FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Helîm Yûsiv
halimyusiv@hotmail.com
Dayikek min hebû
15 Sibat 2010 Duþem Saat 22:28


Yadê!


Ev cara yekê ye ku ez ê rû bi rû li her du çavên te yên henûn binerim û binîvisînim. Ew her du çavên ku min gelek caran ew ji xewê bê par hiþtin, min gelek caran ew tije hêsir kirin, min gelek caran ew giriyandin û wan jî gelek caran ez ji derbên ji piþt de, ji bêbextî û sermaya xiyaneta kesên nêzîk û ji zilm û zora dijminên xedar diparastim.
Tu nizanî, min çiqasî bêriya wan her du çavên te kiribû yadê.
Deh sal in ku min tu nedîtî. Deh sal in ku bi bayekî sivik re rihê min dilerize, bi birînek e biçûçik têm halê mirinê. Lê, bi bihîstina dengê te bi ser xwe ve dihatim, min bi guhê tenêtiyê digirt û ew ji xwe dûr dixist. Deh sal in ku ez dixwazim te bibînim û çênedibû.
Tê bîra te, cara dawî ez du saetan li ber “Qapî” yê Nisêbînê – Qamiþlo mam. Kesê ku digot wê te ji bo du saetan, ji “Binxetê” derbasî “Serxetê” bike, ji yê jixwe mezintir tirsiya û soza xwe bi cih neanî û me hev du nedît. Serxet û Binxet bi hev du ve ne yadê, lê ji bo min û te ji hev du dûrbûn wê rojê. Di nav wan de jî leþkerên du dewletên mirovxwir, têlên rêsayî, sînorên bi bombe û du zimanên ku te bi wan nizanîbû hebûn.
Te ji min re digot:
- Lawo ez te di televîzyonê de dibînim bêhna min derdikeve. Ez ji te û hevalên te yên nivîskar tiþtekî fêm nakim, lê dîsa jî heta dawiya bernama te, ez ji xwe re li we dinêrim û dizanim ku tu bi selametî û êdî dûrî destê van “Xwedênenasan” dijî.
Hemû zilamên her du dewletên ku “deþta Mêrdînê” ya berê û Amûdê ya niha li hev du parkiribûn li cem te “Xwedênenas” bûn. Ji ber ku malbat û xizm û meriv ji hev dûrxistibûn û bi ser de jî “zarokên xelkê” di nîvê þevan de ji malên wan derdixistin û nema li dayikên xwe vedigeriyan. Tirsa te jî, heta dawiya temenê te, ji wan hebû:
- Lawo evana Xwedê nas nakin, zalim in, bêwijdan in û ditirsim rojekê tu jî têkevî nav lepê wan.
Ji ber vê, wê cara ku ez ji bo xwendinê li Helebê bûm û, ne ez, lê hevalên min li Amûdê hatin girtin, dilê te dihat ku bisekine. Berî deh salan jî, roja ku min berê xwe da serma xerîbiyê ya ku ji “nav lepên Muxaberatan” germtir e, bi du çavên þil te digot:
- Lawo, hem kêfa min tê, ku tê ji van “Xwedênenasan” xelas bibî û hem jî, dilê min bi ser te ve ye, ez naxwazim tu dûrî dayika xwe bikevî.
Ji ber vê, gava ku ez ketim nav lepên wan, berî her kesî, min ji te veþart û piþtî vegera xwe, min çîrokên xwe yên xemgîn ji te re dikirin qerf, lê tu nedikeniyayî. Te ne li min, lê li jora xwe dinêrî û dest bi diayên xwe dikir, da ku Xwedê vê zora ku li vê derdorê heye, neyne serê gurê çiyan.
Wê gavê, ne dema xemgîniyê mabû, ne jî ya poþmaniyê. Êdî her tiþt qediyabû û dem dema xatirxwestin û koçberiyê bû.
Yadê,
Tiþtên ku min bawer nedikir, bûn. Ez mezin bûm, bûm bav û ji berê bêtir þîretên te hatin bîra min:
- Tu carî çênabe mirov li rûyê zarokanxîne. Melayiket li ser rûyên wan razane. Nabe mirov melayiketan ji xewê veciniqîne.
Zarokên te û neviyên te jî, hemû mezin bûn. Hinek bûn bav û hinek bûn kalik, lê carekê jî te soza xwe xeranekir.
- Zarok teyrikên cinetê ne.
Em, ewên ku rojekê teyrikên cinetê bûn, bê perî û xwas di nav sikak û kolanên Amûdê de diqîriyan û di nav wê toza tîr ya havînê de difiriyan, ji niþkê ve, li çaraliyên dinyayê, bûn rêwiyên teyrikên ji hesin û me “cinet”a xwe ji kujerên zarokan re hiþt û bûn niþtecihên zivistanan.
Yadê,
Ez heta niha nizanim çi ye ev.
Mîna xewnekê ye, mîna henek e sêwî ye. Mîna hêsirekê germ e, wisa jî mîna xeyalekê, sar e. Ji ber vê, serê sibeha pêncþema derbasbûyî, min dixwest ew nûçeya ku birayê min di telefonê de ji min re got û ez pê veciniqîm, xeyalek be. Min dixwest xewnek be. Ez demeke dirêj, mîna temenê pêxemberekî kevnar, dirêj, li benda kesekî mam ku telefon bike û bêje; ew nûçe xeyalek bû û vaye diya te li aliyê dinê xeta telefonê li benda te ye.
Nizanim ne çend deqe bûn, ne çend temen bûn, ne jî çend sedsal bûn, li hêviya wê yekê mam, ku tu hîna li jiyanêyî û ez dikarim dengê te bibihîzim.
Yadê,
Nizanim çima wê kêlîkê, ji her demê bêhtir rihê min hewcedarî bihîstina dengê te bû. Min dixwest ez tiþtekî bilez ji te re bibêjim. Ez nema dizanim bê ew tiþt çibû, lê min dixwest!
Wê çawa sibe roj, bêyî te, li Amûdê hilê.
Ev erda ku niha ez li ser dijîm, çawa dikare bêyî te, di bin lingên min de nelerize.
Heta roja çarþemê jî dinya sar bû. Her der berf û cemed bû, lê ne sermê bala min dikiþand, ne jî berfê.
Ji pêncþemê pê de, dinya, li min, sartir bûye yadê. Wekî ku erdhejek çêbûbe û bi hezaran laþên ku kesek wan nabîne, li erdê bin. Lerzek e bê navber ketiye rihê min. Min bêriya dîtina her du çavên te kiriye. Min sar e yadê û dinya ji mirovan xalî xuyanî dike.
Yadê,
Berî xatirxwestina dawî, ji ber vê gencîneya ku te ji min re li pey xwe hiþtibû, min dixwest ez, carekê be jî, bêm destê te û sipasiya te bikim. Ev gencîne, ne mal û ne jî milk in, ne zêr û ne yaqût in. Tiþtekî ku ji van hemûyan buhatir û þêrîntir e.
Te zimanek da min û tu çûyî.
Ne ji te bûya, niha yan bi zimanê dayikên xelkê ku ez ê ji dibistanan fêrbibûma, minê ev name ji te re binîvisanda, yan jî ez ê lal bimama. Ji lew re, dereng be jî, ez niha bi hezkirin û bê þerm, li her du çavên te yên henûn dinêrim û vê hevoka dawî ji te re dinîvisînim:
- Min ji Xwedê bêhtir bêriya te kiribû dayê.
.........................................................................................................
Jêder:diyarname.com
.........................................
Têbînî
Ji bo belavkirina nûçeya koçkirina dawî ya diya min, ez sipasiyên xwe ji bo malpera Avestakurdê birêdikim.
Herweha ji bo hemû dost û hevalên ku piþtî xwendina nûçeyê, yan hatin serdana min, yan telefon kirin, email shandin,
yan jî peyam nivîsandin, ez sipasiyên xwe yên jidil, ji bo wan hemûyan pêþkêþ dikim.

Bavê Dîlan
sersaxî
Rehma xwedê li dayka te be û xwedê wê afoke û cê wê buhu$t be
Serê we saxbe.
28 Adar 2010 Yekþem Saat 23:29
sheren ibrahim
sesaxi
hevale heja u granbiha helim iro ji kocberye daye belki ne weka te le behwerka ezji gelek xemdarbum. me gelek dayik wendakrin le ya heri nexwes go mirov dayika li xerybiye wendake. ew cikas ji me durbin we her wilkas di dile mede biminin ez direj nakim sere te saxbe u cihe we bihishtbe ...
17 Adar 2010 Çarþem Saat 20:13
berzany hassn mahmud
sare saxi
rehma xoudy libey perka mane hanun galaky le ma meqtabo galaky
kefawy jemerdhat u kefa ma je galaky jer dhat
01 Adar 2010 Duþem Saat 17:08

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere