FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dewlet Elî
Dereshi@gmx.de
Berê binyatê avakirna Civaka (Xeleka-1)
03 Adar 2010 Çarþem Saat 22:44

Dema mirov diçîte di nav malprrêt kurdî da, berperêt rojneme û kovar û kitêba vedidet, li civat û dîwana di rwînît û dest bi danustandina diket, dê mirov li ser sedan babeta helbît, manþêtêt gelek mijara bînît, gelek cara dê cirre û cedel, sera vî babetî û wî babetê he, vê hizrê û wê hizra he, vê 'hizbê wê 'hizba he, çêbin û dê di wan cirre û cedela û danustandina da,  rihêt navçavêt mirovî stwîr bin û dê bêhnhelmay mînît, her kesek xwe didanît yê zana û þehreza, yê 'heq û yê dirust. Her wesa bi seda babet li ser siyasetê têne nivîsîn, bi seda þi'ir û rêzbendêt evînê û med'ih û sena, têne nivîsîn. Bi seda xwe bi feylesof didanin û dema di çine di nav mijarêt felsefê da, xwe bi çi Eristu û Eflatona naden.

Hemî dergeh têne qutan, bitinê dergehek nebît, her çende ew ji hemî dergeh û babeta mezintir û giringtire û qutana wî ya fere bo çûna di nav dinyayeka rohn da, bo danana bingehekê mikum bo civakeka serkeftî û pêþkeftî, lê pa kêm cara qesta wî dergehî tête kirin. Merema min jî bi vî dergehî, zarokin (biçwîkin).

Berî ez biçime di vî babetî da, min divêt ez li dwîf þiyana xwe pêzanînekê bideme têgeha zarokî (biçwîkî), ka biçwîk çîye?? Her çende min gelek cara pêkol kirîye, ku peyvekê, hizrekê di hizra xweda çêkem an vehînim, ku derheqê wesfa biçwîkî bît, lê ez neþyayme bi dirustî wî wesif bikem, an jî heqê wî bidirustî bidemê, lê dîsa jî li def min, biçwîk wekî milyaketekî ye, ronahîyeka pîroze û divêt mirov bi xiþû'i û tirs ve serederiyê digelda biket, û bi rêkêt dirust, da ku mirovekê saxlem jê derbêxîn, da civakeka saxlem danîn.

Biçwîk xudan ru'hekê bê zar û ezmane, ketîye ser bextê me…û em û bextê xwe…!!

Di derheqê biçwîkî da, min gelek gilî û gazinde, berî hemya li ser xwe hene paþî li ser ragehandinê bi rengekê giþtî, paþî vêra diçît heta ku digehîte her êkê dî ji me. Birastî di welatêt me yêt rojhelat da, heta nuke nirxê biçwîkî nehatîye zanîn, texsîryeka mezin di rasta biçwîkî da tête kirin di hemî wara da û em hemî di berpirsîn di vê texsîrîyê da, her ji desthelata biçwîk bigre (malê) heta ku digehîte desthelata mezin (sîstêma desthelatdar). Gelek cara ez di hizra xwe da dibêjim, heke li her welatekî, wezareteka taybet heba bi navê (Wezareta Zaroka), bi tinê karê wê  pirsa mafêt zeroka ba, wergirtina hizr û bîrêt wan ba, avakirin û berhevkirna wan ba bo paþerojê, hemî delîvêt baþ bo vekirban bo jiyaneka xweþ  û re'het û piþtrast û serferaz, hemî rêkêt êmnahiyê û serkeftinê û xandin û zanînê bo peyda kirban. Giringîya wê wezaretê ji giringîya  hemî wezareta pêtir ba, wî demî da hemî dewlet (welat) di pêþkeftî bin.

Avakirna welata bi avakirna mirova destpêdiket, wekî me gelek cara gotî, mirov bingehê civakê ye. Lê avakirna mirovekî jî ne hind ya bi sanahî ye, ne bitinê ewe ku em biçwîka peydakeyn, xarin û vexarinê bideynê  û libasî bikeyne ber, avakirna biçwîkî ji hemî kara mezintire û pîroztire û barê wê li ser milêt me hemya ye.

Da biçwîkekê saxlem avakeyn, divêt em di wî bigehîn, qwîna'xêt jiyana wî baþ bizanîn, pêtvî û giringîya her qwîna'xekê di jîyana wî da bizanîn, kêncêt ku karê xwe li ser jiyana wî diken bizanîn, her ji despêka jiyana wî heta ku dibîte mirovekê vegehiþtî. Lewra jî min viya ku ez qwîna'xêt jiyana zarokî bideme niyasîn û pasî her êkê cuda diyar bikem:

 

Qwîna'x'xêt jîyana biçwîkî:

 

1. Qwîna'xa berî bûnê ( hêþta di Malbiçwîkî da)

2. Piþtî jidaykbûnê (biçwîkatî)

3. Sinêlî û Cihêlînî

4. Qwîna'xa vegehiþtinê

5. Qwîna'xa pîratîyê.

 

Her qwîna'xekê saxletêt xwe yêt heyn, dê di xelekêt dî da hêne diyar kirin, hîvîdarîn biþêyn di derheqê babetî derkevîn.

 

02.02.2010 Neuss

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere