FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bêwar Brahîm
bewar.brahim@yahoo.com
Suryalizma Kurdayetiyê û pêvedana sozên sexte û derewîn
24 Sibat 2010 Çarþem Saat 11:02

 

Jibîrkirina miletekî libexwedayî û têbîrên jiniþkave ji aliyê dijmin ve:

Þer nexweþe, bi çi þêwazê be, bi çi rengî be þer nexweþe, þer bitenê ji kesên þerxwaz re xweþe û hewldanên bêhempa dikin ku agirê her þerî neyê vemirandin, vajî wê kesên ku naxwazin þer bikin, her û her þaxên zeytûnên aþtiyê ji destên xwe bernadin hewl didin bi çi þêwazê be agirê her þerî bê vemirandin. Lê dema þer were ber deriyê mirov û ew derî li ber þer bi heft xilq û heft kilîtan xilqandî bin û þer bi hêza zorê dixwaze derbas bibe hingê destnehêlan li ber rewþeka wisa dibe radestî û radestî ji cegerdaran re xwekujtine.Gotinike heye dibêje:

( Pirtûka vekirî mejiyeke diaxive, ya girtî hevelake bendeware, ya jibîrkirî giyaneke lêborînxwaze û ya çiryayî dileke digrî). Jiyana miletê Kurd taybet li Bakurê Kurdistanê  jî weke jiyana pirtûkan, geh vekiriye, geh girtiye, geh jibîrkiriye û geh çiryayî ye. Min pirtûk kirin nimoneya jiyana miletekî ku ji berbanga dîrokê û ta roja îro liberxwe dide û hê ne gihaye mirad û armancên xwe, ji ber pirtûk bîrdanka ku toza jibîrkirinê ji ser jiyanên ku derbas dibin û mirov wan jiyanan  jibîr dikin dimalînin, pirtûk bi hemû hêz û þiyana xwe bîrdanka mirovahiyê û jiyanê diparêzin.

Destpêka tevgera rizgarîxwaza kurd li Bakurê kurdistanê ji aliyê qada navnetewî jibîrkirin bû, geh bi mebest ji bo xatirê çavên dewleta tirk û geh bê mebest, ji ber jibîrkirin yek ji zagonên welatên bi hêz û maldare ku welatên bindest jibîr bikin. Jibîrkirin û nejbîrkirina xelkê ji Kurdan re ne kêm dikir û ne zêde, xema wan her ew bû ku ew xwe bi xwe di bîra hev de bimînin û hevdû jibîr nekin. Hêz û þiyana miletê Kurd ku sal bi sal agirê wê dibû rûbarên ji volkanên vêketî, dewleta Tirk bi taybetî û endezyarên pirojeya Rojhilata navîn ya mezin bi tevahî tirsandin û ew bê çare man ka çawa ji vê liv û tevgera ku agirê wê venamire felat bibin? Miletê Kurd rojekê neþerxwaz bûn, ew her dem hilgirên alên aþtiyê bûn, lê dema hilgirtina wan ji alên aþtiyê yên sipî re di çavên neyaran de bû radestî û newêrekî, neçar man ku perengên agirê þer di destê xwe de vêxistî bihêlin û þoreþên ji bo azadî û felatê venemrînin.      

Sazvaniya suruþta liberxwedanên bê westan:

Di pêvajoyên rizgarkirina welatan de ti milet weke miletê Kurd pêrgî têkçûn, kulibandin û jibîrkirina ji aliyên dost û dijminan ve nebûne, lê vî miletî serê xwe ji yek têkçûnê re dananî. Rojekê serê xwe dananî ser milên fîxan û þikestinan û negiriyan. Miletê Kurd bi rêya berxwedanê pêvajoya bi hezarên salan berdewam kirin, têgihabûn ku di çavên dijminê xwe de weke Berazan xuya dikin û di zagonên her sê dijminan de( tirk, faris û ereb) goþtê Berazan herame, ev milet dan ber kuþtin û talanan, goþtê wan diyarî Berazxwaran kirin û bi hestiyên wan keþtî û belafir, top û tank ji xwe re çêkirin. Ji roja ku welatên Rojava (Europa û Emerîka) nexþeya porojeyê Rohilata navîn yê mezin çêkirin û di 9 Nîsana 2003 an di warekî praktik çesipandin, tevgera rizgarîxwaza miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke zîz û hestyar bû, ma li ser kevîka têwerbûna geliyên Guran, bi tenê du rê li pêþiya vê tevgerê vekirî bûn, yan karwanê berxwedanê rawestînin hingê wê ew rawestbûna wan biba sira bayê têwerbna wanî di geliyên mirinê de, yan bi çend gavên mezin xwe vekþînin, bi cegerdarî, wêrekî û bi çavgirtînekê bê tirs xwe di ser wan geliyan re çembikin û derbasî aliyên din bibin. Vê tevgerê ji pilankar û endezyarên pirojeya Rojhilata navîn yê mezin re çesipandin ku ew ranawestin, xwe di ser geliyên dewleta Tirk yên mirinê re çemkirin û pêvajoya tevgera rizgariyê berdewam kirin. Ev çemkirina wan ne di pilina wan endezyar û pilankarn de bû, ji cegerdariya meletê Kurd susertmayî bûn û naskirin ku sertewandin û radestî di ferhenga jiyana wan de peyda nabin.      

Çima dûmahiya desthilatên diktatorên rabirdû ji yên dahatû re nabe nîþan û hiþhatin û xwedûbarekirina wan ranaweste???

Yek ji galteyên jiyanê li ser ramanên piraniya mirovan ku wan dide bawerkirin wê sermed û jîndar bibmînin, kiralên mirinê nêzîkî jiyana wan ya li vê cîhanê nabin, wan didin jibîrkirin ku berya ew çêbibin dilopek av bûn di piþta bavên xwe de û rojekê wê bê ku ew dilopa avê bibe komek hestî di dilê gorekê de, ev jî heke bayê qederê xwediy a/ê wê dilopa avê ji nîvê rêka jiyanê bi xwe re nebe. Ev mirovên ku bê hempa þîhîna zilm û zora xwe li ser miletên bindest bilind dikin û ew diktatorên ku bi mirinên susrt ji vê cîhanê barkirin ji wan re nabin nimone û nîþan ku zilma xwe li ser bindestan rawestînin???

Min pirtûka Edolf Hêtler( Berxwedana min) ji mêj ve xwendibû, min xwest careke din bixwînim, bi þev ev pirtûk û bi bi roj jî romana ( Ahenga Nêrî) ya Maroyo Barakas Yosa dixwend,piþtî min xwendina her dû pirtûkan bi dawî kir, piraniya diktatorên vê cîhanê weke rêzefilmekî di ber çavê min re derbas bûn, vê pirsê bi hêza zorê xwe li ser perdeya guhê min danî:

- Gelo, çima dûmahiya van diktatoran ji desthilatên ku zilm, zor û setemkariyê dikin nabe nîþan û hiþhatin, ma nimûne ji dûmahiyên wisa dijwartir gelo di jiyana ti mirovî de çêdibin???

Zîrektirîn milet di cîhanê de ewên ku bi tena xwe radihijin xetîrên pêþketin û þaristaniyê, dagirkerên Kurdistanê ne kêmî Edolf Hêtler û Refaêl Tiroxêyo ne, ew jî bê hempa ji xwe bawerin ku wê sermed û zindî bimînin mirin nêzîkî jiyana wan nabe, ji dilê vê baweriya kor, bê layan serên mirovên bêsûc û sivîl didin ber serperînên xwe, li þûna gorên bi dîdevan bîrên ava esîdê û ava kezabê dûrêzî hev dikin laþê þehîdan di wan bîran de bingor dikin, kevokên aþtiyê serjêdikin ji xwe re dikin þîv li ser maseyên xwe datînin, xwîna wan kevokan dikin unbîd û þitêlên zeytûnên ku kirin û nekirin ji nav niklên wan kevokan dernexistin, tevli niklan ji xwe re kirin êzing ji agirê þevbuhêrkên zivistanên xwe re.

Aþtiya ji sênga asman anîn xwarê û di zindanan de dîl kirin:

Dema þahiyên aþtiyê li seranserî Bakurê Kurdistanê vêketin, ji wan dêmenan gelek deverên cîhanê devjihev man, hêsirên dilþadiyê bê destûr ji gelek çavan bariyan, ez kêm..kêm caran li ber Tv rûdinim, lê dema bûyerên ewarte çêdibin wek roja lidarketina wan þahiyan yên banga aþtiyê li Bakurê welat ez xwe dispêrim ekrana TV, di wê rojê de gelê Kurd bi refên kevokên sipî û bênderên þitlên zeytûnan raya navntewî mat, susret û devjihev kir, bi pêngavek nefsbiçûk lê mezin, di qada cengeka gerim de lê zelal ,sipî û bê xwîn… pêka aþtîxwaziyê li ser xaka hebûna xwe çesipandin. Hingê wê kêf û þadûmaniya li ser miletê Kurd xwe bi xwe dîroka xwe nivîsand û xwe derbirînkir, ez ne bawerbûm ku ti pênûsan dikarîbû di ber wan dîlanên evîniya aþtî û azadiyê re bighê û wan kêlîkên weke ewran bi lez derbas dibûn bigre û binivîsîne. Lê dijminan ew  roj û kêlîkên dilþadiya miletê Kurd li gora dilê xwe fam kirin, bi hiþmendî xwe li þaþtiyê kirin xwedî û ev pêngava aþtîxwaziyê çogþikenadî kirin, bi devê tivingên zorê ew pêngav ji nav xaka aþtiyê derxistin, di girtîgeh û zindanan de girêdan û dîl kirin.

Dema ku welatên Rojavayî cîhanê li hev civiyan û pirojeyê Rojhilata navîn yê mezin gengeþe kirin û biryara çesipandina vî pirojeyî di warekî praktik de standin deng ji ti welatên Rojhilata navîn  nehat, tev ji vî pirojeyî susret û matmayî man, di serê wan de tirkiyê ya ku ji ber rojhilatbûna xwe þerm dikir û bi çavekî Rojavayî li xwe mêze dikir jibîr dikir ku li dirêjahiya dehên salan bûye sêwiya ber deriyê Y.E û ev derî li ber venabe, lê her wê xwe li ser Rojava dihesiband û pirsgirêkên ku nedihiþtin ew derî li ber vebe jibîr dikir. Ta guherîna nexþeyên Rojhilata navîn destpêkir û miletê Kurd li Baþûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di nûkirina van nexþeyan de berz bûn, ew jî bi saya berdewamiya meþa bê westan ya karwanê doza azadîxwaziyê û berxwedana jib o mafê çarenûsa Kurdî. Ji nû ve tirkiyê bi xwe hest bû ku ew ne Rojavayî ye û çekên nû li kêleka çekên leþkerî  ji bo qirkirina miletê Kurd afirand.  

Cerdevanên  gundê TRT6 û karwanê þaredarên destkelepçekirî:

Desthiladarên dewleta Tirk di roja îro de dixwazin bi zanebûn û bi þerekî sar miletê Kurd qir bikin, lê giyanê vê dewletê yê þerxwaz zora zanyariya wê bir, karwanê aþtîxwaz destkelepçe kir û li ber deriyê zindanan dûrêzî hev kir û bê þerim zagonên aþtî û dilinyabûnê binpê kir ji her bîrewerî re eþkere bû ku( Vebûna kurd) li Bakurê kurdistanê ji aliyê desthilatê ve naskirina rêjeya jenînê bû di damarên Kurdîniya milet de. Piþtî wî karwanê þaredaran yên destkelepçekirî min hizir dikir  yek Kurd ji Bakur ku bibêje ez Kurd im baweriyê nema bi desthilata tirk tîne, taybet ewên ku derbasî gundê cerdevanan TRT6 bûn û dest bi karê cerdevaniyeke nû kirin, cerdevaniyeke modern, ne tiving jê re pêwîstin, ne jî kuþûtina mirovan, ku dewleta Tirk sed salên din þerê gelê Kurd bikra nikarîbû himberî rojekê serketinên vê moderniyê bi destxînin, armanca wê ya herî bi hêz û þiyan lînçkirin û kuþtina ziman, dîrok, wêje û kultura Kurdî ye. Kurdayetî cudabûna idyolojya nas nake, ez ji dê û bavê xwe hîn bûme, ku Kurd li kîjan aliyê biserketin serketinan wan serketina me ye û li kîjan alî biþkin, þikestina wan þikestina me ye, çendî raman û nerînên me ji hev cihê bin, lê wekî Kurdayetî rêbaza me ye pêwîste di þikestin û serketinan de em li kêleka hev bin.

Di gurbûna þoreþa Agirî de, Dr.Þikrî Segban serperiþtekî herî bilind bû ji vê þoreþê re û yek ji damezrenerên komeleya Xoybûnê bû, lê piþtî têkçûna þoreþê û jihevketina komeleya Xoybûnê Dr. Þikrî Segban li Kurdayetiya xwe zîvirî, giha hêzên Kemalizmê û dest bi nivîsandina dîroka tirkî ya nûjen kir. Çi xwendevanê ku serwextî dîroka þoreþa Agrî be wê Dr. Þikrî Segban xweþ nas bike û rola wî ya giring di rêveberiya vê þoreþê de zanibin, min xwest vî mirovî bikim nimone ji gelek Kurdên emro re, ku di destpêka pêvajoya xwe ya Kurdayetiyê de gelek cangorî danîn û di navbera þev û rojekê de çeka pêvajoya liberxwedana xwe danîn û xwe radestî bin pêlavên dijminan dikin, bê ku li dawiya xwe biramin û ji dahatûyên xwe hem bipirsin û hem jî bitirsin, wê sibe miletê Kurd çi lanetê li me bînin, bê çawa îro lanetê li xayinên dema rabirdû tînin???

Kurdayetî hunereke suryalizme, ne her çav û dil ji vê hunerê têdighêjin, mercek bi tenê ji têgihiþtina vê hunera suryalizm  re pêwîste, ku ew Kurd bi her tiþtên xwe Kurd be, bi dilê xwe, bi wijdanê xwe, bi rabûn û rûniþtina xwe û ji xwe ya herî giring bi zimanê xwe. Kurdayetî weke jiyanê ye û jiyana bê av mirine, ava Kurdayetiyê dilsozî û wefadariye. Tirk dixwazin bi çi þêwazê be taybetî bi rêya ragihandinê vê dilsozî û wefadariyê bêromet bikin, min ew hizir dikir piþtî wî karwanê destkelepçekirî yek mirovê Kurd di TRT6 de namîne, bi kêmanî wek helwîst dest ji karê xwe yê cerdevanya modern berdin, lê dengê hin siyasetmedar, hunermend û rewþenbîran di bin perdeyên aþtîxwaziyê de bilind dibin û daxwaza vê VEBÛNA KURD ya ku ji kok ve venebibû berdewam dikin û bi dilekî hesinî li keþtiyên ji hestiyên zaoryên xwe yên þehîd siwar dibin û li nav deryaya xwîna wan ya hêherikî dimeþin û  devliken derbasî mala kujerên wan þehîdan dibin, alên radestiyê hildigrin, lê xwe payebilind dikin û bi dengekî bilind dibêjin em doza aþtiyê dikin,nizanin ku dara aþtîxwaziyê di navbera þerxwazan û aþtîxwazan de dibe êzing ji agirên nevemir re.    

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere