FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mihemedê Seyid Husên
gorican@hotmail.com
Awireke taybet li ser milê pîrozbahiyan bo encûmena siyasî ya kurdî diþînim
12 Çile 2010 Sêþem Saat 00:00

     Bê guman daxuyaniya 30. 12. 2009 an ya heþt/neh partiyan, nemaze ku serwatiya siyasî ji hindurê tevgera siyasî sazkirine, û di rêkeftin-nameyeke serwerî de biryara damezrandina encûmena siyasî ya kurdî, bo cemawirên gelê kurd mîna mujdeyeke pîroz û bê hempa afirandine, herweku dibêjin: (çendî ku tu bi derengî bê, çêtire ku tu bi yekcarî neyê) çende ku miletê kurd li sûriyê çaverê û di bendemanê de qerimî maye, çendî ku bi derengî ji qirika þûþê hatibe derxistin, bivê-nevê zayîna encûmena siyasî ji pêwîstirîn pêþgavên dirust û cîgirtî hetine radan, nemaze ku di dîroka tevgera kurdî de bi heman giringiyê hatine avêtin, û ji gewretirîn biryarên egerseza û mafrewa yên kurdperwerî li Sûriyê hatine dayîn, herwiha helkeft bo miletê kurd bi hemî tîre, çîn û derbirînên xwe ve, pir bi þabextî hatiye pêþwazkirin, û li þûna payeberztirîn peyamên þayen û çaktirîn diyarî, ango mizgîniyeke evra û balatirîn xelat bo baneþaniya gelê Kurd, di hemî hêlekarên jiyana þarejiyanî, siyasî, çandî û civakî de radest bûye.

     Bi taybetî ku ji encama keftelefteke dîrokdirêj, û qelenekî buhabilind ji dehkên salan ve, û bi dehên pakrewanan, gelek rencekêþan, giraw û kargoriyên mezin cîbecî hatine danîn, herweku ji nû ve keys û derfetên zêrîn di hêza yekzimanî û yekrêbaza siyasî û ramanî ya yekgirtî de, dê hemî doz û gilînameyên Kurd li gora perensîpa pêþewatiya giþtî, dê cemawirên gevezoka qûnaxa destêwerdanê ya kêmbawerî, nemaze ku ji rewþa perçebûnê pir pifdayî û tengijîne, yên ku ji mêj ve berê xwe ji tevgera siyasî guhertine, vêca îro bi saya çakbextiya heman daxuyaniya pîroz, dê hemî karûbar, gireft û kêþeyên cemawirên Kurd li Sûriyê li himêza xwe vegerîne.

     Bi dengekî qube û bilind dibêjim: ku rêvebiriya rêxistinên kurdî li Sûriyê, hêj îdiyolojiya totalîtarî û perensîpa radîkalî di hindurê partî û civakê de bi têr û tesel rêbaz dikin, loma li paþ qûnaxê bîrtewþ, kurtebîn û awirteng, yekrû di nêv genava perçebûnê de tenqijî mane, nemaze ku bi þêweyekî ters-rêwefermî disêwirin ku sergoþa civakê destkêþî xwe kirine, û her di heman zirsawêrên xewnedar de, hewl dane ku þaþî û gendeliyên xwe di bin siya diruþm û siloganên ewarte de veþêrin, herweku min li cîyekî din jî amaje pê kiriye, êca pir diruste (ku tu her tiþtî bike qurbana rastiyê, lê reha çênabe ku tu rastiyê bike qurban her tiþtî) lewra tiþta ku min ji ezmûneya xwe naskiriye, herwe ji gedê mêrê kurd e ku gelekî ji xwe bawere û hîn bêtir jî gernase, lê pir daxe ku ji rûyê din ve, bi heman qulabendiyên kevneperestî, bo dijheviya navxweyî pir pilangêr û çalake, loma demdar sedem û alavên perçebûnê berztir peyda bûne û surme pûçencam çareser kirine.

     Herwiha ji îro ve omîdewarim ku çand, þarezayî û bîrekariya kurdî gihabe asteyekê, nemaze ku bi jen û þiyana hevkarî karibe xwe ji heman giyanê pîr û paþverû daweþîne, serçavkên tarîewran û seqa gengeþe û seravî ji ser pirsgirêk, gireft û kêþeyên bineretî bavêje, çiku zavê paþkokên hozperestî û hiþkolîtiyê bilî qilopaziyên perçebûnê çênekirine, û demdar pêþbîniyên pêþerojê çewt û kelevaj rave kirine, û hêviyên gulvedayî di lorîkê de çilmisandine, hêrsa navtêdanê û hunera halanê bawî û lawaz kirine, bi ser ve jî çarenûsên terqiyayî seraqet hêlecana mirinê ji ber destdirêjaya karbidestên ewlekarî hane kirine, wa li rastê bê kes û destekar newq vala mane, herwekî kaniya derçûnan bi tepiskekê nikder kirine, lê hema hêza yekbûnê mîna pêkîna encûmena siyasî, bejneke rapêçayî, berz û bala, bendavên asê, pîj, kelem û çeperên kûr, li pêþiya destêwerdana qelawiz û sîxurên esayiþî bilind radike, mîna çiyayên pozbilind nemaze ku dîroka têkçûnan di helgavtin û pêngavên ronakbîrî de piþtguh dike, û di bin çengên lehengiya xwe de serkevtî diparêze.

     Vêca di biryardayîna heman encûmena jorgotî de, teqez bizav û karekî wa giring û mêwedar, raberî pirojeyên rêjîma þofonî û nîjadperestî, kêreke xweza û xweristiyane encam dike, herweku dijberî hemî cûreyên sitemî û çewsenkarî, nemaze ku di biwara gelê Kurd de hatine meþandin, ji serjimara daxreþ ya 1962 an, kemera dorpêçkirinê ya þofonîzma Erebî sala 1974 an, guherîna dîmografî ya herêm, navçe, bajar û gundên piþka kurdistana rojava, ya ku bi dev Sûriya ve çûye, bi taybetî ku hîn riswatir rûyê xwe bi fermana 49 an tenî kirine, ya ku ji malzaroka pirtûka sîmbolê þofonîzmê û yasayên ewarte zane, M.T.Hilal. ku yek li dûv ya dinê derketine holê, û di encamê de kelecana gelê Kurd dehbare bûye, û bi sedema wan miletê Kurd bê ar, bê kar, bê ax û ji hemî tiþtî li jiyanê bê par maye, koçî bajarên mezin bûye, li Kendavê, li Ewropa mîna noka ku tu li kevir xîne belav bûye, nifþ li dûv nifþ ji ciwanên Kurd ji bêkarî, ji destê yasa û kiryarên regezperestî li parzemînên gerdûnê eware bûne.

     Herwiha bi heman pîvanê berpirsyarî û stûbariyên encûmena nûzayî, piralî û gewretir bûne, di serî de bo hevbeþkirina partiyên ku li derveyî çarçuveya wê mane, û gerektire jî ku hêvî reha bo armanca hevdestkirina wan neyêt birrîn, tenha ku ew jî li gel pêþewa, niwîner, dar û destekarên xwe mîna pal û piþt tevlî encûmenê bibin, û pêre jî di nûnerî û berpirsyariya xwe de yekpare bibin, bi hev re kar û xebateke bê rawestan û vewestan bimeþînin, tanî ku kolana kurdî bi hemî texlîtên civakê li xwe vegerîne, û têgeha sîstema nû sayentir pesende bikin, bi taybetî ku rêjeke baþ ji rewþenbîrên serbixwe jin/mêr û rûdarên kargorî yên destpak û xwedî dîrokeke kurdewarî, tenha bo pêkîna kadroyên nû û berfirehkirina gêra xebatê, nemaze ku bi bernameyên vexwendî li gel cemawirên xemsarbûyî bo pêþerojê hevmil bibin.

     Karekî wa serberz û bi rêkûpêk bo hemî rêxistin, komele û komîtên mafên mirovan di welêt de, û bi taybetî Kurd di hemî rêawayên keysxweþ de, gerektire ku bê derengîxistin kongira giþtî bête li dar xistin, û encûmena siyasî ya giþtî li gel komîteya navendî jê bêtin hilbijartin, pêk ve jî komele û komîteyên karnas û terxemî yên ku dê jê vekevin, bo ku rabûdûyî stûbariyên niwîneran bibin, û çavdêriya kar û çalakiyên encûmena siyasî û komîteya navendî bikin, bi wiha reng dê ji malbenda serwerî û hêza giþtî karibe bi hêzên dijberî yên welatparêz û derlayen ve, li Sûriyê gelaxavtinan bike, û bi heman þêwra giþtî dê bi yekzimanî biryara xwe bide, wisa jî dezge û saziyên dewletê yên þaredarî dê naçar pêre guftûgoyan li dar xînin, û dê ji xwebawertir têkeliyên birayetî di her çar perçeyên kurdistanê de xurtir bikin, û rûbendkirina çalakiyên rêxistin û komeleyên kurdî li penaberiyê, li gora ku berjewendiyên hindirû dixwaze, dê çaktir bêtin paraztin û çalaktir bêtin meþandin, û di heman bafîkê de herî pêvedariya navdewletî nayê ji bîrkirin, nemaze ku kesayetiyeke kurdî/kurdistanî, ango þaxek ji pêþewatiya kurdistanî, herweku lobiyê kurdî bo pêþerojê mînak bike, tenha ku niwênerên tîre/partî/çîn û hemî derbirînên civaka kurdî ji heman kongirê neyên ewartekirin, di serî de jî piþikdariya jina Kurd di hemî karûbarê tekoþînê de, li kêleka mêr mîna kulxur û berketiya hemî êþ û derdên civakê bête raçavkirin, hemî rêvebir, dezge û komîteyên ku bêtin hilbijartin, li ser têgeha wekhevî û pesendeya çanda dîmuqrasî destnîþan bibin, nemaze yên ku erksezayên dîroka berxwedanê baþ xwendine, û egersezayên pakrewanan di hêza yekgirtinê de çaksaztir nirxandine.

     Bi kurtasî pergala perçebûnê di 12 e partiyên ji hev pijilî de, civaka kurdî di hîletî rikberiya berya 50 salî de perpitandine, herwekî berjeng û çavkanî bo heman mijarê pirnasin, nemaze ku partiyên pirjimar û bizavên tekakesane tu sûde nedane kêþeyê, û tiþtekî balkêþ neguhertine, ango li ser þepêla hemdemî bûgîneke pêwîst çareser kirine, ne jî çarçuveyên girûp-girûpî mîna enî/hevbendî/hevnijînî tiþtekî bi nav û deng çareser nekirine, neyse bi hemî reng, deng û dîmenên meþiqandî, nikarîbûn xwe li navkutka kolana kurdî mîna pêþewatiyeke fîraz bipesinînin, ne dikarîbûn cemawirên milet li himêza xwe vegerînin, ne jî serdema çerxê 21 ê û guherînên hemdemî wiha pergala kambax pasende dikin, ji hemî hêlekaran ve milet pêbaweriya xwe bi wan wenda kiriye, loma wan jî milet ji heman kêmbaweriyê xemsar û piþtguh kiriye.

     Neyse bi wiha reng û wisa encam. dibe ku hebûna encûmena siyasî ya kurdî, hindek ji nirxê pakrewanên pilana 12 ê avdara 2004 an ya xwîndar, hindek buhayê girtîgehên ku di bin îþkenceyê de, mixabin yên ku di bin berevanî û bergirya serbaziya ala Sûriyê de þehîd ketine, û yên ku hêj têne azirdan û kujtin, buhayê navtêdan û desthilanîna jina Kurdî, nemaze ku dayikên þehîdan li pêþerojê rûmetdartir bêne nirxandin.

     Vê delîveya giranbuha berî her tiþtî li gelê Kurdistana rojava, li hemû kurdistaniyan, li we, li xwe pîroz dikim, hêvîdarim ku sersala 2010 an xweþbext û kamîran, aram û aþtiyane li miletê kurdistanî û civaka navnetewî pîroztir wergere... û her þad û bextewar bijîn... sipas.

Mihemedê Seyid Husên.... Teplice Komara Çîk... 5. 1. 2010

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere