FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Salih Cefer
salihcefer@hotmail.com
Kuþtina jinan
16 Sibat 2010 Sêþem Saat 11:52

Her ku ez di nava rûpelên malpêren kurdî de nûçeya kuþtina jinekê dixwînim, hestên min bi kûranî tên sotandin û gelekî têm êþandin.

Naxwazim serê xwênerên xwe bi gotareke klasîk li ser mafê jinê û sedema paþdamayîna wê binivîsînim  û nejî bidim xwiya kirin bê çi pêwistî divê ku jin ji zordarîyê rêzgar bibin.

Tiþtê ku bala min digiþîne , gava ku bûyerek siyasî diqewime,  rûpelên malperan tijî nivîs û gotar dibin, lê gava ku gulek ji gulistana civaka me tê qurçifandin tu tiþtekî ji bilî kurte nûçeyekê nabînî, lê ya herî girîng ewe ku nivîskarên me bi tirsonekî nêzîkî vê yekê dibin û bi newêrekî rexneya civakê dikin, ji xwe hêzên siyasî tiþtekî nakin, ji bilî weþana wê nûçeyê.

Nizanim çima wa li ber dilê min kelîya ku divê mirov bêje werin em tiþtekî neyî klasîkî bikin.

Eger bi rastî em dilþewatê paristina jinanbin divê em tiþtekî bo sivikirina vê zulmê bikin.

Gelo wê çiqas xweþbe ku rewþenbîr û siyasetmedar û hemû kesên pêþverû di nava civakê de piþtî kuþtin yan xwekuþtina jinekê xwepêþandanekê ji navenda bajêr bi rêkin û bidin xwiya kirin ku em li dijî kuþtin yan xwekuþtina jinanin û em van kiryaran þermezar dikin û li dij derdikevin .

Bi vê yekê wê helwest were xwiya kirin û bala civakê bê kiþandin ku em ne razîne bi van kiryaran, lê gava ku hemû kiryar derbas dibin wek ku tiþtek nebûye ev edet berdewam dike û zêdetir bibe.

Eger mirov tiþtekî nikanibe biguhere, bi kêmayî divê nerazibîbûna xwe diyar bike.

Eger rewþenbîr û siyasetmrdar û hêzên pêþketî di civakêde li dijî vê qurçifandina gulan nesekinin, wê kî vê yekê bike.

Gelekî þerme ku di çerxê bîst û yekan de ji bo hezkirina di nava du kesan de mirovek bê kuþtin.

Ta kengî wê jin werin kirîn yan firotin yan bi darê zorê bên dayîn û eger ew bêje na, gef lê werin xwarin û ev yek bibe sedema xwekuþtinê yan xwe sewitandinê.

Divê em ne tenê îdî siyasetê bikin , divê em destên xwe bidin ser birînên civaka xwe, ne tenê bi nivîsandinan yan bi simînaran lê tiþtekî li ber çavan bikin , tevî ku wê dilê hinek fewdal û êlperest û olperesrt û alîgirên wan ji me bimîne, lê divê ev yek bê kirin.

Bese bêdengîya li hember qurçifandina gul û kulîlkan.

14.02.2010

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere