FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hêvîdar Zana
hevidar_zana@hotmail.com
Bahol (*)
25 Sibat 2010 Pênþem Saat 11:54
Ji bo kesên ku weke min pir digerin, bahol yan jî çenteyên mezin pir girîng in. Ez hez dikim, bahola min jî bi qasî çenteyê min yê destan bedew xuya bike. Lê her wiha, divê hemû pêdiviyên min yên ji bo seferê jî tê de bi cî bibin.  Ez dibêjim pêdivî, lê hûn wisa fêm bikin ku ez nîvê hebûna xwe bixwe re digerînim. Hema çi tiþtê dikeve ber destê min ez davêjim baholê. Piraniya wan jî bêyî ku werin bikaranîn ji seferê dizîvirin. Lê bûye adetek û ez nikarim biguherim.

Ez, ta û derziyê jî bixwe re digerînim.

Li balefirgehan bi kiþkiþandina çente re milên min jî ji cî derdikevin, lê weke min got, ez ji koçeriyê hez dikim û dixwazim temamê hebûna min li ser piþta min be.

Lê tucaran nehatibû bîra min ku ez girêdanekê di navbera baholan û azadiya jinan de çêbikim, heta ku wê rojê min di trênê de ji du jinên temenmezin bihîst.

Ez hez dikim li þûna erebeyê bi trênê çûnûhatinê bikim. Ev yek hem ji bo jîngehê baþ e û hem jî ez dikarim li þûna ajotina erebê, ji xwe re pirtûkekê bixwînim.

Wê rojê ez li hemberî du jinên navsere (pîr) rûniþtim.

Bi rengekî giþtî ev jinên pîr li Ewropayê pir ji axaftinê hez dikin. Dema ku ew dest pê dikin, bi seetan dirêj dikin. Kovareke magazinê di destê min de bû, lê min tiþtek ji xwendina xwe fêm nedikir, ji ber ku guhê min li ser wan bû. Behsa bûkên xwe, neviyên xwe, êþa kab û piþta xwe û her tiþtê ku dikare bibe mijara axaftinê, kirin. Di wê navberê de li rawestgehekê xanimeke gênc tevî baholeke mezin kete hundirê trênê.

Herdû pîran bi hev re temaþeya wê kirin û vê carê bahola wê ji xwe re kirin mijar. Yekê ji wan got: “Tu dibînî ne, baholên niha çiqasî pratîk in, pêwîst nake ew li ser milê xwe kin yan jî rahêjinê, hema bi pey xwe de dikþînin û li temamê dinyayê digerînin. Ma weke zemanê me ku me ew baholên giran hildigirtin û piþta me di bin wan de diêþiya”. Pîra din lê vegerand: “Erê di zemanê me de baholên bi tekel tune bûn, lê mêrên kubar û centilman hebûn, nedihiþtin em du gavan tevî baholê bavêjin û ew yekser ji destê me digirtin. Jinên vî zemanî hingî behsa azadî û wekheviyê dikin êdî mêr jî newêrin destê xwe bavêjin çenteyê wan û alîkariya wan bikin, centilmanî nema ye”.

Diyaloga wan dirêj bû, cihê min têrê nake ku ez tevî li vir binivisînim, lê bi rastî balkêþ bû. Ez li ser fikirîm.

Ez jî jineke vê serdemê me û azadiya min ji bo min pîroz e. Lê ez hez dikim ku centilman jî hebin. Weke nimûne ez hez dikim ku li ser riya seferê mêrek yan jî xortek çenteyê min yê giran ji destê min bigre û ji min re bigihîne ber trênê. Bi heman rengî hez dikim ku deriyê erebê, yê malê yan jî yê dikanekê ji min re veke û bihêle ez berî wî derbas bim. Hez dikim, li wî cihê ku amade bim, servîsa çay, qehwe, xwarin û vexwarinê berî mêran ji min re were kirin û gelek tiþtên bi vî awahî ku nîþana kubariya mêrên vê serdemê ne.

Li ewropa di vî alî de tu pirsgirêk tune ne û di van meseleyan de weke ku ingilîz dibêjin muameleya “ladies first” li gel mirov tê kirin. Meseleya hilgirtina çenteyan jî bi rengekî ji rengan çareser bûye. Çenteyên vê serdemê wiha hatine çêkirin ku ji bo hilgirtina wan pêwîstiya mirov bi hêza bedenî tune be. Jixwe mirov hilnagire, li pey xwe dikþîne.

Lê mixabin di nava civaka kurdî de gelek caran mirov rastî muameleyên wiha tê ku devê mirov vekirî dimîne.  Ez bawer nakim ku sedema vê yekê helwesta jinên vê serdemê be. Mêrên kurd û yên rojhilata navîn bi giþtî ne kubar in (centilman). Nezaketa li hemberî jinan ji civakên rojava derbasî nava me dibe, lê pir hêdî belav dibe.

Ez dizanim hîna jî li gelek deverên welatê me, jin piþtî mêran li ser sifreya xwarinê rûdinin û jibermayên wan dixwin. Min bixwe dîtiye ku di rêwîtiyê de jin û zarok xistine dawiya pîkabeke servekirî û mêr ketine pêþ. Xwarin û vexwarin di civatan de pêþî diçe ber mêran, paþê diçe ber jin û zarokan… Hûn dikarin vê lîsteyê li cem xwe dirêjtir jî bikin. Dema ev tiþt hatin bîra min, min ji xwe re got, xwezî pirsgirêka me jî bi tenê hilgirtina çenteyan bûya!
 (*) Ev nivîs li Hewlêrê di kovara Warvîn de bi soranî hatiye weþandin.
Xelefê Torî
Centilman yan helohermetîko
Spas, xwîshka Hêvîdar ji bo vê nivîsa cuda, lê ew centilmanên ku tu qala wan dikî, di zimanê me de helohermetîk in ku bi kelevajîkên xwe, xwe shahîk dikin û jina dixapînin. Ew kesên wiha xetereke gelekî mezinin, divê haya hemû jina ji wan sixtekaran hebe. Xwedê hefza dilpakan ji wan bike!
29 Adar 2010 Duþem Saat 15:39
azad hesko
bahola te bexcika diya min ani bira min
tû her hebi hêvidara hêja ji bûni ve nivisa teya balkêsh gelek çaran diya min di xeyidi ez zarok bûm dema bi re diket min bexcika we ari we radikir
shanse te kû ez nezki tebûna mini arikari bi tera ji bikra .
2 xwarina zilaman beri jinan hin tishtek xerab tir hebu di welate meda
dema shahik yani dawetek çebuna xwarin ji ber zilaman tanin ber zarokan qet ji bira min naci carki xwarin ji ber zilaman rakirin daku binin ji zarokan re min êrishi tepsiye kir aw xwarin hemi bi sere min de rejiya
10 Adar 2010 Çarþem Saat 18:32
Kawa Shêxê
destê te sax bin hêja Hêvîdar,
Mijara te gelekî xwesh e, û bi taybet shêweyê ku te pê dest pê kiriye, lê ez dibînim ku mersela jin pishtî mêran nan dixwin, merselak însanî ye, bêtir ji ku centilmaniye. Yanî gelek caran ew jina ku bi seeta di wî nanî de xebitiye, nan jêre nemaye, an jî mecbûr ma ye ji bermayîna bixwe. Ew merselak rast e, û gerek bû li ser were axaftin: chima di civaka me de, û hinek civakên derdorê jî de Jin û mêr bi hevre nan naxwin (ne tenê di chaxa hebûna mêvanan de, lê carna jê mêr tenê ye jî û dîsa jî.
27 Sibat 2010 þemî Saat 20:04

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere