FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Evdila Dirêj
evdiladirej@hotmail.de
Aferîn Rojda
27 Sibat 2010 þemî Saat 19:57

Evdila Dirêj

 

 

Aferîn Rojda,

 

aferîn dengxweþa kurd!

Aferîn keça kurd a delal!

Aferîn delala me. Aferîn bedewa me. Aferîn dengxweþa me.

Aferîn hunermenda delal a kurd.

Xezala Xerzî!

Soz!

Heke zemanekî were ez bibim nêçîrvanê xezalan, ez dê te ji navê rakim ji xwe ra!

Heta niha min te nas nedikir, dengê te seh nedikiribû.

Ew roj bi tesadûfî rast li nûçeyekî di derheqê te da hatim di înternetê da.

Ku te nexwestiye, biçî civîna Teyib Erdogan a bi hunermendan ra,

civîna hunermendên dezgehên Turkiyeyê ra.  

Nûçeyekî di derheqê binçavkirin û berdana te da hebû, di rojnameyên înternetê da.

Di wan rojên ku civîna Erdogan a bi  „huneremendan“  re aktûel bûbû di çapemeniyan da.

Te bala min kiþand.

 

Tiþtek ku bala min bikiþîne, lê hûr dibim.

 

Çiqas stran û nûçeyên li ser navê Rojda hebûn, min lê guhdarî kirin, xwendin di înternetê da.

4-5 saetên min girtin, gera li pey Rojda ya di malperên înternetê da.

 

Ji dil guhdar bûm li te.

 

Te çi dengêkî delalî xweþ heye, ku þalûl û bilbilê hewselê dorê didinê.

 

Min strana Helîmcanê belkî bi hezar caran guhdarî kiribû,

lê ne mîna xweþikiya dengê te yê nermiya beyaniyê.

 

Dengê te yê nermiya beyaniyê; bîranînên nîvçemayî yên xortaniya min a ku li derûdorên Sîpana Xelatê virda wêda belavbibûn, mîna bayeke hênik gîhande min.

 

Gîhande min.

 

Min ê ku di dema niha de  „Ez“ e.

 

Ez ê girtî û miþextê romê.

 

Ez ê ku wirde wirde, parî parî bûme, li miþextiyê.

 

Lê strana „Wey dil“?

 

Ku te û Þakiro di klîbekî da dane ber hev.

Þakiroyê dengê serhêdê.

Serheda ku rehên zartiya min tê da hiþk bûne.

Min nizanibû ku dengê Þakiro ewqas xweþ e bi dengê te ra.

Stranên Þakiro ku ji zartiya xwe vir de pê ra dijîm..

 

Ew ê ku tûra parsê li mil e û li heft dewletê ecnebî digere ez bixwe me!

Fena dara bêþalûl û bêbilbil ez im.

Ez im baxçeya xas a bêgul.

Xeman naxwim!

Deng û peyam xwe digihînîn pêjerojê.

Binihêre; Meryamxan, Eyþeþan û Gulbihar bihuþtîne û dijîn.

Ji ber ku xwe gîhandine pêþerojê ew dê bijîn.

 

Destûrê bide ez ji te ra bêjim Rojdacan.

 

Rojdacan,  

 

heta niha min gelek kesan pesinandiye û pê ra serniþûv bûme.

Pesnandanên min, ez derewîn derxistime.

Xem nake!

Hez, beriya rexneyê dipesinîne.

Wexta min li deþta Mûþê li Þakiro guhdarî dikir, tu hîn nehatibûyî dinyayî.

Heqê min heye ku ji te ra bêjim:

 

Nebî tu rewþa xwe xirab bikî!

 

Bextê te me wî dengê xweþik bigihîne pêþerojê.

 

Min dengê „weydil“ heta dawiyê vekiriye lê guhdarî dikim.

 

Cîrana min a biyanî li deriyê min da, gazinc kir û got;

„bi dengê bilind ê mûzîkê aciz dibim!“

 

Min wê keremê hundir kir.

 

Dengê te pê da guhdarîkirin.

 

Ket bin tesîra dengê te û dev ji gazincan berda…

Niha em bi hev ra li te guhdarî dikin.

 

Her du çavên te maçî dikim. 

 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere