FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com
Rewaltî.. kêþeyên qûnaxê
21 Çile 2010 Pênþem Saat 23:14

Rewaltî.. kêþeyên qûnaxê û þêwaziyên danûstandinê pê re

·         Qûnaxa rewaltîyê çi ye.. ?

Rewaltî giringtirîn qûnaxên temene di jiyana mirov de, qûnaxa ku dikeve di navbera qûnaxa zaroktî û ciwaniyê de, ew salên ku bi dûv zaroktiya derengî têt.

û ji sala duwazdeha de despêdike, û di sala bîst û yekê an bîst û dudwan de kuta dibe, ev jî ligorî ku li ser hatiye lihevkirin ji layê pirrtirîn lêkolîner yên di warê zanînên derûnî, perwerdeyî û komelayetî de dixebitin. Lê belku di bin bandora keþ (avûba) û hokarên xweristî û xaknîgarî yan ligorî werara نمو  kes ji hêla tenduristî ve, dê salekê li pêþ yan li paþ be. Û gava rewaltî destpêdike, zarok di jiyanê de xwe li pêþ qûnaxek nû dibîne ku tucaran bi tiþtekî ji xurdeyên wê hest nekiriye, digel guhertinên bahozî û dijwar ku dibin xalek despêkî xweþ xuya di rewþa wî de .

 

·         guhertinên ku li rewal xuya dibin:

1em- Guhertinên laþî (cismî):

Li vir rewal "keç û xort" bi çavê xwe dibîne ku çawa roj bi roj guhertin di laþê wî/ê de çêdibin, û ji bin destê wî/ê difilitin, mînak: dirêjbûn, pehinbûn, þînbûna pûrtê, mezinbûna qewareya poz, zivirbûna deng û pizikên ciwanî yê, evên ha û gelek guhertinên din bi kotekî çê dibin, dûrî viyana rewalan, divê ku bi wan re guncaw (Adaptation) bibin. Û gihiþtîbûnالبلوغ   ji hemû nîþanên guhertinên laþî metirsîtire, ango ew bûyera tuxmî ku bilind dibe, digel vê rewal - cara yekem - bi hêzeke tuxmî (sêkis) xurt hest dibe, ji vê dera bi karîna xweyî dûndeyî (zawzeyî) تناسل  hest dike, dûvre eva ha wî dajo ber bi guhdana regezê dîtir ve, vêca hin guhertinên fîzyolocî yên girêdayî bi lûyên tuxmî ve غدد جنسية û derbûna avê di xewnê de احتلام ji wê despêdike û bikaranîna rewiþta nehênî العادة السرية li cem xortan, û despêka asa  mehaneالدورة الشهرية û rewiþta nehênî û bilindbûna sîngê û mezinbûna qewareya kulêmekan  حجم الورك li cem keçan.

Ev guhertinên ha bi rengekî kotekî dûrî vîyana rewalan xuyadibin, îca dibin sedema ku coreyek ji neterazûyê di kesayetiya wî/ê de biafirînin, û ji wî/ê têt xwestin ku bi rengekî baþ bi van guhertinan re guncaw bibin taku vê qûnaxê bi aþtî û dilniyayî derbas bikin. Û li hemberî van guhertinan giþî – jibo têgihiþtin û guncawbûnê bi wan re – rewal pêwîstî hiþyariyê ye ser tiþtên ku pê re çê dibin, þirûvekirin, xuyakirin û bersivdana pirsên ku ramanên wî/ê gelek caran mandû dikin, û eva ha divê ji hêla xwedîyan û nemaze ji hêla dêwbavan bê kirin, vê re bîrwerkirina wan bi dan û standinek durist bi van guhertinan re.

   

2em - Guhertinên civakî:

Di vê biwarê de rewal hest dike bi pêwîstiya ku cihê xwe di hindirê civakê de bigire, û xwe têde bibîne, ji ber eva ha bi xwe ewê bihêle ku karibe xewn û diltepî û hêvîyên xwe bi cî bîne, li hember vê jî belku guhdariyê ji malbata xwe nebîne, li vir dibe ku, ev rewal tevlî "komekê" bibe û wek penaheke xweþ, xwe têde bibîne, û pê ve bê girêdan, dûvre ev cîwar jê re bibe derfetek jîndarî ku di nav de dilbijokiyên xwe bikarbîne, û karibe di hindir wê de serxwebûna xwe bi pêk bîne û têde ezîtî, arezû, bayexdan û aresteyên xwe berder bike, ev "komek" bi xwe komelek kesin ku arasteyên wan yên rast yan nerast nêzîkî hevin, wek tevlî rêveçûnekê yan komelek ji hevalên kirêt bibe, û rewal di nav de bi þemite, dûvre bi alî xûyên kirêt ve ladan bibe, yan tevlî hin komeleyên rast û baþ bibe di rêya rêxistinên siyasî yan rewþenbîrî, komelayetî û yaneyên werziþî re, dûvre eva ha beþdarîyek pirr baþ û erênî di afiriandina kesayetîya wî de dike dûrî ladan û kiryarîyên kirêt û nelirê.  

      3em - Guhertinên derûnî ( saykolojî ) : 

Bi kurtî, ezîtiya rewal di vir de nîgeran, leq û perîþane, ji ber ku dixwaze hebûna xwe bi rengekî serbixwe bide xuya kirin, digel ku daxwazên wî jî pirr dibin, û hinek pirrbûn jî di xwestekên wî de peydadibin, nemaze dema her carê bang dike digel tiþtên ku dixwaze, yan li pey baz dide, ev hewldanên ha ji aliyê ezîtiyê ve sedem jê ku xwe bide berçavkirin û hebûna xwe berz bike ku dikare her tiþtî bi cî bîne - ligorî ew li xwe dinere -  û bi nîgaþeke berfireh dikeve ramanê, ku cîhanê tevî ji nexweþîyan rizgar bike, û wekheviyê di nav milletan de bi cî bike, yan gelekî bi xwe bawere di vekirina malan de. Ev ezîtiya ha bi tevayî li ser wî nuhe, û pirr gewreye, sedema vê yekê jî bi rastî ku wek her kesê li hawîr xwe li xwe dimeyzîne, û ji bilî wilo jî nabîne. ji alîkî din ve tê xewna wî, yan ew ji xwe re dikeve xeyalê - digel dûbarekirina gotina ezîtî - ku jê re kesayetîyeke serbixwe bi cî bîne.

4em -  Guhertinên wurûjanî: 

Wek me di ravekirina guhertinên laþî de da xuyakirin ku çawa hêza tuxmî bi xurtbûn bi serdikeve, lewra ev hêza ha rewalê diltenik ber bi regezê dîtir ve radikiþîne, û hest dike ku eva dawî pêwestîyeke, bivênevê divê bersivdanê jê re bike.

Bê guman ev hêz roleke zor mezin di jiyana kesê rewal de dilîze, ta radeyekê ku bi raman û hest û nîgaþên xwe dikeve bin bandora wê, gelek caran êþ û jan û azaran dikêþe, û hin caran kêfûxweþî û þahî û asûdeya xwe têde dibîne. Piþtre dilovaniya evînî tê xuyakirin, û ev dilovanî wî ber bi rakêþandina wurûjanî ya regezê dîtir de radajo, û dixwaze ku herdem li teniþta wî be, û bi hev re bi axivin û li hev guhdar bikin, ango di yekbûneke dilovanî de bên pijavtin.  

Evin guhertinên ku di jiyana yê zarok de çê dibin û ew dawîya qûnaxa xwe ya bêdeng oxir dike, ta derbasbe qûnaxa ciwantiyê, tenê tiþtê li vir dimîne ku yê rewal di vê qûnaxê de karibe lihevanînê bi van guhertinan re çê bike taku cî bigire û jiyana xwe ya derûnî, civakî û wurûjanî, bi hêminî di hedaneke bikêrhatî de bibûrîne.  

Û çaxa herî giring ji rewal re ku dikeve di navbera sala ( 18 - 22 ) an de, salên dawî ji qûnaxê, ku nerîn û têkilî û baweriyên wî hêdî hêdî bi awayekî hoþwer cî digirin, di vir de rewal li ezîtiya xwe ya durist digere, vêca piþtî ku ew guhertin hinekî dihedinin.

Li vir zayîna dudwan diçirise, ya ku lêkoler (Stanlî Hol) di yek ji lêkolînên xwe de çêlêkiriye, û ji alîyê dudwan ew teqezkiriye, gava dibêje: (di rewaltiyê de zayîna dudwan heye), ligorî nerîna wî ji me re tê xuyakirin ku mebest ji zayîna yekem hatina zarokê li ser ruwê jiyanêye, lê ya dudwan ew bi xwe zayîna kesayetiyê ye.

·         Hevpeyvîn û gengeþî li ser pirsên tuxmî bi rewalan re:

Digel peresendin û pêþveçûn û rûvebûna ku li cîhanê çêbûye, hîna jî pêþde diçe bi encama þoreþa teknolocî, zanistî, ragihandî û bandora wê bi þêweyekî yekser yan neyekser di guhertina gelek têker û arasteyên ramyarî û kiryarî de, li ser hemû astan: perwerdeyî, civakî, abûrî, siyasî.. t.d, lê hîna jî pirsgirêka perwerdeya tuxmî مسألة التربية الجنسية di jîngeha me de têjimartin ku pirseke hestyar û dijware, û hevpeyvîn di vî babetî de bi zarok û rewalan re têjimartin ji qedexeyan, çiku li ser asta kesane be yan malbatî be yan li dibistanê be yan li civakê bi tevayî be, ligel vê em dibînin wek van babetan têne berçavxistin di rêya rûbera televizyonî de û li ser Internêtê, lê çav vekirin li ser ji hêla civakê ve û bikaranîna wan di navbera kesên wê de, wek beþekî bingeh ji rewþenbîriya komelayetî û danûstandin pê re wek beþek ji jiyana me yî komelayetî rojane qedexe maye, û heger wek vî coreyî ji gengeþê û hevpeyvînê hate dîtin di navbera hinek desteyên komelayetî de, dîs ew jî dê di astek teng û pirr kêm debe, û eva ha vedigere gelek bayexan, ji wan:

1em- baweriya cîgirtî li cem dêwbav û perwerdekeran ku çênabe yek dest bide pakiya zarok û li pêþ wî di pirsgirkên tuxmî de biaxive, jiber ku zarok bûnewerekî sadeye nikare di van pirsan de bigihêje, û ev bi xwe kiryarîyeke dijî nirx û rêz û rawazên civakî ye, îca çi gengeþî di vî babetî de têjimartin ku ji qedexeyaye.

2em- nebûna hiþyariyê li cem pirrtirîn dêwbav û perwerdekeran, nemaze di civakên paþverû û olperest de layî giringiya perwerdeya tuxmî di jiyana zarokan de û ji salên pêþîn di afirandina wan de, û netêgihiþtina wan bi pêdiviya tuxmî wek hemû pêdiviyên dîtir, wek av û xwarin û lîsk..t.d, di jiyana zarokan de. Wek têt zanîn ku fêrkirinên olî  تعاليم الدينdi cewhera xwe de ne dijberî perwerdeya tuxmî ne, bêtirî vê jî gelek nîþaneyên Quranî û gotebêjên pêxemberî bi rengekî xuya wek van pirsan wergirtine û ji me têt xwestin ku em lêkolînê di wan de bikin dûrî þerm û fehêtbûnê.

Ji bilî vê jî bawerîyeke cîgirtî din ku ta nuha jî heye, ku pêdiviya tuxmî di qûnaxa rewaltiyê tenê de berz dibe, ango ew girêdana di navbera tuxm û rewaltiyê de. vêca wan bawerdikir ku þûkirin di vê qûnaxê de baþtirîn çareserkirine bo alûziyên wan. di vê gavê bi xwe de, gelek ji van rewþên þûkirina pêþdemî bûn sedema kêþeyên mirovatî û civakî yên pirr dijwar. ne tenê kêþe eve, lê belê heta di qûnaxa rewaltiyê bi xwe de jî, guhdaneke guncaw bi perwerdeya tuxmî nabe, belê li ser rewal "keç û xort" best û bendên civakî yên hiþk têne sepandin, bêyî ku guhbidin ew guhertinên biyolocî û derûnî yên vê qûnaxê, û lêmiqatebin di rêya rêberîyeke guncaw de.

3em- ew baweriya cîgirtî li cem perwerdeker û dêwbavan ku axavtin di vî warî de, dê pîsbûnê li sirûþt û perwerdeya zarok û rewalan bike, û çi gotebêj di vî alîyî de dispêrin qedexeyan di bin bandora ol û sincên wê de .

Li wir gelek pirs di vî warî de li ser zarok û rewalan mat û nepenî dimînin, tew belku li ser wan pirsan bêne sizakirin ji layî dêwbav û mamostayan ve.

Ev bendên ha û gelekên din, li pêþ bayexdanê bi perwerdeya tuxmî ve di jiyana zarok û rewalan de berbest û bendekî radiwestin, û ez bawerdikim taku bayexdan bi vî alîyî ve bê kirin, despêk ji giringiya belavkirina rewþenbîriya tuxmî di civakê de, divê ev pêngavên ha bêne peyrewkirin:

1em- derbaskirina perwerdeya tuxmî wek keresteyek (babetek) bingehî di karnameya dibistanê de, û di hemû qûnaxên fêrkirinê de, û fêrkirina wê li kêleka babetên dîtir, û çê dibe ku fêrkirina vê keresteyê bispêrin rêberên derûnî û komelayetî jiber ku evên ha bêtirî herkesî dê karibin dan û standinê bi vê babetê re bikin, jiber bîrwerbûn û þarezayî û zanistiya ku li cem wan li ser jiyana zarok û rewalan û qûnaxên ku tê re derbasdibin û taybetiyên werarî li ba wan li cem mamostayên dîtir peydanabin. Yan Kadiran ji mamostayên taybetkar di keresteya jîndewerzanî de þiyankarên zanistî bikin, taku bi fêrkirina babeta perwerdeya tuxmî rabin, li pî rola rêberên derûnî û komelayetî di dibistanan de.

2em- bayexdana amêrên ragihandinê bi babeta Perwerdeya tuxmî û raxistina wê di rêya çapemenî û rûberên televizyon û internêtê de.

3em- dezgehên perwerdeyî û komelayetî û rewþenbîrî divê bayexdanê bi babeta perwerdeya tuxmî bikin li rêya girêdanên simînêrên rewþenbîrî di navbera hemwelatiyan de .

 ( navendên rewþenbîrî, yekîtiyên karker û cotkar û jinan, civat û rêxistinên gelîrî, rêxistinên konevanî ..t.d).

4em- pirsgirêka tevhevbûnê di navbera herdu tuxman de li dibistanan û di hemû qûnaxên fêrîkirinê de, pirseke pirr giringe divê ku bi cî bê, û çesipandina wê li zemînê dê guhertinek pirr fireh di gelek rûkarên þaþ de çê bike, û gelek kêþeyan dê çareser bike.  

Ev pêngavên ha bi tevayî, dê di belavkirina bîrweriya rewþenbîriya tuxmî de beþdariyê bikin, û li navbera perwerdeya dibistanî û perwerdeya malbatî di civakê de, dê guncawbûneke durist biafirînin.

 

·         Têgihiþtina þêwazên rewalan:

  Li cem rewalan bi rengekî giþtî di hemû civakan de daxwazeke bihêz ber bi serxwebûn û piþtbixwebestinê ve heye, û em vî tiþtî bi rengekî xuya di rêbazên raman û kiryarî û arezû û bayexdan û rûkarên wan de dipelînin digel dan û standina ku bi tiþt û kesên li hawîr xwe re dikin, û eva ha vedigere yek hoyê ku di hindirê civatên mezinan de dûpatekirina ezîtiya xwe bi cî bînin, û arezûya bi alî xwendina belavok û govarên ku bêtir babetên tuxmî di nav rûpelên xwe de dicivînin, di pileya pêþîn de têrkirina pêdivîya wan ya tuxmî pêktîne, ev ji hêlekê de, ji hêla din ve ku rewal bi gelemperî û nemaze di salên pêþîn û navîn de ji qûnaxê ve coreyek ji sistbûn û zemteyiyê azardibin bi encama guhertinên fîzyolocî û derûnî, vêca em dibînin bayexdana wan qelse bi babetên wêjeyî û zanyarî yên ku bizav û wizeyek ramyarî di fêmkirin û têgihiþtina wan de têt xwestin, û di baweriya wan de çêjê di derûna wan de navejînin, vêca em dibînin ew berê xwe didin tiþtên ku pêdivîyên wan têrdikin û çêjê di hindirê wan de vedijînin bêyî ku bizaveke ramyarî xercbikin, û vî tiþtî em di civaka xwe de jî dibînin, wek komkirina wêneyên lasakar û hunermendan ( keç û xort ) û xwendina belavok û govarên ku wêne di nav rûpelan de heye û filmên tuxmî yên wirûjandî ku nuha li ser rûberên televizyonê û kasêtên Vîdyo têne raxistin, û nuha heger em bixwazin li amêrê Mobayl yên di nav destên rewalan de binerin her emê gelek wêne û nameyên tuxmî di hindirê wan de bibînin.

Bawerdikim ku ev bayexdan û arezû nemaze di salên navîn de ji qûnaxê tiþtekî asaye jiber ku çêjê vedijîne û pêdivîya tuxmî têrdike, û ne asaye heger di rêgehin ne yasayî bigihêjê dema ji çavên xwedîyan dûr be, yan ji jêderin ne pak yên ku mîna van govar û filman belavdikin ku mebest jê tevrakirina çêja tuxmî yeاللذة الجنسية, ne puxtekirin û têrkirina wê bi mebesta bikaranîna bi bîrwerî û fêrkirinê ye.

ligel vê giþî divê ku rêberiyek peyweste hebe jibo dan û standinek durist bi van tiþtan re, û rêberiya rewalan ber bi bilindbûna vê pêdivîya tuxmî ve þiyane di rêbazgeha çalakiyên rewþenbîrî û desteyên werziþî û lîskevanî de, û gengeþiya kêþeyên tuxmî bê tirs û þerm û dudilî bi wan re li darkevin, belku bi vî îþî tûjbûna xerîzeya tuxmîالغريزة الجنسية li cem wan bê dahatin taku vê qûnaxê bi hêminî derbasbikin, jiber ku rewal û di salên dawîn de ji rewltiya xwe di navbera salên  18 – 22 an de, bi rengekî rastî li xwe dizîvire û raman û pêwendî û arezû û bayexdan û nerx û arasteyên wî hêdî hêdî despêdikin ku ber bi hedandinê de cî bigirin, û bi nerînek hoþwer û helkewtî di paþerojê de dirame, jiber ku di dawîya qûnaxê de, ew guhertinên derûnî û laþî النفسية والعضوية  ber bi hedandin û cî girtinê ve diçin, wek ku me berê anîbû ziman.

·         Mîkanîzmên berderkirina dilovanî yê:         

Di despêkê de divê em teqez bikin ku dilovaniya evînîعاطفة الحب pêdivîyek xuristiye, û rakêþandina rewal ber bi regezê dîtir ve tiþtekî xuristiye ji pêdivîya biyolocî berhem bûye digel hilbûna bûyera tuxmî, ango gihiþtîbûn di qûnaxa pêþîn de ji rewaltiyê, piþtre ev rewþa ha tê peresendin bi alî guhertina wurûjanî ve, taku dilovniya evînî xuya bibe. îca dilbijandina rewal û hezkirin û hogiriya wî/ê ber bi hêla regezê dîtir ve dihere û dixwaze ku herdem li kêleka wî/ê be ta radeya buhijînê di yekbûnek dilovanî de bi wî/ê re, û ev coreyê evînê bi (evîna asîmanî) yan (mînakî) bi nav dibe, evîna herî pak ewe. û di qûnaxên dawî de ji rewaltiyê piþtî ku ew guhertin dihedinin dilovaniya evînî li cem rewal ber bi alî kesekî tekane de dihere, lê di qûnaxên berê de ne cî girtî bû, û ber bi gelek kesan ve diçû, û arezû li vir li hawîr çêjan dihêwire,  û rewal di þûkirinê de dirame, û ev dilovanî bi (evîna arezûyî) bi nav dibe, vêca em li evînê dinerin li ser ku pêdivîyeke an çalakiyeke derûnî û civakiye di heman gavê de ji çaxa zaroktî ta ciwaniyê û di hemû qûnaxên temenî de.

Ev pêdivîya derûnî û komelayetî ango bikaranîna dilovaniya evînî, ew jî di civakên parêzwer de bi rêz û rêwaz û nirx û baweriyên komelayetî û sincên olîtiyê ve tê gêrokirin, jiber vê yekê em dibînin ku rewal çawa serkêþiya vê rewþê dikin, ji bo dilovaniya evîna xwe bikarbînin, û li wir gelek rengên vê bikaranînê hene, ji wan :

1em- hevdîtinên bidizî navbera rewalan li cihên tarî û dûrî çavên xwedîyan, û carna kêþeyên pirr xerab çêdibin encama van hevdîtinan jibo bikaranîna dilovanî yê.

2em- rawestandina xortên rewal li ber dergehên dibistanên keçikan di demên sibeh û berdanê de, û eva ha bandorek ne lirê li asta xwendina wan dike, ku xwendin paþguh dibe, û rewal dereng digihêjin dibistanên xwe, yan ji waneyên xwe direvin, ev tiþtên ha tev taku dilovaniyê bikarbînin.   

3em- hewesek tund ber bi xwendina belavok û govarên nîgarî yên ku wêne û babetên tuxmî di nav rûpelên xwe de hiltînin heye, di ser re temaþekirina filmên tuxmî yên wirûjandî di rêya rûbera televizyonê û kasêtên vîdyo û sîdî (CD) de, û pirrkirinên ji van temaþekirin û xwendinan ku ne bi bîrbûn û rêberiyeke pêþbirî be dê ziyanên kiryarî û derûnî û sincî yên mezin li ser ezîtiya rewal, û bi taybet asta xwendina wî/ê bikin, heger armanc ji wê pêkanîna çêjê bi tenê be, û ne bo hiþyarî û agahdarîbûnê li ser çawayîya bikaranîna dilovaniyê be.

 4em- hizirbûna bi dirêjayî di tuxmê dîtir de, û zalbûna vê li ser wî/ê di xewnên xew û xewnên hiþyariya rojane de, û bi encama vê yekê belku diyardeya derbûna avê di xew de ظاهرة الاحتلام li cem wî di heftiyekê de gelek caran li pey hev dûbare bibe, û carna hinek rewal hene di kêlîka piroseya derbûna avê de bi êþên taybet dihestin, yan belku bi piroseya derbûnê re dilopin ji xwînê dakevin, di vê gavê de divê rewal xwe pêþ bijîþk bike û rawêjaاستشارة wî bixwaze.

5em- avakirina pêwendîyên dilovanî yê, keç bi xortekî re, yan xort bi keçekê re, ji cara pêþîn ku hev nasdikin, û bilezkirina xwestina þûkirinê ji wê/î, dikevin baweriyê ku bextwerî û buhejîn û jiyana wî/ê li ser wê/î radiweste, ligel belku ew tiþtekî li ser hev nasnakin, bes jiber ku berkevtina dilovanî ji wê/î bi gernijînê yan bi peyvek xweþ û þêrîn werdigire, û dema xewna xort yan keçê bi retkirinaرفض xwedîyan tê gêrokirin, pirrê caran vêna dihêle ku kêþeyin kiryarî û derûnî û komelayetî çê bibin.          

Divê ku em bêjin, hemû þêwazên ku me anîn ziman ji bikaranînên dilovaniyê di binyata xwe de li bêparî û birçîbûna dilovaniyê vedigerin, û kanîya wê ya sereke perwerdeya malbatî û dêwbava ye, û bi rengekî taybet þêwazên dan û standina wan bi zarokan re.

Lê li kêleka eva ha þêwazin dîtir ji bikaranînên dilovaniyê re hene yên ku ji têrbûna dilovanî, derûnî, sincî, komelayetîyê û bikaranîna dilovaniya bi bîrwerî berhem bûne yên ku li ser bingehin perwerdeyî durist avadibin, û bi rastî û evîn û perwerî û zîzî û lêborîn û dilsozî û emekdarî û berpirsiyarî yê ve pêçayîne.

Li wir hinek þêwazên dîtir ji bikaranînên dilovaniyê re hene, yên ku ji têrnexurî û xilteya dilovaniyê encambûne, ku reþbînî û bêzkirinê diþînin, îca dilovaniya evînî tê çewisandin bo pêkanîna armancên mayekîمادي têrnexurî di rêya derew û xapandin û durûtî yê de, û li vir belku armanc li dûv têwerkirna qurbanê – ji herdû tuxman – abûrî yan komelayetî yan siyasî yan derûnî be, ev coreyê ha ji bikaranîna xilteyiya evînî re têjimartin ku ji pîstirîn þêwazên têne bikaranîn çi ji hêla xortan bin yan ji hêla keçan bin, bêguman encamên wê li ser civakê bi giþtî malwêranîne.

·         Hokarên ladanbûna rewal:

Li wir komek ji hokar û hoyan hene, belku ew karibin alûzîyin tûjane di jiyana yê rewal de – ji herdû tuxman – bi yekser biafirînin, îca ev alûzî têne peresendin taku li rengê ladaniyan xuyadibin, û mînaka vê, rewþên dilsarbûnêاحباط  ku li rewalan dikevin û dûbarebûna eva ha dihêle ku di berencama xwe de bigihêje rewþa bêzarbûnê yan kêþeyin derûnî dîtir wek nebawerî bi xwe yan nîgeraniya tund û pirrleqالقلق الشديد..t.d, û rewþin dîtir wek ladaniyên tuxmî û dizî û tawan û sergerbijanî û penaber bûn..t.d.                

ji koma van hokaran:

1em- Perwerdeya malbatî :

malbat roleke wêyî sereke di afirandina kesayetiya zarok de heye ji hemû alîyan ve: derûnî, hiþî, kiryarî, sincî û komelayetî..t.d, û berpirsiyariya herî mezin di vî warî de û di pileya pêþîn de dikeve ser milê dêwbavan, îca giringtirîn hokarên ku belku bihêlin ladan çêbibin di vê navê de em dikarin wan di van xalan de bicivînin:

A) – deshelatdariya dêwbav yan yek ji wan, û dan û standina bi zarokan re di keþyekê de ku bi hiþkbûn û tundî û diktatorî ve salix bibe, û di keþyekê de ku dûr be ji pêwendiyên demoqratî, û dûr be ji evîna dilovanî.

B) - girr û nelihevbûn û pevçûnên malbatî û bi awayekî taybet di navbera jin û mêr de, û bandora vê li ser kiryarên zarokan.

C) - dirêjiya ne diyariyaغياب  bav ji malê bi sedema kar yan mirin yan hebûna wî ya bêkarî, yan ne diyariya dayikê wek ku di rewþa bav de yan bi sedema berdanê.

 Hebûna bavan ya xurist û bikar bo zarokan di dana evîn û dilovaniyek hoþwer de ye, û di fêmkirina pêdivî û bayexdanên wan de veþartiye, ango divê ku di heman gavê de hebûna wan derûnî û komelayetî be, ne tenê hebûneke laþî be.

D) – delalî û banandin û zîzî ya zêdeyî sînorê xuristî, wek di rewþa bêpariya dilovaniyê yan pirrbûna dilovaniyê de, û nuqumkirina zarok di mayekiyan de bêyî ku pêdivîyên wan yên durist fêmbikin û danasîn û çavdêrî bi bûna wan ya kesayetî mirovanî hebe.

H) – pêþrewên kirêt (raberên kirêt): pêþrew li vir belku bav be yan dayik be jî, wek bavê ku diziyê dike yan bavê tawanker be, yan dêya ku pêwendiyên tuxmî yên ne rewa bikartîne..td. û hevalên kirêt, perwerdekerên kirêt, ragihandinên kirêt, mînak zarok pirrê caran dikevin bin bandora zivrûzengiya عنف ku xuyadibe di rêya rûberên televizyonî yan filmên tuxmî de..t.d.

W) – firejinî û pirrbûna hejmara zarokan di kufletekê bi xwe de: ji neçareyêye ku mêr karibe dadiyê di navbera jinên xwe de bi cî bike, û di navbera zarokên xwe de yên ji jinên firehejmar, û heger ji alîkî ve dadkir, bêguman ewê ji alîkî din ve lader bibeيخالف  , û li ser vê, dadiya dilovanî mînakek sadeye ku ticaran bicînayê, yan ku ew nekare dilovaniya xwe biyeksane li jin û zarokên xwe belavbike, jiber vê bêpariya dilovanî û ciyawazkarî gelekî hatiye di mînaka firejinan de û dîs di pirrkirina anîna zarokan de.

2em – helkewta rewþenbîrî – komelayetî ya paþverû li civakê bi awayekî yan dîtir di ladanê de beþdar dibe: nezaniya dêwbavan bi þêwazên perwerdeya durist ve di danustandinê de bi zarok û rewalan re, kêmbûna asta nirx û bineretiyênمبادىء sincî û komelayetî yên bilind, lawazî yan nebûna rola yaneyên rewþenbîrî û komelayetî ku bayexdanê bi pêdivîyên rewalan bikin..t.d.

3em – dibistan: belku dibistan ji rêka sîstema hiþk di danûstandinê de bi rewalan re û þêwaz û rêgehên deshelatî û sepandina sizeyên gewdî herecar ji hêla herdû dezgeyên kargêrî û fêrkarî ve, ku rolek nelirê di vî alî de bilîze, rewal li vî coreyî ji danûstandinê dinere wek ku rûmeta wî tê birînkirin û hebûna wî ya kesayetî tê gefkirin, û ev giþ belku bihêle ku ji dibistan û xwendinê biterqe yan dûrkeve û serkêþiya wê û sîstema wê bike, dûvre eva ha dê bibe sedema ladana wî di paþerojê de.

4em- rewþên abûrî û siyasî yên kirêt: bê guman ev rewþên ha, beþdariyê di ladana rewalan de dikin, wek nîrên abûrî yên kirêt ( hejarî û pêdivî ), sitem û zor bi hemû rengên netewî û komelayetî û olî.. ciyawazkarî, regezperstî, zorkarî, terorî…t.d.

·         Danûstandina bi rewalan re di hindirê malbatê de:

Bawerdikim tiþtê ku em di vir de bînin ziman, bi rengekî yan yekî dîtir di wan xalên pêþîn de em li ser wan axivîne, despêk ji çawayiya danûstandinê bi babeta perwerdeya tuxmî re û guhertinên ku li ser jiyana rewal xuyadibin û dîmenên dilovanî yên ku di rêya wan re, ezîtî û pêdivîyên xwe berder dike, û dawîyê giringtirîn hokarên ku dihêlin ladan çêbibin.

Bi kurtî, em dikarin hayedariyê li rola dêwbavan û þêwazên danûstandina wan bi zarokên wan re bikin, li rêya ku li wan û li nerînên wan guhdar bikin û rasterast ji wan re tiþtên ku gelekî hiþên wan pê mijûl dibin xuya bikin û bi rengekî taybet pirsên tuxmî dûrî sepandina bend û bestan û qedexekirina gengeþiyê di vî babetî de yan bikin ji qedexeyan ku çênabe nêzîkî wê bibin, lê belê divê wan agahdar bikin û þîretan li wan bikin bi mebesta ku bîrwer bibin û ev pêdivîya giring li cem wan bê puxtekirin تهذيب .

di ser re, em dikarin hayedariyê li rola wan bikin ku keþyeke malbatî guncaw biafirînin ku bi evîn û dilovanî û zîzîyê miþt be û pêwendiyên demoqratî bi rengekî hoþwer û babetî موضوعي tê de peydabibin û ji zalkirin û sepandina deshilatî û serperiþtiya zorî dûr be, taku rewal bi hebûn û hatinerêza انتماء xwe ya durist ve bi vê malbatê re hestke.

vêca divê ji bîra me neçe ku rewal xwedî kesayetî û bayexdan û pêdivî ye, û di çi nîrî de be ewê wan berder bike, û taku berderkirina wî ji wan re bi rengekî rast û durist be divê merc û keþên guncaw bêne peydakirin. 

jibo rewal bi hêminî û dilniyayî vê qûnaxê derbas bike û têkeve qûnaxa ciwaniyê, û duristtir û guncawtir be, bi ser de divê ku coreyek ji tekûzkarî û hevkarî û yarmetiya hemû dezgeyan di civakê de pêk bên, despêk ji malbatê ta dibistanê ta dezgeyên rewþenbîrî û komelayetî, bi ser de jî dewlet rolek wêyî pêwîsttir û giringtir di vî warî de heye, despêk ji xweþkirina nîrên abûrîyê û xweþkirina jîngehên dibistanê û persendina pirograman û kargurêxkirina rola rêberên derûnî û komelayetî di rêya peydakirina xizmetguzariyên pêwîst bo karê wan û labirdina asteng û keleman û peydakirina azadî û keþên demoqratî û keysên kar û gurêxkirina rola dezgeyên rewþenbîrî û yaneyên werziþî û avjenîgeh û sînematîk…t.d.

dawîyê, em dikarin bêjin ku rêpêþanderî û rêberî û serperiþtî ji hêla dêwbav û perwerdekeran ve pêwîsttirîn û duristtirîn ji þêwazên ku dibin alîkar bi rewalan re taku qûnaxa rewltiyê derbasbikin, û eva ha pêk tê di rêya perwerdeya durist de li rêya bikaranîna þêwazên perwerdeya zanistî nûjen û bi armanc.

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere