FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Roza Kurd
rozakurd@hotmail.com
Kurdistan bi objektifa G.Kristiansen
18 Sibat 2010 Pênþem Saat 22:56

Li Stockholmê berî sersala 2010an bi du hefteyan  bokrelease / pêþengeha fotografê ku bi eslê xwe Norwecî Georg Kristiansen hebû. Wî pirtûka xwe ya wêneyan bi navê: From Genocide to Self-rule ( ji jenosidê  heta bi xweîdarekirinê/federalismê) da nasîn. G. Kristiansen ji salên 1970 yî de meyla xwe daye ser pirsa kurdî, kultur û dîroka wan. Nasîna wî ya bi kurdên Swêdê re, ji salên 70 yî de dest pê kiriye û ev yek bûye bingeha ku ew  gelek caran bûye mêvanê Kurdistanê û bi wêneyên xwe  rewþa kurdan þopandiye. 

Wêneyên wî yên ji gera  Kurdistanê  bûye  gotarên rojnameyan, mijarên Tv, reportajan û her weha di gelek pirtûkan de hatine bikar anîn. Hem  li Swêdê û hem jî  derveyî wê.

Di vê pirtûkê de, fokusa wî bêhtir li ser baþûrê Kurdistanê ye, lê belê Krisitansen wêneyên gera xwe yên  perçeyên din ên Kurdistanê jî bikar aniye. Heta niha wêneyên wî di gelek pirtûkên li ser Kurdistanê de, bi navê wî hatine weþandin. Ev pirtûk teybet ya wî ye û fotoyên wî yên  bijarte ne.

Gotinek heye dibêje; Wêneyek bi hezar gotinî ye.

 Bi rastî jî  ev wêneyên Kristiansen  xwezaya Kurdistanê, rewþa kurdan û çanda kurdî ji berdêla hezar gotinî bi çend wêneyên rengîn li ber çavan radixîne.

Georg Kristiansen, me  bi herçar demsalan re li çiya û zozanên Kurdistanê û li dîroka wê digerîne.. Me dibe bajarê Amediyê, yê li serê çiya, ji wir me dibe, behra Wanê, di nav deþta Serhedê re dibe ber çiyayê Agirî. Ji wir rêya me bi zarokên koçeran û jinên bêrivan dixe. Em dîmenên jiyana wan dibînin. Me dibe nav dar û ber û kulîlkên sor yên  buhara Kurdistanê.  Di ber çemê Firat û Dicle re, me dibe nav pêþmergeyên li baþûr. Me bi wêneyên ku bi hezar gotinî ne, dibe birîna mezin, ya  Kurdistanê bajarê Helepçe yê. Li wir, em jana kurdên sivîl his dikin. Zarokên bêguneh, qurbaniyên jenosidan nas dikin. Dûv re me dibe, deþta” jinên bî “Herêma Barzaniyan. Ji wir me dibe, dawet û þahiyên kurdan , dûv re me dibe ber goristana Mem û Zînê, ji wir berê me dide çiyayê Zagroz.  Me dibe  nav ol û êlên Kurdistanê û me dike mêvanên Beyta Laleþê.

Kristiansen bi wê jî namîne me dibe nav gundî û koçeran û dewê meþkê nîþanî me dide. Kerîyên pez û bilûra þivanî bi me didî guhdarkirin. Ji wir me dibe bajarê Amedê û hunera destan ya alavên sifir li ber çavên me radixe.

Em di  vê pirtûkê de, bi objektifa G. Kristiansen ku  di nav zêdeyê sîh salan de girtiye, Kurdistanê rengareng dibînin.

Di pirtûkê de bêguman nivîs jî hene, ew jî deqên li ser dîroka kurdan,  kurdistanê  û hin sedemên bingehîn yên rewþa Kurdistanê ne.

Texta pirtûkê ji aliyê G. Kristiansen û her weha bi alîkariya, Jamal Alemdar, Adnan Muftî û çend kesên din hatiye kirin.

Stockholm 2010-02-16

josef erdem
foto
Georg Kristiansen! Demik direje u kariki piroz dike. Serfirazi bo wi dixwazim.
20 Sibat 2010 þemî Saat 01:13

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere