biweþînin.

Matêriyalê vê parê timê pir bûn û bi meha hîvya weþena xwe diman. Hinek usa jî nedihatin weþendin. Nivîskar û rewþenbîrên Kurd salbisal pirr dibûn, mecalê weþenê jî pirr kêm dibûn… Xêncî wî perrê rojnemê mecaleke weþendinêye din efrandarên Kurd ra tune bû.


Ya dijwer stadiya dewyê bû. Cîgirê berpirsyar Qaçaxê Mirad ( ji du wî ra Emerîkê Serdar)û berpirsyar Mîroyê Esed wî warî da  gelekî fesal û hiþk bûn. Ji bo peyveke bi þik helbest yan kurteçîrokên delal nediweþandin.

Ji her tiþtîda berbiçev bû, ku ew rojnema biçûk nikaribû xwestekê rewþenbîriya kurdî pêk banya, rojnema wek navekî mezin hebû lê mecal tunebûn.

Heta niha jî, ji me gelekara tarîye (wek þedên bûyara), gelo çima RIYA TEZE wek rojnemên merkezîye din nekirin ya rojane? Hema hevekî nehat mezinkirin? Gelo berpirsiyar nedixwest karê wî û cawdarya wî zêdebe, yan pêþdakiþandina pirsên usa serokatiya Ermenistanê xweþ nedihat?

Bi texmîna min herd menî jî hebûn.

Çi jî hebya  RIYA TEZE rojnema me-kurdan bû, her tiþtê wê kurdewarî bû. Heta axaftina civînên xebatkarê wê, civînên tevî miqaledaran, piratokol, her nivîsên wan yên biçûk û mezin, giþk bi kurmancî bûn. Min nedît careke rêdaksiyayê da xêncî kurmancî bi zimanekî din bihata axaftin, nenhêrî xwendina teva ermenî yan rûsî bû û weke wan miletan, carna ji wana jî rindtir, paqijtir zimanê wanî edebî zanibûn. Di nav rewþenbîriya kurden Ermenistanê da þerm bû, ku hevra  bi zimanekî din biaxivin.  Loma jî nêzkaya salê heyþtêyî li nav kurdên Ermenistanê da bawarkî  bengeha zimanê kurmancîyî edebîyî standart hatibû avîtin. Pêþengya paqijayî û pêþdabirina rastnivîsê RIYA TEZE dikir. Wê derecê da rola wergerê pir bû. Rojê bi deha nivîsên pirrcûre û pirrserecen ji zimanê rûsî û ermenî ji bo axaftinê radiyoyê û rojnemê dihatin wergerandin. Wergera dicedandin wan nivîsan bikine kurmancîke usa ku ji bo xwendevan û guhdarvanan pirr têgihîþtî bin. RIYA TEZE da guhdarîke mezin datanîn li ser pirsên ziman û rastnivîsê.

Raste di karê wergerê da bawarkî, kêm-zêde xebatçî tev jî mijûl bûn, lê emekê Qaçaxê Mirad, Mîkayêlê Reþît, Emerîkê Serdar, Wezîrê Eþo dûra Têmûrê Xelîl pirr bû…

Êtapa sisya: Sala 1989 heta niha. Vê demê da êdî bingeha rojnemê hejya. Bi pêrêstroyka Gorbaçov welatê Sovêtê da dest bi tevheviyê bû. Nijarperestî, pirsgirêk û dijîtiyê li nav gelan da serî hildan. Ermenistanê da jî bakî nebxêr civaka kurdî rabû. Bi alîkarya þovûnîstên ermenî di nav wê para kurdan jî dutîretî çê bû, bere-bere mecalên rojnemê kêm bûn û dewya salên nodî RIYA TEZE kete halê bûyîn-nebûnê. Fînansekirna wê ji alyê dewletê va bere-bere kêm bû û ji pey hilweþîna welatê Sovêtêra lap hate birîn. Rojneme bi alîkariya weletparêzên kurd heyîtiya xwe bi teherekê xweyî dike.

Ji pey Mîroyê Esed ra, ji sala 1989 heta 1991 berpirsiyarê rojnemê sal nîvekê Tîtalê Efo kir. Paþe heta vê paþwextyê nivîskar Emerikê Serdar bû, van salê dewyê jî Grîþayê Memêye.

Xebatkarê wê jî bere-bere kêm bûn . Weþena rojnemê derbazî elfeba latînî bû.                

Ji bo weþendina rojnemê Girîþayê Memê, Rizganê Cango û Mirazê Cemal man, niha jî Girîþa û Miraz tenê, bi teherekî, nav û heyîtya  RIYA TEZE xweyî dikin.

Rîtma weþena rojnemê jî xirab bû. Eger berê heftê du cara dihate weþendin, paþê bû heftê catekê, mehê carekê
***
Wê demê weþena rojnemeke kurdî, ew jî ya dewletê, bûyareke pir mezin bû ne ku tenê di emrê kurden welatê Sovêtê lê jîyana temamya gelê Kurd da.

Demeke kin da, ew guhertinên sosyal- kûltûrî kû welatê Sovêtê da, di jîyana vê para gelê Kurd da çê bûbûn him bala xêrxwezan, him jî ya dagerkirên Kurdistanê kiþandine li ser xwe.

Eger qewl û qanûnê Welatê Sovêtê yê berk nîbûna, navbera rewþenbîrya kurd ya wê demê  û ocaxên kurdên Ermenistanê da pêwendî çê bibûna, ez bawarim  riya edebyet, medenyet, ziman û tiþtên mayîn wê li bal kurdên Ermenistanê e bêtir ser bingeha kurdewaryê û bi asteke bilind pêþda biçûna, efrandinên hê bi nirx û giranbha çê bibûna.

Sala 1932 a çend hejmarê RIYA TEZE û pirtûkên kurmancî, ku li Yêrêvanê hatibûn weþendin digihîjin berpirsê kovara HAWAR ê Mîr Celadêt Bedirxan. Hejmara HAWARê ya 8 a da bi navê Herekol Azîzan nivîsareke kêfxweþyê wê derheqê da diweþîne.

Nivîsara Hawarê wa hatye weþendin:

"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di þiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paþîyê çend hejmarên wê gehiþtine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me þa û geþ bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de þal-û-þapikê kurdmancî, xencer û piþtxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.
Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paþin ko gehiþtiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".

Paþê ew du helbestên biçûk ji kitêbeke wanra þandî nivîsê da tîne û wa nivîsa xwe dewî dike:

„Ji bona îro me hevqas got, pêþdatir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweþ û dewîyeke geþ hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek ê ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin“. Herekol Azîzan (4)

Wê nivîsarê da nayê beskirin çawa, bi destê kê, yan kê ew rojneme û kitêb wanra þandine.

Eyane ku navbera Hecîyê Cindî û Celalêt Bedirxan da pêwendî  hebûne. Lê tê texmînkirin, ew pêwendî zûtirekê hatine birîn û HAWAR hejmarên xweye dû ra besa RIYA TEZE nake. Xuya ye organên dewletê pê hesyane û kerr dewî pêwendya anîne.

Nuxteke sûcdarkirina Hecîyê Cindî ya salên 1937-1938 pêwendyê wî bûn tev Celadêt Bedirxanra.

Hecîyê Cindî bîranîna xweye derheqa hebskirna xwe ya sala 1938 a dinivîse: „ ... Min usa jî neme Celadêt Bedirxanra þandine û bersîvê min hatine. Nema û gotarada min daye kivþê, wekî li welatê sovêtê, hukumata Ermenistanê her mecal çê kirine bona pêþdaçûyîna çanda me: rojnema me RIYA TEZE dertê, kitêbêd me çap dibin, radyoya me, mektebê (dibistanê) me hene…“ (5)

Ji vê bîranînê tê xanê, ku birastî jî rojneme û kitêb Hecîyê Cindî Celaldêt Bedirxan ra þandine.

Hecîyê Cindî  dihate gunekarkirin ku pêwendyê wî tev serokê partya kurda ya „nijarperest“ XOYBÛNÊ heye û ew partya wek heval û hevkarê partya ermenya: Daþnaka dihate dîtin…

 

Ji alyê din va dagerkirên Kurdistanê, ku heyîtya gelê kurd qebûl nedikirin, pirogrameke asîmlasyonêye eþkere dabûn pêþya xwe û nerazîbûnên kurda jî jî dijî wan cûrê serhildanan ji pey hev diteqyan, nedixwestin dengê kurda cîkî din bê bihîstin.

 Derfetên, ku Ermenistanê da Kurdara vebûbûn guhdarya dagerkirên îlahî yên rêjîma Tirkîya nejarpereste Kemalîst kiþandibûne li ser xwe. Wan rind zanibû, ku ew ocaxên kurdaye kûltûrî, perwerdeyî, zanyarî, rewþenbîrî ku li ser hidûdê wan çê bûne ji bo Kurdistana bindest zengîlê hiþyarbûnê ne. Raste, destê me da dokûmêntên konkrêt kêmin lê yê heyî jî besin, ku bê texnînkirin, çawa dîplomasya Tirkye xwestye dengê Kurdên Ermenistanê bide kerkirin.

 

Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomatîyê yê Sovyetistanê li Yêrêvanê Neymarek,  di nama xwe ya ji bo wezareta karên derva ya Sovyet ra þandî da (05.04.1935) dinivîse, ku konsolosê tirkan tim guhdarya xwe datîne ser weþandina RIYA TEZE li Ermenistanê. Jêra her hejmar tên tercmekirin lê „ Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji terefê tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin" (Kovara Çira, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11). Rûpela 12-a ya wê kovarê da tê gotinê, ku Neymark nameke xwe ya mayîn da (09.05.1935), ku ji serokê qismê 1-ê yê wezareta karên der va yê Sovyetistanê ra þandîye, awa nivîsîye: "Li gor agahdarîyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz(6) di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnama "Riya Teze" hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îþareta dijminatîyê ye". (7)

Welatê Sovêtê da pirsên wa gelekî dizîva dihatine xweyîkirin, bi rêyên KGB dihatin kontrolkirin û tev berpirsyaran dihat kerkirin. Dibe ew bû sebeb ku berpirsyarên rojnemê (berpirsyar û cîgirê wî), ji wan tiþtan agahdar bûn, ji bo wê çendê jî usa gelekî fesal bûn, nedihîþtin gotarek, cimlek, yan hema peyveke bi þik rojnemê da bê weþendin. Salên hilweþîna weletê Sovêtê em ji pê hisyan, ku rêdaksya rojnemê gelek neme, rojneme, kovar, kitêb ji Kurden welêt, Ewropayê û ji xêrxwezê Kurdan distandin. Ew usa dihatin veþartin, ku kesî nedidît. Salên pêþyê hindik lê yê dewî gelek sîyesîmendar, rewþenbîr, xwendevanên Kurd ji Kurdistanê, weletê Ewropayê, heta yê ku bajarê Moskvayê, Lênîngiradê û bajarên Sovêrêye dinda dixwendin dihatin Yêrêvanê, rêdaksyayê dibûn mêvan, dîsa berpirsyarya rojnemê xwe dûrî wan digirt û degme derheqa wan û hetina wan da înformasya diweþend.

Wekî li cem serokatya Komara Ermenistanê þik li ser amintya wan çê nebe, derheqa destanînên kurden Komarên Sovêtêye din da jî kêm diweþandin.

Ev pirr fesalbûna berpirsyarên rojnemê  me tînine wê fikirê, ku him li ser wan kontroleke pirralîye giran hebûye, him jî nexwestine heyîtya rojnemê û kursyên xwe bikine bin rîskê.

 

Dema derheqa nivîskarên kurd Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Mîroyê Esed, Emerîkê Serdar, Egîtê Xudo axaftin dibe, meriv nikare wê rojnemê bîr neyne. Temamiya jîyana xwe ya efrandariyê wan di xebata vê rojnemê da derbaz kir. Dewsa qelema wan, bawarkî li ser her perr, her gotar û înformasiyona rojnemê heye. Vê fikirê bi gîþkî derheqa rojnemevanê navdar Tîtal Mûradov da kare bê gotin, ewî jî bawarkî sî-sîwpênc salên emrê xwe karê rojnemê va girê

Di karê pêþxistina RIYA TEZE da emekê katibê wêyî cawdar nivîskar Babayê Keleþ, nivîskar û rojnemevan Têmûrê Xelîl, rojnemevan Hesenê Qeþeng, Girîþayê Memê, Rizganê Cango, Pirîskê Mihoyî mezine…Her yekî ji van, 15-20 salê jîyana xweye efrandar dane karê RIYA TEZE.

Li weþenxanê RIYA TEZE bi destê Egîtê Abasî, Porsora Sebrî, Letîfê Emer hatye çapkirin. Karên xweye rewþenbîriyê û zaniyariyê ji rêdaksiya vê rojnemê dest pê kirine, yanê demên kurt li wur xebitîne kurdzanên bi nav û deng, akadêmîkê akadêmiya Ermenistanê Þekroyê Xudo, pirof. Þerefê Eþir, pirof. Karlênê Çaçanî, serokê para axaftinên kurdî ya radiyoya Yêrêvanê, nivîskar Xelîlê Çaçan Mûradov, nivîskarê kurdî navdar Ahmedê Hepo, xebatçîyê partiyayê Tîtalê Efo.

Demne kin usa jî rojnemê da xebitîne rojnemevanYûrayê Þaho û Paþayê Erfût.

Evan navnîþana wan rewþenbî nivîskarane yên biresmî di rêdaksya RIYA TEZE da xebitîne.

Lê yên ne resmî? Bawarkin temamya rewþenbîrya kurden Ermenistanê, ji Erebê Þemo girtî heta min û yên ji pey min ra jî rojnema ya xwe herab kirine û çi ji destê wan hatye ji bo pêþxistina wî dezgê kurdewarî kirine …

Û bi qewata tomerî,  rojnema me bi bilindayî û baþbûna xebata rojnemegiryê, pirofêsynalîzmê ji rojnemên komarê danedixist…Jêra hesav rûdiniþtin, xebata wê ne ku tenê Ermenistanê lê welatê sovêtê da bilind dihate qîmetkirin. Sala 1980 î ji bo 50 saliyê ji alyê hukumata sovêtê da hêjayî xelata „Nîþana Hurmetê“ bû.

Gelek xebatçiyên wê bi hurmetneman hatibûn xelatkirin, hêjayî navên emekdaryê bûbûn, endemên yekîtya nivîskar û rojnemevanên welatê Sovêtê bûn.

Di dîroka rojnemegirya kurdî da rojnema RIYA TEZE di warê pêþxistina ziman, edebyet û rojnemevanyê da xweyê rol û cîkî tebyete.
 

Ez nizanim arþîva rojnemê, bi tomerî tê xweyîkirin û eger bi tomerî hatibe xweyîkirin lêkolînvan karin wûrda rastî gelek dokûmêntên balkêþ û giranbiha bên.

***

Rojnema RIYA TEZE bû ênsêklopêdya jîyana gelê Kurdê Sovêtê îlahî ya Ermenistanê. Ew   dîroka zêndî ya pêþdaçûyîna çand, kûltûra wê para gelê kurd e. 

 

 

 

 

                                                   Çavkanî

1. N.X. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê ermenî, Yêrêvan  1959, rû. 245.  KURDZANÎ –VII; Yêrêvan 1975, bi zimanê rûsî, rû 11-13.

2. X.M. Catoev, Kurde Ermenistana Sovêtê, bi zimanê rûsî, Yêrêvan 1965; ru 43.

3.Dîsa li wur, rû 148.

4. HAWAR, sal 1; hejmar 8; Þam 1932. Ji elfabeya erebî-farisî wergerandin û ji nuh ve nivîsandin Mihemed Bekir, HAWAR, cild 1;  Stokholm 1987.

5. Firîda Hecî Cewarî; HECÎYÊ CINDÎ-jîyan û kar, Yêrêvan 2007; rû 36.

6.Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk yên Tirkîyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê bû, ku bajarê Ermenîstanê yê duda ye).

 7. Min ev melûmetî û ya (6) a ji gotara Têmûrê Xelîl ya bi navê: „Rojnema Kurdî ya here jîyandirêj RYA TEZE“ hildaye. Kovara ROJA NÛ, N 52; sala 1998.

 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere