FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com
2009 jî bi dawî bû
05 Çile 2010 Sêþem Saat 02:19

Ez nizanim

û ne giring e jî,

tenê divê ez nas bikim

ewên ku derbas bûn û çûn

ew ne sal bûn

ew ez bûm.

Weke hemî salan 2009 jî derbas bû û tiþtên bi me kirî bi me kir û yên mayî ji 2010 na re hiþtin, lê pirs di nav bîranînan de dimînin: ka me çi kir? Em ê di 2010 an de çi bikin?

2009 derbas bû, wê 2010 jî weke 2009 an derbas bibe û em ê weke Pol Vansansênî rojên xwe li ser tiliyên xwe bijimêrin, heval û dostên xwe jî, ta ku rojekê ji rojan em li ser tiliyên xwe ji pêvî tiliyên xwe nejimêrin.

Di 2009 an de û weke hemî salan me gellek xwezî çandin, gellek xewn bijartin û gellek rê dane ber xwe, lê tev bi barîna rojan re weþiyan, bi hiþkbûna wan re û bitenê em li hêviya dergehekî nû man, di koçberiya dergehan de, li pencereyan geriyan, di nebûna pencereyan de û rêyên me ew raxistî em ber bi þikestin û þewatan de birin. Helbestên me di dilê me de man, stranên me di qirika me de û tembûrên me li serê me xisitin_  Ez çima li ser 2009 an xemgîn im?!! Gello li ser xwe yî çûyî, riwê xwe yî ku hatî guhertin, yan li ser porê xwe yî ku min ew kur kirî ?

Li neyinikan nanihêrim, ez yekî din im, hîna bi navê min bang li min dikin û destên min î bi xwîna rojan dilê min dixelînin, destên rojan yên bi xwîna min dilê helbestê ji jiyanê dixelînin û diçim, bi kû de?!!

2009 Ihsan Fetahiyan, 2009 Ceylana ku deh komkujî nekiribûn, 2009 hevalên min î ku di kampan de hema nameyan ji min re diþînin, bêriya herrî û toza Qamiþlo kirine, 2009 nivîskarên ku di xaniyên bi kirrê de, derwên me 2009, xapandinên me û delalên çûyî.  2009 birayên min î ku hîna zivistanan xaniyên xwe bi naylonan dipêçin ji tirsa dilopên baranê, 2009 dilê min î talan bûyî, pirtûkên min î ku min ew þewitnandî ji ber weþangeran, bibûrin min ew dîlêt kirin çimkî em îdî kimbiyûteran bikar tînin û dîlêtkirina wan çêtir bû ku bibin bela serê me weke van salan, weke me, em yên bela serê xwe di van salan de. Ez dixwazim li ser 2009 an bigrîm, dixwazim tif bikim 2009 an, ez nizanim çi bikim….

Di 2009 an de ez û te weke xwe man, bi ser de hemî tiþtên xweþ weke hevalên me bi aliyan ve terqiyan, weke xweziyên me û em jî li pey xwe. Ne carekê roj di riwê me de keniya, ne jî þevekê em nixumandin, bitenê salek bû, em guhestin saleke din weke girtiyan û dema wan ji zindanekê dibin zindaneke din. Her þev çavên me li sibehê bûn, li guhertinekê bûn di keviran de, lê kevir kevir in. wilo dibêjim weke helbestvanekî_ weke ha_ û 2009 an, bi tevî bîranînên wê li milê xwe dikim û diçim komek þikestin û têkçûnên din, ku xwe li 2010 an ji me re veda ne, ka wê çi bîne bi serê me?

Xewna me bû em di 2009 an de bigihêjin hev û em bêhtir ji hev dûr ketin, me xweziya aþîtiyê kir û tu kes nebû qena termê me li kolanan bidehev, kolanan ji xwîna me biþon, di 2009 an de çi bû û çi nebû, ma ez 2009 an ji temenê xwe bijimêrim? Ma ez temenê xwe bijimêrim?

Ev in sal, þeqam in weke ku kurmanc dibêjin, em in weke ez dibêjim, derbas dibin û ji pêvî bîranînan li paþ xwe nahêlin, em jî di bin wan de dinalin, xwe razî dikin bi salên nû, xewnên nû, lê tev weke hev in û tiþtên xweþ yên heyî jî bi wan re koçber dibin û koçber dibin xewn, xwezî koçber dibin, heval û canên me yên ku roj bi roj girêkên wan bêhtir dibin. Canên me yên sade.  Canên me yên ji laþê me derdikevin. laþên me yên ku ji nav me koçber dibin.

Gellek caran diramim ku mirov ne pêdiviyên Sersalan e bo destpêkeke nû, bo piroje û xewnên nû, lê wilo em ho bûne û bi mehna hobûna xwe di Sersalan de xwe serxweþ dixin û tiþtekî nakin weke ku me di 2009 an de tiþtek nekirî, û dema me hewla da wan nehiþt….

2009, 2010, 2011, 2020, 2100 û em ê tiþtekî nekin_bibûrin_ lewra ne Sersal gerek in, ne jî Binsal, bitenê em ê serxweþ bikevin û ji xwe re razin, helbestên xwe di dilê xwe de bihêlin û tekên tembûrên xwe yên þikestî bidinhev, hema bera belav kirî nemînin û xwîna serê xwe_ þûna tembûran_ qurbana van salan bikin, qurbana wan bikin ewên ku heye bibêjin: Ciwan tu pirr reþbîn î.

Sherin
Sipas
sipas helbestvan ciwan, gotara te gelkî xweþe û weke hemû gotar û helbestê te bêhna te jê tê bes hinekî te tenê aliyê reþa di 2009 de anîne zimên
gelo ciwan di 2009 de tiþtên xweþ nebûn ?
ez dibêjim na û piþtî min gotara te xwend ez jî dixwazim tif bikim 2009.

spas ciwan
10 Çile 2010 Yekþem Saat 15:05

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere