FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Maniyêl Broka
Cegersoz@hotmail.de
Berhevdanek sawîrane
27 Çile 2010 Çarþem Saat 20:39

Di kêlîkek ji wan kêlîkên gera rojane ya Internet de, ku taqîgeha dabeþkirinê, bi hilbijartina takekesane ve tevdigere, wisa weke her car, malper li dûv malper, xwe bêparî miþkê Kombiyotera min nekir.

Tiþtê ku di wê kêlîka hayadar de têkel bû, ew nûçeya ku di malpera avestakurd de hatibû weþandin de bû. Di wê nûçeyê de, reklama kampaniyekek weþanxaneya Han ya li Berlin hatibû weþandin, ku 50 Pirtûk bi buhayê 125 € ne

Di çarçoveya bêjeya „kampaniya“yê de, xwestek ew e ku ji þûna wî navî, navê„Alîkarî“ yan hewildanek dergehek nû bihate bikaranîn. Da ku hindek xwendevan bihatane civandin, Weke nerîneke takekesne, ji bo xatirê nirxa Weþanxaneyê, yan ji bo nirxa wan Pirtûkan.

Bêjeya alîkarî jî, li bejna weþanxanreya Han dikim, ku bawerim wan tenê  dergehê erênî dane ber pêngavên xwe, û di çarçveya aborî ew pêngav di ser re avêtine.

Dibe ku perçeyek ji sawîra hêviyên erênî, rexçengî xudanê biryarê bûbe.

anku wan ne ji mebesta danheva gelek peran ev tiþt kirine.

Tenê di çarçoveya analîzekirinek takekesane de, li ser  asta vê nûçeyê  ye û ne zêde.

Di qonaxeke wisa de, ku ta gelek radeyan, dema ku em xwe nexapînin ku Kurdistanek ta vê kêlîkê tune, anku li ser asta zimanê Kurdî yê fermî û wêjeya Kurdî û hindek tiþtên din jî.

Dibe ku li ser vê astê, Soranstanek hebe, yan nîv-Kurdistanek.

Lewma di vê qonaxê de, ciyê þanaziyê ye, ku hêja berhemên kevnar têne çapkirin, yan berhemên nû tên nivîsandin, bi hejmareke wisa.

Her wisa delemeteke erêniye ku ew Pirtûk û weþanxaneyek di vê biyaniyê de, ji hindekan re peyad be.

Her wisa mafê hestê xwe jî naxwim ku wisa hestnin gerim û þanaz di dema ku min bi Kurdî ji xwe re kirîn, anku bi bazerek Kurdî.

Lê mebesta nivîsê bi xwe, ne ev derbirînên hestyarane ye, û ne dubarekirina reklamê ye.

Mebest ew e, ku em gihane vê sedsalê û hêja tenê 4-5% xwendevanên zimanê Kurdî hene. „Wek texmîneke dîdevan“ li gor vê hejmarê.

Pirtûk bi xwe ne kevnin ku em bibêjin ji nefirotina wan, ev bazar hatiye holê, lê kêmbûna xwendevanan bi xwe ye, û bawerim xala diduwan ku ji erzaniya wan e.

Bê sed guman, berhevdana nirxa wan pirtûkan qet nayê wateya  wê bazarê. Lê yom û çarenûsa Peyva Kurdî wisa hatiye li qelemdanê.

Dibe ku di bareyk wisa de, gunehkariyek be, di derbarê wêjeyên din, di dema ku em rewþa xwe bidin ber rewþnin din.

yan hejmara xwendevanên Kurdî beramberî bi hejmarnin din.

Weke mînak dostekî min yê Elman ku min reklamên pirtûkxaneya wî berî demakê çêkiribûn "Flyer" li ser bersiva pirsa min, ew rojane nêzîka 20-30 pirtûkan difiroþin ku li bajrekî biçûk wek Detmold û pirtûkxaneya wî jî ya biçûk.

Lê ka li tevaya Elmaniya çend Pirtûkên Elmanî têne firotin?

Bê guman, di wê kêlîka bersivê de, "berhevdaneke sawîrane" di derûniya min de rû da. Lewa min bi lezokî ji nav mijarê û pirs û bersivan û ji tirsa berfirehiya diyalogê û berhevdana sawîrane, xwe ji mijarê çengî mijareke din kir û wisa xwe rizgar kir.

Egerên vê bobelatê jî, ne tenê sûcdariya serdestane, yan kêmbûna rewþenbîrane ye, ku bûye bihaneya sereke û ya dawî, di her rabûn û rûniþtinên Kurdî de, ku ev diyarde li bejna gêwl û viyanên xwe dikin.

Li gor ezmûna min bi xwe, eger û sûcdarê duyem yan sêyem, em bi xwe ne. Jixwe ku ne wisa bûye, wê îro ev çend hevokên Kurdî ne li dar bûne.

Rast e, xudan pênûsên Kurdî, di qonaxeke wisa de, nikarin debara xwe, di çarçoveya pênûsa xwe de bikin. Dikarim bibêjim ku tenê dikarin di asteke "Hoby" de tev bigerin,. Bê guman, helçûna pêngavên wan, ji hoby mezintir e, lê dikarim hesan bibêjim ku nivîskarekî Kurdî, karekî wî yê rojane heye ku qet bi beja pênûsa wî ve nayê guncandin. Heke ku rewþ ne wisa bûye, nivîskarên Kurdî dikarîbûn li Elmaniya "bo nimûne" li bîroyên berpirsyarên kar ! (Agentur für Arbeit) bibêjin em nivîskar in.

Her wisa xwendevanên Kurdî jî, di bin fiþara perwerdeyên cêwî û têkel de, bi tevlîheviyek rêjeyî rû bi rû mane. Ku wateya zimanê Kurdî ji wan re bi guman e.

Ma Celadet Alî Bedirxan, ji ber xwe ve negotiye, ku her kesê 31 tîpên Kurdî zanibe, êdî ew mamoste ye.

Anku her kesê ku xwe hînî Kurdî bike, ew bi xwe dibe mamoste. Bê guman, li ser asta têgeha mamoste ne rast e, lê bawerim mebesta wî girzkirina xwendevanan bi xwe ye.

Mebest, xwendevan bi gumana vê rewþê têne ber detê biryarê û pêngava hewildanê. Piraniya wan jî di temenekî ku derdora 20an de, bi xwe hest dikin û hewil didin ku hînî Kurdî bibin.

Ji zaroktiya xwe ve, ne zimanê xewnên wan in, ne zimanê lîstik û evîna wan e, her wisa ne zimanê jiyana wan ya kardarî ye.

Lewma gêwl û pêngavên hewildanê, qet nayên serberkirin û têgeha serberkirinê ji xwe rû nade.

Pêla zimanê Kurdî ji sala 1844’an de cara yekem li Stenbolê pirtûkeke kurdî hate çapkirin, ku ya Mewlana Xalidê Neqþîbendî bû. Bi tevahî ne bi kurdî bû, li kêleka manzûmeyên erebî û farisî, manzûmeyên bi kurdî jî tê de hebûn "Mehmet Malmîsanîj"

Her wisa ji sala 1898 an de jî li Qahire/Misir kovara Kurdî Dayi Kurdistan jî hatiye çapkirin

Anku em dikarin  ji Hawar destpê bikin ku di sala 1932 an de hatiye çapkirin.

edî em dikarim bi bîrdozek hiþwerî dabeþ bikin ka ji sala 1844 an de, û ta niha çima xwendevanên Kurdî zêdetir nebûn.

Weke ku dîrok xwe þîrove dike, tiþtê herî tirsnak ji wêjeya Kurdî re, karîna desthilatdariyê bû û dorpêçkirina henasa kurdî bû.

Lê paþ salên 1923-1965an de tenê du pirtûkên Kurdî hatin çapkirin.

êdî ji sala 1980 pêla pirtûkên Kurdî girantir bû û hejmara wan roj bi roj zêdetir dibû. Lê xwendevan, ne li gor hejmara çapkirina pirtûkan bû.

Weke nêrevaniya min di agahiyên ku bi destên min ketine, sala 2009 an, baþtirîn sal, di dîroka wêjeya Kurdî de bû, ku bi hejmarek baþ pirtûk hatin çapkirin.

Bawerî ew e ku weþanxaneya Han, di vê hewildanê de, yan di vê erzaniyê de, wê hejmara xwendevanên Kurdî zêde neke.

Her wisa, bawerim praniya ku wan pirtûkan ji xwe re bikirin, ew bi xwe xwendevanên xwe ne.

Dîroka gêwla xwendevanên Kurdî, ne duh û ne îro hatiye nivîsandin.

Îro wêjeyên din, anku xwendevanên ne kurd, diyalog û gengeþeya serencama xwendina xwe dikin, lê em Kurd hêja di qonaxa newekheviyên Zimanê kurdî de ne, em hêja di newekheviya bêjeya sipas û spas de ne, em hêja di newekheviya Soranstan yan kurdistan de ne.

Edî ji xwe ev gunehkariyeke ku em vê berhevdana sawîrane guftûgo bikin.

Ezîz Xemcivîn
Spasî
Kek Manyêl, ev babetek berfireh e.
Xwendevanên kurdî bi taybetî li welat gelekî kêm in.
Di seredana min î dawî de, min hin hevalên xwe yên berê dîtin, (yên ko pertûk ji dest hev direvandin) mixabin min tu guhdana wan li xwendinê û pertûkan ne dît!

Spas
30 Çile 2010 þemî Saat 09:15

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere