FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com
Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (3)
12 Sibat 2010 În Saat 12:15

Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (3)

Gava min helbesta “Rojgar” ya helbestvan Sobarê Arî xwend,  pûlikên “Xelkên þikeftê” li bîra min hatin. Wek çawa ew pere bi sedên salan dem di ser wan re buhirî bû, herweha awayê evê helbesta Rojgar ya helbestvan Sobarê Arî jî, ji bîst-sî salan ve ev þêwenivîs nema bikar tê. Dibe dîroknasek ji evan navan bêtir bihejimêre û li hev bîne, û di rêzkirina malikan de bibêje ev helbest e! Gelo, çi hêmanên avakirina helbestî di wisa þêwenivîs de hene?   

Eger em li serdemeke nêz vegerin, gava ko seydayê Cegerxwîn an seydayê Tîrêj û Keleþ..h.d, 

helbestin wisan dinivîsandin, ew helbest bi xwe jî,  ji aliyê asta afrênerî û huneriyê ve helbestin lawaz bûn. Çimkî pal û hêmana serekî ya helbestê, bi bîranîna nav û kesayetiyên dîrokî ve girêdayî bû.

Ew serdem, ya çirayeke hûr di tariyeke rewþenbîriyê de bû. Helbestvanên me dixwestin nameya xwe ya netewayetî bi çi awayî be derbirîn bikin. Hem jî dengê miletekî bindest bi cîhanê ve bigehînin. Lê di nerîna min de bi çi behaneyê be jî, ne niha û ne jî berê têkçûna mercên helbestî ji çi helbestvanî nayê pejirandin.

Helbesta gotarî, rû bi rû tu rola wê di rajeya toreyê de nîn e!

Hunerî di avakirina helbestê de mercekî giring e, eger ewê demê guhdan lê ne bûye, nayê wateyê ko em îro roj helbesta xwe têkin evê rewþa perîþan de û li ber dîwarê ketinê wê raxînin.

Hin ji helbestvanên me bi giþtî û bi “taybetî” yên ko helbesta kilasîk dinivîsînin, helbestvanên berî xwe, weke Xwedayên pîroz dibînin û nabe ko nêzîkayiyê li pîroziya wan bikin an biramin ko helbestekê ji ya wan xweþtir, bilindtir û paktir biafirînin.

Ev sedemeke serekî ye, ji têkçûn û qelsiya parek ji helbestên ko îro roj têne nivîsandin. Tiþtekî seyr e, çawa helbestek berî hezar an heftsed an sêsed salî hatiye nivîsandin, ji ya îro ciwan û watedartir  e! Gelo çima helbesta me paþ dikeve?

Gelo Kurd ji evê cîhanê cuda ne, an em ê berdewam kesayetiya xwe a torevanî li ser lawaziyê perwerde bikin, û bimînin xwedî toreyeke destpêkî an jî em ê xwe ji qehremaniya Ehmedê Xanî,  Cezîrî û Cegerxwîn…h. d, rizgar bikin? An em ê bibin xwedî kesayetiyeke helbestvanî ye xweser û mîna hin miletên din em ê nema bibêjin bav û kalên me wisa bûn!

Ji bo hin kes, ji min þaþ tênegihên, (Ji xwe Kurd li hevûdu mehnakê ne) helbestvanên me yên kilasîk hêmanên toreya kurdî ya îro ne, lê bi çi behaneyê nayê pejirandin ko em helbesta evê serdemê li ber dîwarên kelehên wan perîþan û derbider bihêlin.

****************************************

Mînakin ji felsefeya Baba Tahirê Uryan

Dilê mi’ j’ bilî te dilber na gire
Li cihê gewherê gewher na gire
Dil sotemenî û evîna te agir
Bê sotemenî agir her na gire

Û li cihekî din gotiye:

Delal, her du çavén min qesra te ne
Nav du çavén min cihé piyén te ne
Ditirsim tu xafil gav bavéjî û
bi mijangé min biéþin piyén te

Eliyê Herîrî jî gotiye:

Ger hûn bibînin nalê eþq
Tenê li bom zarî dikin,
Her kes bizanêt halê eþq
Bî hîle dijwarî dikin.

Bi halê eþq bexîl bûbûm
her dem di dem zelîl dibûm,
Bê rêh û bê delîl dibûm
her kes bi xemxwarî dikin.

Mest û þerab qendavê
Êsîr û bendêt vê þevê
Ger wesfê yarê ez bibêm,
Hûn terkî huþyarî dikin.

Melayê Cezîrî li ser mirina xwe ev malik nivîsandine:

Îro me qewî têt girîn
sosin li mêrga xeyirîn

Min heyfa lêvêd þekirîn

êdî venaxun þerbetê

Ew lêvêd le’lîn û þeker

kêm bûn ji wan dur û xeber

sed ah û kovan û keser

heft (e’yn) û (lam) çûn hicretê

Heft (e’yn) û (lam) j’êk cuda bûn

(Þîn) û (girî) dîsa te da

Em razîne b’emrê Xweda

her çi ji dergahê te tê

Têbînî: Eger heft (e’ynan) kom bikin (7*70= 490) paþê hejmara (lamê) jê cuda bikin (490-30=460) paþê hejmara þîn (360) û girî (230) digel ya buhirî em kom bikim(460+360+230)=1050ê koçî ev sala mirina Melayê Cezîrî ye. Ji dîwanaa Melayê Cezîrî, berhevkirina Tehsîn Brahîm Doskî

*****************************

Xaleke din giring maye, divê ez wê jî bînim ziman, helbesta kilasîk ya kurdî her bi vir de tê qelstir dibe. Mebesta min, wek mînak helbesta seydayê Cegerxwîn (durv û naverok) ne mîna helbesta seydayê Xanî bû, ji xwe çi helbestvanên ko di dûv seydayê Cegerxwîn re hatine, xwe þagirtê Cegerxwîn didîtin û ne dibû ko helbestekê ji ya Cegerxwîn xurtir binivîsînin (helbet li gora dîtina wan).

Nimûnak ji ramana seydayê Cegerxwîn beraberî helbest û kesayetiya seydayê Xanî: “Ey Cegerxwîn Ehmedê Xanî bi naqosa mezin Kurd ne kir hiþyar , ji bo çi wer dinalî wek ceres”?

“Ne pêxemberên me ne Zerdeþt û Mezdik û Manî,Yek rehberê me heye seydayê Xanî..Seyda ye, suxteyê wî her Cegerxwîn Li nav kurdaye , lê wek cihayê bê dîn”Anko Ehmedê Xanî kiriye xwediyê zingilekî mezin “naqosa mezin” û xwe kiriye xwediyê zingilekî piçûk “ceres”.

 Herwiha Seydayê Tîrêj jî di helbesteke xwe de wilo gotiye:

“Tîrêj çi qûte qûte barê milet girane

Haþ xwek tud bin venebî dîno bela xwe jê vek

Ka seydayê Cegerxwîn xwedyê dahola mezin

Gerden li wî ziwa bû feqîro yê te dirbek

Kanîn Hejar û Bêkes ka Xanî ka Cizîrî

Kanî Feqîhê Teyran Siyapoþê çav belek

Ew torevanên mezin dixwaze nayê bi lav û dîlek.” Ji dîwana Cûdî

Anko di helbestvaniyê de Cegerxwîn kiriye xwediyê dahola mezin û xwe kiriye xwediyê daholeke piçûk “tepilk”.

Têbînî:

Dirbek:(Dibe erebî ye): Tepilk: Daholeke piçûk e. Ev nav ji tepa dest ya ko li çermê daholê dikeve hatiye. 

Di gengeþeyekê digel hevalekî helbestvan de, ew jî xwediyê ramana þagirtiyê ye digot: Ne helbestvanên Ereban li Almutenebî zêde kirine û ne helbestvanên Kurdan li Melayê Cezîrî zêde kirine! Berevajî evê nerînê dibêjim, helbesta erebî ya îro helbesteke pir xurt û tevgereke helbestiyane, bi asteke bilind û ciwaniya hunerî hatiye pê. Lê belê weke pirs, çima hin ji me Kurdan hêj bi evê têgehê ne? Çima em naramin ko helbesta me ji ya berî sedên salan xurtir be?

Nerîna xwe bêtir rave bikim, bila þêwenivîsa her yekî/ê taybetî wî/ê be, dema dibêjim helbesteke nûjen û xweseriya xwe biafirînin, ne ko dibêjim Cezîrî, Xanî an Cegerxwîn… h. d, kêm in û ewana piþtguh bikin, lê dibêjim ewê pêvajoya hêja bi pêþ ve bibin, baþtir dibe.

ROJGAR

SOBARÊ  ARÎ

Bînerê dîrok û dewran vame xembarîme ez        Þermezarê rojhelatê bê hevalkarîme ez

Ez giham sedsale bîsta min xweþî her dûr didît  Bagerê çerxa zemînim jor û jêr barîme ez

Rojhelatê kes nema bindest û jar û bê welat     Ez tenê dîl û reben , kola û çokarîme ez

Leþkerê Osman û Faris çûne çaldêran bi þûr Bin  lepê cenga giranim parçe zîvarîme ez

Dane ser min Saykis û Pîko du parçe kirne çar   Ez girêdam hilweþandim rondikê harîme ez

Pê Zinara reþ , Cezayir , piþtve hatin kemberê   Erzeromê zend bi zincîr , bê gunah qarîme ez

Çar milê min bombe mawî nav rik û penc û direh   Ez di nêv hirç û gur û rovî û keftarîme ez

Ejdehak , Þah û Xumênî her Etaturk û Sedam   Mît û Savak û E`malet mame bê warîme ez

Xalid û Mensor , Hecacê hov ,Yezîd û Mîr O`mer Qirkirim b,navê Xudê , go gawirê Arîme ez

( Ey Felek ) kanî tu Þêxo bo çi nêrgiz çilmisîn ? Av û axa min qirêjbû bîn bi genyarîme ez

Kuþtiyê Dokan û Xormal , koçberê Þingal û Wan  Rondikê çavê Helepça , Zêwe bêçarîme ez

( kîme ez ? )* îro Cegerxwîn va Þeveq* Ronak* didê  Þoreþa Azad* û Aþtî * ez Reþo Darîme* ez

Pir Xudê nasim bi bawer , ez Birahîmê Xelîl    Laleþ û Cûdyê mirada bîr û biryarîme ez

Zendevist û agirê Zerdeþt dipilhim ber bi jor   Mezdik û Manî di putxana Mugê tarîme ez

Himberî Cengîz û Holako , û Tîmorling bi sîng    Pêþberî Iskenderê Romî û Tatarîme ez

Silhedînê nêv Hitînê Xaçperest himber neman  Vaye îro ez bi destê wan xwedî parîme ez

Bogevanê Deysem û Guhderz di cenga dijminî   Her dema kax germ dibê sorpêt û dijwarîme ez

Rabe Þêrko ka Riza , Kurmanc li bin linga rizîn     Ser milê Zengî lexab tajon bi hevsarîme ez

Ristemê Zalim siwarê Rexþ û gurz û þûr bi dest        Serpepana hirmijim þêrê di kuntarîme ez

Þah Hefîd û Xane Dimdim , mîrikên Botan û Zend      Xan Þeref , nama Cizîrî mûm û zanyarîme ez

Sîfer û Belgname Bexdad min sitand mafê bi zor    Çarçira mizgîn Mehabatê ve pêdarîme ez

Þêx Se’îdim , ez Fuwadim , Pa Bedirxanê mezin   Serkeþê Qazî û Qasimlo bi sêdarîme ez

Xencera Ihsan û Nehrî , canbizarê bê jima        Cengevanê Agirî bejna sipîndarîme ez

Enter û Gonî di nosim va Qenatî Kurd ziman     Mîr Celadet , her Reþîdim xame damarîme ez

Vame pêþmergê Hela Gurdim li hember xwînmija    Vame Barzan qehremanê sirt û serdarîme ez

Ocelanê pêþrewim doza me xwîna sor divê    Qerqerê Kendî û Simko , qîr û zîmarîme ez

Talebanî ey serok navê me çû koma gela    Bigre Kerkok , Babe Gurgur , al û komarîme ez

Min li Qamiþlo serî hilda , pilingim girs û beng   Peykerê hova þikandin baz û þunqarîme ez

Rabe Axayê Deqorî , Sînema A'mode sot       E`leqemþê , gelye Zîlan , her di nav arîme ez

Rabe M'aþoq nû durustî ketye ola Mehmedî      Peyrewim nû , ez Egîdim tîr ji nobarîme ez

Dêrik û Mako , Seqiz barîm wekî pêl û lehî        Perdeyê tarî çirandin sîng bi dîwarîme ez

Ameda Mezlom û Xeyrî , ez Kemal Pîr û Yeþar     Qoç û zindanê neyara deng û navdarîme ez

Ez çemê Aras û Hîzil nav dilê Mîtan û Lor    Xuþxuþa Diclê , Feratim þahe cobarîme ez

Xeml û xêza Zîn û Þêrîn , ew Xeca Sîpan Xelat    Çarika Leyla û Zana berf û hîzarîme ez

Reng ji kesk û sor û zer tê kesrewan û þalûþap    Agirê Newroz û Kawayê Hesinkarîme ez

Sûnd bi Pirtûka Reþ û Yezdan û Tawosê Melek   Bang ji tenbûra Þivanim perwerê karîme ez

Ev Birakuþtin çima ? , daxwaz û armanc her yekin  Yek ziman û al û parçe , qurmekî darîme ez

Zaz û Bext û Lor û Kelhor , Mad û Kurmanc û Gudî   Nayir û Mîdê serî hiþk xwîn û ra Arîme ez

Payetextî ez dibînim , dox bi dest û tox serî         Va dema min hate hofik çerx û rojgarîme ez

Bênvedan min qet nedît rext û çekê min tim mila     Perwerê bindest û jara Goþ û Sobarîme ez.

…………………………………………………………….

Ji bo ez gelekî xwendevanan ne westînim, min kurtiya evê gera li nav dîrok û kesayetiyên Kurd yên ko helbestvan Sobarê Arî gotiye “ez ev im û ew jî dijmin in,” anko ev kurtiya þiroveya helbesta Sobarê Arî ye, ya ko xelata diwem di festîvala helbesta kurdî ya 14mîn de wergetiye!

Min ew serjimar kiriye du beþ:

Beþê yekem: Kurd û cih

Rojhelat, dîrok û dewran, sedsale bîsta, çerxa zemîn, Xudê , gawirê Arî, Dokan û Xormal , koçberê Þingal û Wan ( Ey Felek ) Þêxo, Helepça , Zêwe( kîme ez ? ) Cegerxwîn, Þeveq, Ronak, Þoreþa Azad, û Aþtî, Reþo Darî, Birahîmê Xelîl, Laleþ û Cûdyê mirada, Zendevist û agirê Zerdeþt, Mezdik û Manî, putxana Mugê, Silhedînê Hitin Deysem û Guhderz Xaçperest, Þêrko, Riza , Kurmanc, Zengî lexab, Ristemê Zal ,siwarê Rexþ, Þah Hefîd û Xane Dimdim , mîrikên Botan û Zend , Xan Þeref  Cizîrî, , Çarçira, Mehabatê, Þêx Se’îd, Fuwadim , Paþa Bedirxanê mezin, Serkeþê Qazî û Qasimlo, Xencera Ihsan û Nehrî, Cengevanê Agirî , sipîndarî, Serkeþ, Cengevanê Agirî, sipîndar, Mîr Celadet , Reþîd, pêþmergê Hela Gurd, Barzan, Babe Gurgur, al û komar, Qamiþlo, piling, Axayê Deqorî , Sînema A'mode, E`leqemþê , gelye Zîlan, M'aþoq, ola Mehmedî, Egîd, Dêrik û Mako , Seqiz, Ameda Mezlom û Xeyrî , Kemal Pîr û Yeþar , Aras û Hîzil, Mîtan û Lor, Diclê , Ferat, Zîn û Þêrîn, Xeca Sîpan Xelat, Leyla û Zana, kesk û sor û zer,  Newroz û Kawayê Hesinkar, Pirtûka Reþ û Yezdan û Tawosê Melek, Þivan perwer, Zaz û Bext û Lor û Kelhor ,Mad û Kurmanc û Gudî , Nayir û Mîd, Arî, Enter û Gonî, Qenatî Kurd, Hela Gurd, Barzan, Ocelanê pêþrew, Qerqerê Kendî û Simko, Talebanî,  Kerkok , Goþ û Sobarî, ) me ez…

Û beþê diwem: Dijmin

((Osman û Faris, çaldêran, Saykis û Pîko, Zinara reþ, Cezayir, Erzerom hirç û gur û rovî û keftar, Ejdehak, Þah û Xumênî, Etaturk û Sedam, Cengîz û Holako, Tîmorling, Iskenderê Romî û Tatarî, Mît û Savak û E`malet Xalid û Mensor, Hecacê hov, bombe mawî, Sîfer û Belgname Bexdad, Yezîd û Mîr O`mer)

Têbînî: Ev nav û navên deveran wek ko di gotarhelbesta helbestvan Sobarê Arî de hatine, min ew li vir nivîsandine!

Digel ko bi dehan ji evan helbestan, yên ko tu rewanê helbestvaniyê di wan de nîn in, berê hatine belavkirin. Nivîskarê me Sobarê Arî ev mijar dubare û dehbare kiriye.

Gelo kî maye û ev nav di dîroka kurdî de ne xwendiye, û kê helbestên seydayê Cegerxwîn (Þahnama þehîdan wek nimûne) û Tîrêj ko bi sedan navên wisa di wan de derbasbûne, ne xwendine?

Çend mînak ji helbestên seydayê Tîrêj

“Kanî Îhsan Nûrî Paþa, Kanî kalê Þêx Seîd, Ka Bedirxanê xwedî, Tac û þahê birca belek

Kanî Þêx Mehmûdê Berzencî, Û ka Yusif Zîye, Kanî ew Qadî Mihemed, Bavê kur Elyê kinik

Ka Fûad beg , kanî Xalid ,, Ka Extî kanî Heqî, Kanî Seydo , kanî Yado, Ka Birahîmê kinik

Ka Îsa bavê Siwaro, Kanî ew þêr û piling, Kanî Leyla Qasim, Xuþka delal û çav belek

Kê wekî me xwîn rijandin, Wî di vê dewra Cîhan, Ne ji tirk û ne ji ereb, Hem ne moxol û ne tacik” Ji dîwana Xelat

Þerefxan im
“Ne Tirk û Firs û Tazî me     ji Mîdya û Mîtanî me

Selahedînê kurdî me         li textê Misrê sultanim

Þahê Misr û Filestînim        pilingê xakê Hetînim

Kurê Behramê çopînim      li Bedlîsê Þeref xanim

Ezim Qadyê Mehabadê          ezim þêrê serê latê

Li zozanê Araratê              seyd xan û Elî Canim

Peyê Mehmûd Hefîdim ez    mirîdê þêx Se'îd im ez

Kemal Pîr û E'gîd im ez     di bircê de Bedirxanim

Ezim keyxesrewê þevgêr  ezim Guhderz ezim ew mêr

Ezim xan Dimdimê cengzêr     neyarê þahê Eyranim

Ku Canpolayê durzî me      Hemê Mûskê Berazî me

Ebdulrehmanê Þûzî me    neyarê Tirk û Romanim

Kurê Faro ezim Sebrî       ezim Xalid begê Cibrî

Ezim 'Ebduleyê Nehrî   bi xwe Simko û Ihsanim

Ezim pêþmergê Berzanî      ku hîmê kurd bi cih anî

Ezim Tîrêj bi þahanî      li þûnwarê Kerîm Xan im.”  Ji dîwana zozan

Ey welat

“Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleþê      Pîremerdê þehrê Yezdim ez li ber arê teme

Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim         Felsefa Mezdik û Manî neqþ û nîgarê teme

Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amedim        Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê teme

Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez         Kavilê Birca Belek rewþa ewî þehrê teme

………………….

Perdê tenbûra þivanim her yek hawakî didî    Rengê bilûra Memê j' koka sipîndarê teme”

Ji dîwana zozan

Min dixwest ko wêneyeke helbestî, babet û çavnerîneke simbolîtîk di hevokên helbesta (Rojgar) ya helbestvan Sobarê Arî de bibînim, mixabin ko min bihna helbestê ji nivîsa birader Sobarê Arî ne kir.

Baþ e, eger em evan navên dever, bavik û navdarên Kurd û yên dijminan ji helbesta Sobarê Arî bidin alî, anko em wan bixînin; gelo wê helbest ji kok û kelaxê xwe ve ne herife? Eger helbestek li ser jimartina navan ava bûye, ko hejmara wan digihê 240 nav û paþnavan, wek xwendevanekî helbesthez ez dê bi çi helbestvaniyê hest bibim?

Þaþtiyên ziman

Helbesta “Rojgar” ji aliyê rêziman ve pir lawazî tê de heye. Dikarim, hinek mînakan bînim ziman:

- vame xembarîme ez = va me xembar im ez

-  hevalkarîme            = hevalkar im

- Ez giham sedsale bîsta min xweþî her dûr didît = Ev deh sal ji sedsala 21ê çûne, gelo Sobarê Arî ev helbest di sedsala bîstan de nivîsî bû?

- sedsale bîsta  = sedsala bîstan.

- Ez di nêv hirç û gur û rovî û keftarîme ez = ev hevok bi “ez” dest pê kiriye û bi “ez” kuta bûye. Li hin cihên din jî ev çewtiya zimên derbas bûye. Lê di vir de ne tenê ev þaþitî, lê belê gotiye “ez di nêv hirç û gur û keftarîme ez” gerek bi gota “ez di nêv hirç, gur û keftaran de me”

Gotina “keftarîme” di ziman de hîç nîn e. Keftar teba ye, ne nijad, ne kar, ne êl û ne ol e. Eger mebesta wî ko ew di nav dirindeyan de ye; hevok divê wisa be: “ez di nêv hirç, gur û keftaran de me”. Wek min berî niha gotibû, (bi çi behaneyê be) nabe em bibêjin ko helbestvan di nivîsandina gotin û hevoka çewt de azad e. Gotin an hevok ko nerast bin, wateyê diguhêrin, mîna ko li vir û li piraniya paþbendên evê helbestê: (bê warîme ez = bê war im, bêçarîme ez = bêçare me, bîr û biryarîme ez = biryar im ez.. h. d).

- Qenatî Kurd = Qenatê Kurdo.

- Vame pêþmergê Hela Gurdim = va me pêþmergeyê helgurd im.

-  sirt = sert.

Qerqerê Kendî = dibe mebest ji van her du navan “Heqî Qerar û Sadiq Þeref Kindî” be?

- Talebanî ey serok navê me çû koma gela = bi çi ravekirinê ev hevok dê serast bibe?

Anko: dengê me giha cîhanê an navê gelê me ket nav koma navên gelên cîhanê?

-. Kerkok = Kerkûk.

-. Rabe Axayê Deqorî , Sînema A'mode sot = Amûdê.

-. Arîme = Arî me.

Ji bo babet dirêj nebe û ji ber ko piraniya nivîsê wisa çewt û lawaz e, min tenê ev mînak nivîsandin. 

Dixwazim xwendevanan bi hin dîtinên cor bi cor agehdar bikim:

*. Du  hevalan  ji min re email þandin û daxwaza rawestandina evan gotaran dikirin, ne ji ber ko min tþtekî nebaþ kiriye, na! lê nerînin cor bi cor anîn ziman, yek ji wan nerînan:

Miletê Kurd hêj ne gihaye wê asta ko rexneyê li ser xwe bipejirîne. Dema tu gotarekê li ser nivîskarekî dinivîsînî, yekser ew bi nerîneke neyînî dibe.

*. Nerîna hevalekî min î din: Çima tu dostan ji xwe re nahêlî?

Ji xwe nerîna helbestvan Brahîm Evdî ev bû: “Min gotara te ya li ser mihrecana helbesta Kurdî ya14mîn  xwend , ji bilî tewanbariyê û beravêtina kar ,min tiþtek têde nedît.”

*. Û kurtiya nerîna helbestvan Zagros Osman: “jibo nexweþiya çavnebarbûnê ya ku di canê wan de zîl daye, û nikarin xwe ji girêkên piskolojîk rizgar bikin,mirov nizane çi navî li yên wisa bike ,gelo ew rewþenbîrin an nexwþbîrin” û di gotara din de gotiye: “ev rêxkirine ne rexnekirine.”

Û bi þêweyekî pêkenîn di hin cihan de wek ko min kirdeyeke sosret kiribe. Eger ez evan çend nerînan wek rêza rewþenbîriyê bigirim, divê ez birawestim û kilîtekê li pênûsa xwe bidim.

****************************************

Xwendevanên hêja: Weke pirs heta kengî em ê ji hev re çepikan bixin û destê xwe li piþta hev bidin û li ser çewtiyan bibêjin aferîn!?

*. Tiþtê bala min kiþand, hin hevalên ko li min vegerandine, gotarên wan yên bersivê ji hêla zimên ve, hatine serastkirin. Ev jî ne hizir û ne têderxistin e ko wisa dibêjim, çimkî bi dehan þaþitiyên ziman di nivîsên wan yên berê de hebûn û bi piraniya nivîsên wan û nivîsên kesên li dûv wan dagirtî þaþitî ne; di ya ko li min vegerandine ew þaþitî kêm bûne?

*. Têbîniyeke din jî li ser mijara ziman ji min re hat, dibêje çima tu balê dikiþînî ser mijara ziman, gelo pêdiviya helbestvan bi zimanzaniyê çi ye?

Ez jî dixwazim giringiya zimanzaniyê di helbestê de bînim ziman. Xwendevanên hêja: Eger helbestvanek di vekîtê de (sbas û spas) ji hev dernexe û eger di rêzimanê de hevokeke dirist ne nivîsîne, ji bil wilo bi dehan þaþitiyên wateyî bikar bîne, gelo ev pirsgirêk di nivîsandina helbestekê de ne hêja ye ko mirov li ser biraweste?

*.  Di gotarên 1 û 2 de ji evê doseyê, min hin têbînî nivîsandine û dubare dikim, ko gotarên min, nerînên min in, ne merc e ko ez yê rast bim.

Û dubare jî dibêjim, ji mafê helbestvan e ko bersiv an rexneya min bike, lê hêvî dikim, ji bo rêza giþtî û rêza xwendevanan bi taybetî, bi zimanê kolanê li min ne vegerînin. 

   

 *. Ji bo zanînê, giring e em ji bîr nekin ko ev helbestên ha pleyên bilind di festîvala helbesta kurdî de wergirtine.

Jêderên doseyê:Nûbuhara piçûkan- Ehmedê Xanî

Dîwanên Cegerxwîn, Tîrêj, Elî Herîrî û Cezîrî

Avestakurd: Mihrecana helbesta kurdî ya 14em li Sûrî (Mehmûd Badilî)

Semakurd: Ji bo Xelîlê Sasûnî …Helbest: (Dildarê Aþtî)

Avestakurd: Wax wax hewaraaaaaaaa (Ciwan Nebî)


دردشة مع الشاعر زاكروس عثمان


Nivîsên ko bi evê babetê ve girêdayî ne:

Rexne yan tewanbarî Ibrahîm Ebdî (Keser)

Qurmiçandina qurmiçandinê - Silêman Azer

Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (1)

ZÛ NIVÞTEKÊ BÎNIN REXNEVANÊN ME JÎ ÇÊBÛN -1- Zagros osman

 ZÛ NIVÞTEKÊ BÎNIN REXNEVANÊN ME JÎ ÇÊBÛN - 2 - Zagros osman

Dûmahî heye…

Jêder Avestakurd
Ezîz Xemcivîn

xecé omeri
pirozbahi
Rexneyeke di ci de ye...bi çepikan u bi aferinan wéje ya me zanista me u her wiha em bi xwe bi péþ de naçin.we ji dil u can piroz dikim
15 Sibat 2010 Duþem Saat 19:13

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere