FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com
“POST”
30 Çile 2010 þemî Saat 11:12

Duþem e.

Zengilê derî lêdikeve, derî vedikim, “Post” dengek tê. Dadikevim jêr. Xortek li ber derî sekinî ye û pakêtek di dest de ye. “Fermo” dibêjim.

Her cara ku derî vedikim, dinêrim þofêrê þîrketa “Hermes” ya belavkirina pakêtan li Almanya  li ber derî ye: “Pakêtek ji bo te heye ezbenî... fermo îmze bike” Pakêta ku nizanim çi têde ye werdigirim û îmze dikim. Dinêrim pakêt li ser navê jina min e. Tevî tiþtê di hundirê pakêtê de gelekî meraq dikim jî, lê pakêtê venakim. Diçim ser computerê û nivîsa ku min nîvçe hîþtibû berdewam dikim.

Sêþem e.  

Taþtê hazir dikim. Hew dibînim telefonek tê. Min hîn xwe negihandiye telefonê derng bi zengilê derî dikeve. Di navbera telefon û zengilê derî de heyirî dimînim. Her du jî bi îsrar dixwazin bersiva wan bidim. Pêþiyê bersiva telefonê dikim, “biborîne, ezê li te bigerim” dostek ji Hollanda telefon dike.

Derî vedikim. “Pakêt” deng ji jêr tê. Dadikevim. Xortek li ber derî ye. Dibînim, xortê berê ye. “Pakêtek ji bo te heye ezbenî...” vê carê hinekî þerm dikim. Dikenim û dibêjim, “ne ji bo min e, ew ji bo jina min e” Ew pakêtê dide dest min û pênûsa îmzekirinê dirêjî min dike: “Biborîne, lê ax û ax ji derdê jinan...” keserekê dikiþîne û dibêje. “Çima?” jê dipirsim. “Ne tu bipirse, ne jî ez bersivê bidim” dibêje. “Çawa ez serê te bi anîna pakêtan diêþînim, hinek jî serê min diêþînin... jina min her roj tiþtekî ji Ebay dikire... roja din jî naecibîne û paþve vedigerîne... vegerandin jî karê min e...” em dikenin. Pakêtê tînim û ew jî diçe.

Pakêtê bêyî ku vekim tînim jor û ji dostê xwe yê li Hollanda re telefonê vedikim. Em hinekî diaxifin û gilî û gazinên xwe bi hev dikin.

Pênþem e.

Li derve me, li qehwexaneya Kafêtêro. Ez û dostekî em qehwê vedixun. Em li ser malperên kurdî diaxifin. Dostê min rê nade ez biaxifim, bi rastî dostekî gelekî baþ e, lê gelekî diaxife. Ez dibêjim  “bira ev karê min e, bihêle ez biaxifim...” lê ew her ya xwe dibêje “medyaya kurdî ne medyayeke serbixwe ye, ne medyayeke azad e...” min hîn sê gotin nekirine, hew dibînim telefon lêdikeve. Bi almanî “Tu li malî ezbenî” Deng ji min re xerîb nayê. “Ligel kê diaxifim” dibêje ku ew þofêrê þîrketa “Hermes” e. “Na ne li mal im, biborîne”, “Wê demê ezê pakêtê deynim mala cîranekî te”

În e

Ji firinê nan ji bo taþtê tînim. Li ber devê derî ez û þofêrê Hermesê em li hev rast tên. Dibînim dostê minî roja sêþemê ye. “Ohhh nebêje pakêtek ji bo te heye ha” dikenim û dibêjim. “Wellah vê carê jî pakêt e, lê dizanim ne ji bo te ye, ji bo jina te ye...” êdî min dersa xwe girtiye, pakêtê werdigirim û weke ku min ezber kiribe, dizanim kengî û li kuderê îmzeya xwe bavêjim.

Van rojan trafîka postayê li mala me zêde bû ye. Rojê çend caran neçarim dakevim derî vekim. Tu nemaye xewnên pakêtên jina xwe jî bibînim.

Werin texmîn bikin, di wan pakêtan de çi hebûn? Xanima min çi xwestibûn? Dibe ku hûn bêjin diyariyeke rojbûnê bû, nexêr. Di wan pakêtan de pêlavên zivistanê hebûn. Bot yanî. Botên dirêj. Her carê pêlavek ji karton derdixist, lixwe dikir û nîþanî min dida: “Çawa ye?” Pirsa wê tenê xweþkirina dilê min bû. Min çi bigota wê her bi ya xwe dikir. Yan vedigerand yan jî dixiste dolaba solan. Ez ji we re behsa dolaba solên wê nekim. Heta serê sibê bijmêrim jî naqedin.

Vê carê ji we dipirsim: Gelo sedema ku jin ewqas ji pêlav û solan hez dikin çi ye? Xwezî bi qasî ku jin ji solan fêm dikin, ji mêran jî fêm bikirana!

(Ev nivîs li Hewlêrê bi soranî di kovara Warvîn de hatiye weþndin)

Salih Cefer
Jin kanin
Spas, ku jin bixwazin, kanin ji mêran fêm bikin, lê dibe berê mêr hebin ku jin ji wan fêm bikin.
06 Sibat 2010 þemî Saat 00:45
Demhat Deriki
Destxwes
Despeke dixwazim bejim biborin keke Dilbixwin Dara, dever ez niha le piten kurdiya latini ninin...Bi rasti niviseke xwes bu, balkes bu, destxwes...le ew kesen dibejin Ehmed Huseyni wek(helbestvane pelavan bi nav dikin) mixabin ji wan re, ev sewaza niviskartiye u rexneye....bila yen van gotina dikin despeke xwe bigihinin aste Ehmed u hunera wi ya helbeste u duvre biaxifin...gelo ev kes ji xwe re falan vedikin? Yan xewnan dibinin!?
02 Sibat 2010 Sêþem Saat 09:51
Mervan Kelesh
POST
NIVISA TE LI GOR DILÊ GELEKA NE , JI BER PIROBLMA GIÞTÎ YE ! LÊ LI SER PIRSA ÇIMA JIN JI SOLAN HEZ DIKIN JI HELBESTNAVÊ PÊLAVAN: EHMED HUSEYNI BIPIRSE JI BER EW VAN ROJAN HELBESTAN JI BO SOLAN U ÇAROXAN DINIVISE !
30 Çile 2010 þemî Saat 21:48

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere