FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Brader Musikî
brader_musiki@hotmail.com
Stran û Ziman
13 Sibat 2010 þemî Saat 01:00

Ev mîjar zûda serê min meþxûl dike.

Bawerim serê we jî car carna meþxûl dike.

Gelo zimanê huner heye?

An weka hinek dibêjin huner gerdûnî ye (evrensel).

Erê dibêjin huner gerdûnî ye.Jibona min ji gerdûnîyê jî wêdetire.

Ziman,malê herkesên têkildare.

 

Ger wisa were qebûlkirin ji hinek pîvan jêre ne pêwîste gelo?

Hem di warê vegotin û melodiya dengan de û harmonîya rengan de.

Di hûnandin û neqþa gotinan de.Bikaranîna tona reng û deng rêzkirina peyvande.

Ji bona vî zimanê sêhrî de  yanî zimanê hunerî de pîvan pêwîstin.Ger ew pîvan tunebin,ew sêhr betal dibe û ew berhem kirasê xwe ê huneri di qetîne û kirasekî malbelaþ yanî ji rêzê li xwe dike.Xwe di kuje.Xwe qetildike u xwedî ye xwe bi xwere di kuje.

Çiye zimanê hunerê?

Renge?

Denge,an tenê hestin?

 

Ma gelo her beþê hunerê tenê bi reng,deng an bi hestan dikare xwe îfade bike?

Yani ciyê peyvê ango gotinê çiqas girînge di hunerê de?

Zimanê dayîkê çiqas girînge di afirandin û pêþkêþkirina hunerê de?

Kijan huner xebernade?Kijan beþê hunere xeber dide?

 

Ligor min hemi cureyên hunerê xeberdidin.Her beþek,bi uslubekê xeberdide.

Ji ber wê ye kû gotine huner evrensele.

Lê yek ji wan beþan heye ku li herderê bi gotin û ziman xwe ifade dike,ew ji strane…

Dema stran kete holê,ziman rola xwe di lîze.Yani wêje ya li gel muzikê.

Helbet sinema,þano,wêjekarî jî dikevin vê komê.

 

Lê tenê ezê bahsa stranê bikim.

Sitran û ziman:

Ji ber ku di civak a me de huner a herî berbiçav muzik ango stran gotine.

Ezê jî li ser stran gotin û bikaranîna ziman bisekinim.

 

Insaneki lal dikare di hinek beþên hunerê de xwe ispat bike.Lê di stran gotinê de

Ew derfet tune ye.

Ji bona stran gotinê deng.bikaranina den û vegotin pêwiste.Jibona vegotina li gel melodî yê ji,bikaranina ziman erkê yekem e.

Keseki nikaribe xeber de bila stranan nebêje.Heger geleki evîndarê strananbe, bila ji xwere guhdar bike bi xêrtire…

 

Stranbêjek bi kîjan zimanî stranan bêje,ew hunermendê wî zimanî yani stranbêjê wî zimanî ye.Þairek an romannivîsek jî her wisa.
Feqiyê Teyran bi Kurdî þahrên xwe afirandine û xwendine;loma þaireki Kurda ye.

Yunus Emre bi Turki afirandiye loma ew jî þairekî Turka ye.
Yaþar Kemal Kurde lê bi Turki nivîsandîye,ew ji nivîskarekî Turka ye.

Celal Güzelses bi Turki afirand û xwendîye stranên xwe,Hesen Cizrawî jî bi Kurdi.Herdujî Kurdin.Lê yek stranbêjê Turka ye,yek stranbêjê Kurda ye.

Dîrok a hunerê wisa qeyd dike.Yekî dixe arþîva Turkan,yekî dixe arþîfa Kurdan.

 

Ger yek bi zýmanee Kurdi stranan bêje,ew stran bêjê Kurdîye û xizmetê ji wêje û muzika Kurdî re dike û xîtabî guhdarên Kurd dike.Aram û Gerabet ê Xaço bi xwe Ermenî bûn.Ma kî dikare bêje ev lehengana stranbêjê Ermenî ne:

Nimûneyekî balkêþ stranbêj ê Emerîkî John Lenon.Derket holê kû bi eslê xwe ji Qersê çûne Amerika.Lê kesek nabêje wî,stranbêjê Ermeni an Cihû an stranbêjê ji Qersê.Tiþtê wi dike stranbêjê Emerîkî ne cî war bûn a wî ye, lê zimanê wî ye.

 

Ger stranbêjek, bi zimanê Turki stranan çêke û stranan bêje,xizmetê ji zimanê Turkire dike.Naveroka stranê zêde bandorê li xizmeta ziman û wêje nake di wê kêlikê de.

 

Lê heger stranbêjek baþ bi Kurdi,Turki,an bi zimaneki din nizanibe û bi wan zimanan stranan çêke an bêje;zerarê dide wan zimanan.Ziman diþkîne û di lewitîne.

Disa naverok zeede ne girînge di wê kêlîke de…Numûne kesen ku bi Kurdi nizanin û stranên Kurdî dibêjin zerarek mezin didin muzik û zimanê Kurdî…

 

Gelek stranbêj hene ku bi eslê xwe Kurdin lê bi Turki dibêjin û xizmetê ji ziman û wêje ya Turki re dikin.

Heta vir zerara wan kesan jýbona ziman û strangotina Kurdi tune ye.Lê dema ku stranên me dizîn û wergerandin Turki wê çaxê zerarek maddî û manewî didin zimanê me.Hem stranên me di dizin zerarêk maddi didin me,hem bi wan stranan xîtabî hestên zarokên me dikin û zimanê wan didin ber çerxa asimilasiyonê.

Loma civat a me bi çaveki nebaþ li wan kesan dinêre.An ew kes xwe dema muhasebe dikin azabê wijdan dibînin gelo?Lê gerek em zimanê zarokên xwe ji wê çerxa asimilasiyonê bi parêzin.i kêmanî em mesele yê bi wan bidin famkirin.

 

Lê dema yek bi Kurdi nizanibe û rabe bi Kurdi stranan bêje,gotin a  nêr û mê tevlihev bike,têkeve irza ziman;wê çaxê civat gerek lamba sor ji wanre jî pêxe û bêje raweste ya stranbêjê delal:Ha te stran dizîn û bi zimaneki din got, ha te xerakir yek vateye.De ka li ciyê xwe rûne heyran û wan mahkûm bike.Ger ew kes bi rastî stranbêjbin dikarin zimanê xwe baþ hîn bivin û stranên xwe bi serfirazî bêjin.

 

Hinekî din jî hene.Dilpaqijin,dilþewatin,þoreþger û welatparêzin.Ji serî heta lingê xwe,xwe Kurd dibînin lê bi Turki dibêjin.U bi naverok û bedewbûna stranên xwe, xwe di gihînin Kurd a û xwe weka hunermendên Kurd qebûl dikin.An em wan wisa qebuldikin.Heta vir xebata wan ciyê rêz û ihtiramê ye.Ez kumê xwe ji wanre derdixim.Hurmeta min ji wan kesanre heye.Lê ciyê wan kîder be,gerek merev wan deyne cîyê wan.Ger em wan deynin cîyekî þaþ hurmeta me ne ji mere û ne ji wan re dimîne..

Lê dema zarok û xortên me wan weka stranbêjên Kurd bivîne û li wan guhdarîdikin dikevin bin asimilasiyona nerm.U bê hemdê xwe ziman her diçe ser zimanê Turki an Erebi an Farisî.û di paþ mejide kozikên gotinên zimanên din avadibin.

Di vir de du tesbit hene:

Yek:Ew hunermendên ku em wan weka hunermendên Kurd dibînin,lê bi zimanê asimilasiyonê dibêjin feyda wan,di xisar a wan dernayê.

Dudu: Ew bi xwe stranbêjên Turki ne.Dibe ku hinek ji wan xwe stranbêjên Turkiye bivînin.Ev ji mafê wan e.

Herkesê kû bêje ez, stranbêjim;ew stranbêjê zimanê xwe ye.Tu bi kijan zimanî jiyan dike,ew ziman nasname ya teye.

Helbet herkes di terciha xwede azad e.

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere