FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Qado Þêrîn
qadoserin@hotmail.com
E. Huseynî; Kurdistanê dike bi qurbana pêlavan
21 Çile 2010 Pênþem Saat 21:09

Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos” ji gotin û helwestên Ehmedê Huseynî(bitikîn).

Gelo çima Ehmedê Huseynî wisa got; hêrs bû?, ji eþqa nava xwe bû?, lîstik û tiyatro bû?, helbest firotin û xwe xapandin bû?, dilxweþkirina derdoran bû?, yan ji bo parastina berjewendiyên kesane û çend Euroyan bû?.

Mebest ji nivîsandina vê Qilçixê qet ne birêz Ocelan e, eger kîjan serok û rêberê kurdan ba min ê dîsa ev Qilçix binivîsanda, mebest helwesta rewþenbîran e ye, mebest Ehmed Huseyniyê helbestvan e. Dako em diyar bikin bê çima ji berê de helbestvan û rewþenbîrên desthilatdaran helwestên mîna ya Ehmed didan dako berjewendiyên xwe yên kesane biparêzin. Emê hewl bidin bersiva wan pirsan bidin.

Serokan kurd kirine du beþ, mirîd û dujber, di vê mijarê de jî kurd bûn du beþ, beþekî destê xwe li piþta Ehmed xistin û gotin eferim bê ko bipirsin çima Ehmed wisa got an nexwestin eþkere bikin, tenê ew hevok ji helbestvanekî mîna Ehmed li dilê wan xweþ hat. Beþê din di nava xwe de nerazîbûna xwe derbirî û dengê xwe yê rewþenbîrane bilind nekir û ne got ev ne helwestek rewþenbîraneye û dilmaniya xwe li ser pepûka helbestê diyar nekir.  Jixwe binavkirina Ehmed ji Ocelan bi Ocelanos helwest bû, bi vê binavkirinê Ehmed li nav nifþekî ji kurdan li dujî nifþê din rawestiya. Ji bo me ew yekemîn car bû ko Ehmed helwestek wisa dide. Gelo Ehmed bi wê helwestdayînê nizanîbû ko zimanê kurdî û di dûv re helbesta bi kurdî ji bo Pkk nebûbû zimanê rabûn û rûniþtinan, civîn û daxwiyaniyan, kar û xebata rojane(standard), dêmek ew helwest û tiyatroya Ehmed di ROJtv de ji bo berdewamiya kar di Roj tv de û qezenckirina pereyan bû, ji bo razîkirina hevalbendên Rojtv bû, û ne ji hêrs û eþqa nava wî bû, ne jî ji bo hezkirina birêz Ocelan bû.

Hezkirina serokan bi diruþmeyan nabe, bi gorîkirina helbestan nabe, û ne jî bi darê zorê dibe, û ne jî li paþ berjewendiyên kesane dibe. Di dema berê de rewþenbîr, helbestvan û nivîskarên serok û padîþahan hebûn. Ji bo ko pere bi ser wan de bibarin, wan bi koranî piþtgiriya þahê diktator dikirin, eger wî þahî zarokên pêçek û dergûþan bikuþtana, wan rewþenbîran maf didanê.

Ehmed bi wê hevokê yek ji diduwan pêkaniye, û nabe sisê, dilxweþkirina bîner û piþtgirên Rojtv, û yan din, dako berjewendiyên xwe yên kesane li gel Pkk biparêze, wek em dizanin Ehmed di ROJtv de kar dike û tim konê wî li ba wan bi gumgum û qehweye. Eger ne wisa be Ehmed dikarîbû helbesta xwe diyarî birêz Ocelan bike û ew besbû ko helbestê bi giþtî daxîne radeya bin pêlavan, belê peyv û helbesta kurdî bi giþtî bi qurbana pêlavan kir, ji ber wî negot bila gotin û helbestên min bi qurbana pêlava te bin Ocelanos.

Bi gumana min E. Huseynî ne ji bo kesê Ocelan ew helwest da, ne ji hezkirina wî ji kesayetiya Ocelan re bû, belê ji yên derdora wî re bû, ji birêvebirên Rojtv re bû, ji yên li Amedê re bû, ji deverên ko ji bo berjewendiyên kesane mîna kaniyan e re bû. Eger ne wisa be, çima di hevpeyivîna ko Kovara Çirûskê pêre kiriye û Netkurdê jî weþandiye(bitikîn) ew helwesta bi þek û guman neda, di hevpeyvînê de tenê ji bo helbestê dijî, û qet behsa birêz Ocelan nabe, Ehmed di wê hevpeyvînê de dibêje: ’’Bêguman, helbest jiyana min e, henase û kêlîka min a herî þînîgir e, dikarim bêyî hertiþtî bijîm lê bêyî helbestê mirî me. Min ji bo çavên vê helbestê gellek derd kiþandin. Derdên pirr mezin, lê nayên gotin. Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuþtibûya. Ji bo helbestê, mirov ne bi tenê çavên xwe dirijîne, mirov xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne’’.

Ev çi durûtiye, ev çi helwestfirotine, ev çi têkçûn û erzaniya bi gotin û helbestê lîstine. Ehmed dibêje: ‘’Bêguman, helbest jiyana min e..., Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuþtibûya’’. Wisa dibêje û li dawiya dawî wan gotin û helbestan dike bi qurbana pêlavan. Eger tirsa Ehmed ji rexnevanên mêr û bi wijdan hebûya, eger rêzgirtin ji helbesta wî(jiyana wî ye) bi taybetî û ji ya kurdî bi giþtî re hebûya ew helwest nedida, mane helbest ziman, dîrok, çand, kesayetî, welat, can û giyanê me kurdan di paxila xwe de hembêz kiriye, mane qaþo helbest bîr û boçûnên miletan e, qaþo tûrikê zimanê gelan û hiþmendiya wan e.

Li cihekî din ji hevpeyvînê dibêje: ‘’Helbest Kurdistana min e’’. Êdî ji Ehmed dipirsim; ma Kurdistan dibe bi qurbana pêlavan?. Lê dema Kurdistan di kesê mirovekî de qambostî bibe, her tiþt dikare bê gotin.

Em ne azad in, merovên azad helwestên wisa nadin. Bêguman Ehmed jî ne azad e, eger di helwestdayînê de azad bûya dê gotin û helbestên(Kurdistan) xwe bi erzanî nefirotina û nekirbana bi qurbana pêlavan. Mexabin gelek ji me ji þerma, ji bo xatirê filan û bêvan, ji tirsa, ji bo parastina berjewendiyên kesane, û ji bo gelek tiþtên din newêrin helwestên mêrane bidin. Dêmek em nemêrin, em newêrin bi mêranî helwesta xwe bidin, em ne azad û ne jî rewþenbîr in.

Me li pêþî got ko berê rewþenbîrên sultan û padîþahan hebûn(ana bi þêweyekî din hene). Wan rewþenbîran hiþmendî û kesayetiya mirovan têkdibirin, li þûna ko rexne û li duj diktatoran derkevin piþtgiriya wan di kuþtina zarokên heft salî de dikirin. Cudahî di navbera wan û hêzên ewlekariya Þahê diktator de nedima, her du aliyan, þahê diktator û rewþenbîrê diktator dikarîbûn ta mirnê mirovan eþkence bikin.

Metelokek Engilîzî dibêje; eger tu bixwazî rastiya merovekî nas bikî pere yan jî desthilatdariyê bidê. Bi gumana min Ehmed bi wê helwestê ne tenê xwe da nasîn, xwe eþkere jî  kir, eger tirsa Ehmed ji dest çûna tiþtekî tuneba wî xwe erzan nedikir, wî xwe û helbesta xwe erzan nedikir.

Eger rewþenbîrên desthilatdaran li þûna xwediyê xwe rûnên dê ji wan diktatortir bin, çimkî ew kole û rêncberên desthilatdariya serok û diktatoran in, û mirovê ko hiþê wî yê koleyan be dikare xwe bixe hezar rengî.

Desthilat rewþenbîrên xwe wek ko çilo seh, hesp, qantir, kêr, kevçî, melkes û tiþtin din, bikar tîne, wan jî bikar tîne dako mafê mana xwe ya rewayî ji wan bistîne, ew rewþenbîr dibin beþek ji desthilatdariyê.

Her civak û komela rewþenbîran ji nav xwe diafirîne, lê yên desthilatê bêtir deyoz û lanet li wan bariyên wan civak û komeleyan e.

Hin rewþenbîrên misulman digotin mirovê li dujî hakim derkeve ew li dujî xwedê derdikeve, ji ber hakim derbirîna xwedêye, ana li Îranê wisa dibe. Û di hin partiyên kurdî de jî bi hesanî dikare ji mirovê dujber e bê gotin ko ew li dujî Kurdistanê ye û cezayê wî kuþtine.

Çareseriya me demuqratî û azadîye, eger em bi hev re demuqrat û azad bin hin emê zû bi ser kevin û hin jî emê zû neþkin û têkneçin, û helwesta rast û dirust a mêrane di berjewendiya gelê xwe de bidin.

Hema hema di gelek partiyên kurdan de qaþo rewþenbîrên helwestfiroþ hene, helwesta serok çawa be ew jêre li çepikan didin.

Di nav me kurdan de, di serdema partiyan de du celebên nivîskar û rewþenbîran derketine ser ava jiyan û civaka gelê kurd, ta radeyekê her du celeb di bîr û boçûn, di dîtin û helwestdayînê de ne azad in. Nivîskar û rewþenbîrên partiyan tenê mane ko bi koranî ji serokê partiya xwe re li çepikan bidin û helwesta serok þaþ ne þaþ biparêzin. Û celebê din jî bê vîn di ava qederê de avjenînê dikin. Di wê navberê de gelek nivîskar û rewþenbîran wek helwest dev ji partiyan berdan e û li derveyî xirecira partiyan man e, û gelekên din li dûv berjewendî û dolaran baz dan gihan tirkan, gihan diktatorên mîna Ebdilhelîm Xedam.

Gelo Ehmed bi wê helwestê pêl li bîr û boçûn û azadiya xwe ya ramanî kir, gelo kole û merovê ne azad dikarin helwestên mêrane bidin, bersiva van pirsan ji xwendevanan re dihêlim.

Li dawî, ji dema berê de du celebên rewþenbîr û helbestvanan hene, celebek ji bo helbest û helwesta baþ û mêrane tên kuþtin, û celebê din ji bo parastina berjewendiyên xwe helbest û helwestan didin bikuþtin.

Û hûn her sax bin xwendevanino.

21.01.2010

www.qadoserin.com

Mere du jina
min fem nekir
Yaw welleh tishtek heye min di ve nivise de fem nek kir. Dibeji gava yeki helbesta xwe biki kurbana pelaven shexseki, ev ne helwesta rewshenbiri ye. Le cima? Bersiva ve ji di nivise de tuneye, an ji min nedit u min fem nekir.
11 Sibat 2010 Pênþem Saat 02:19
kerîmo
xak.mirov.peyiv
di salvegra hizama erbî de,ya ko 1962 li binxetê pêkhat,ko têde mihemed teleb hilal bi hemû awayî pêl rûmeta me kir,ji guhertina navê gundan heya bi birina gundan jî,min gelek dezgehê ragihandinê þopndin mixabin ,li ser tiliyan hatin jimartin,û ev kesê ko nuha xwedî li rûmeta me derketine û êrîþî ehmed huesynî dikin,navê wan tune bû.ez giham wê baweriyê mesele ne emin meselê wan þexsîye,ehmed hestê xwe kir bi gorî pêlava..lê teleb Hilal xist bin pêlava xwe,di dawî de hestê huseyînî ne,ziman .ne
30 Çile 2010 þemî Saat 22:33
dilo Amûdî
bijît
destê te sax be kekê Qado, weleh te îmana wê çikandiye, em tevde ji vê helwesta Ehmed seyr man, tevî ku gelek rzê û hurmeta me ji helbestên wî re hene, lê xweska neketibana bin pêlavan de.
28 Çile 2010 Pênþem Saat 15:28

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere