FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dr. Hisên Hebeþ
husseinhabasch@gmx.de
Konfêransên Sedsaliya Qanatê Kurdo di sala 2009-an de
02 Çile 2010 þemî Saat 14:28


 

 

Konfêransên Sedsaliya Qanatê Kurdo di sala 2009-an de

 

Berî deh salan, dema me monografiya „90saliya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo „ amadedikir (1999) û belavkir, me danîbû pêþ xwe, ku divê em sedsaliya Mamoste bi awayekî ferehtir li Kurdistan û li derva þahînet bikin. Lê heyîna me ya kurdanî bi awayekî din diramîne!!

 Foto:  hh 

Tevî bêdengiya Ekademiya Kurdî, Wezareta Rewþenbîrî, zanîngehên kurdî li Baþûrê Welêt û gelek rêxistinên kurdî din bixwedîderneketinê li sedsaliya Q. Kurdo; me hevnas û þagirtên Mamoste „Komîteya Wegerandina Berhemên Qanatê Kurdo“ (KWBQK) avakir. Wê komîteyê pîrozkirina sedsaliyê jî ji xwe re kir armanc û endamên wê li gel saziyine kurdî bi van çalakiyan rabûn


 

Di Roja navneteweyî ya zimanê dayîkê Înstîtûta Kurdî li Kölnê panêlek di 20.2.2009-an de amadekir. Rêzdar Mîrhem Yigit ez jî çawa axaftvan vexwandî kirim. Min jî birek ji nivîsa „Mezinahiya zimanzanê kurd, Qanatê Kurdo (Bibûneya sedsaliyê) „ li wir xwand.

 

Tosinê Reþîd di 27.03.2009-an de li Washingtonê, li konfêransa Kurdên Bakura Amêrîka gotarek bi bûneya sedsaliyê pêþkêþî amadebûyan kir.

 

Di bihara 2009-an de ez çûm Baþûrê Kurdistanê, vê carê þansa min hebû, min heval û hevpîþeyine dêrîn dîtin û bi kesine nû re bûm hevnas. Ragirê kolêja edebiyatê li zanîngeha Selahdîn li Hewlêrê, berêz Dr. E. Berzincî pêþniyazkir, ez sêmînarekî ji xwandevanan re bidim. Min jî got, eger hûn razîbin, ezê liser kesayetî û berhemvanîya mamosteyê xwe Q. Kurdo biaxifim. Weha di roja 13.4.2009-an de li holeke kolêjê min gotara xwe pêþkêþkir.

 

Di 12.09.2009-an de, di roja bûyîna Q. Kurdo de rêxistna Komkarê li Berlinê konfêransek amadekir û du gotarvan vexwandî kirin; Ibrahîm Mehmod û nivîskarê van rêzan. Di destpêkê de fîlma belgehî „ Di malbata yekbûyî de“ ya I. Mahmod liser kurdên Sovyêtê çêkiribû, çend deqe liser jiyana Q. Kurdo jî hebûn, hat nîþandan. Herweha gotarvan I. Mehmod liser kurdperweriya Q. Kurdo axifî û ez liser jiyan û berhemên serekîn ên Mamoste rawestiyam.

Radyoya Dengê Emerîka di 14.09.2009-an de bi bûneya sedsaliyê hevpeyvînek bi min re kir. Naye bîra min, min çi gotibû, lê Tosin û Xanna guhdarkiribûn û ji naverokê razîbûn.

Komela Kurdên Sûriyê li Aachenê (Elmaniya) bi erka xwe ya çandî rabû; wê di bin navnîþana:“Jiyan, xebat û kurdheziya profesor Q. Kurdo“ em herdu gotarvanên  lijor navhatî vexwandî konfêransekê kirin. Piþkdarên wê jî rizamendiya xwe numakirin bi agahadariyên nû liser zimanzanê mezin.

 

Li bajarê Duhoka dilînî „Yekîtiya Nivîserên Kurd“ di 14.10.2009-an de konfêransek bi wê helkeftê amadekir û ev mijadina bûbûne bernameya wê:

Qanatê Kurdo wek rexnegir. Nivîskar Tosinê Reþîd,

Profesor Qanatê Kurdo û berhemî zimanewanî. Dr. Kurdistan Mukriyanî,

Fîlosofiya Qanatê Kurdo „Kurdoyîzim“ di çanda kurdî de. Dr. Husên Hebeþ.

 
Foto:  ji erþîva  hh  amadebûyên konfêransê li Duhokê.

 

Hejmareke mezin ji berpirs, rewþênbîr û hezkiriyên Q. Kurdo di wê rojê de amadebûn. Bê guman rola YNK û serokê wê rêzdar Hesen Silêvanî mezin bû di serketina wê de. Cihê dilxweþiyê bû, dema niwênerê wezareta Rewþenbîrî rêzdar Adêl Hesen mizgîniya avakirina peykerekî ji Q. Kurdo re li Duhokê da. Kurdistan Mukriyanî jî pêþniyaza avakirina zanîngehekê bo zimanê kurdî bi navê Q. Kurdo kir.

 

Nabe, Ameda kurdan dûrbe ji bîranîna kurekî xwe yî bilîmet, kurê nedîtî; ger ne di xewn û hêviyan de be; kurê bi evraþîrê (evra:pîroz) kurdistanî mezinbûyî; kurê di nîvsedsalekê de, di demên dijwar de mezinxebatên xwe yên zanistî û xasma liser zimanê kurdî di kurdnasiya Sovyetistanê de peykerandin. (Wê bibe nankorî, eger ez li vir nebêjim, em kurd dêndarên sîstêma sosiyalîstî soveyetî û gelê rûs in. Bi arîkariya wan gelek pisporên kurd hatine amadekirin, wan roleke hêja di dîroka gelê xwe de lîstine û dilîzin.) Amedê, bi saya komela Çira hemêza xwe di roja 18.10.2009-an de ji konfêranserkê re vekir.

 

Foto:  ji erþîva  hh  gotarvanên konfêransê li Amedê

Nevzad Karakeçî gotarvanan: Îbrahîm Mehmod, Tosinê Reþîd û Husên Hebeþ bi kurtî dinasine. Fîlma belgehî ya Î. Mehmod hate nîþandan. Di wê de nirînvanan dengê Qanatê Kurdo jî bihîstin. Li wir jî hejamareke baþ ji piþkadarn amadebûn. Divê li vir jî bê çespandin, ku Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi arîkrariya þaredariyê piroja xwe daniye, di pêþerojê de bi çalakiyeke berferh liser Q. Kurdo rabe. Li Istanbûlê jî rêxistiana Kurt-Kav di 31.10.2009-an de T. Reþîd vexwendî sêmînrekî liser Q. Kurdo dike.

 
Foto:  hh  Zera Usib

Li Sankt-Pêterbûrgê, li Instîtûta Rojhilatnasiyê, likuderê Q. Kurdo xebitîbû, hevkar û þagirtên Mamoste di 2.12.2009-an de bi lêkolînên xwe sedsalîya zanayê navdar pîrozkirin. Pir ji pisporên Instîtûtê amadebû bûn.  Xwîþka Zerê bi telefonê ez agahdarkirim û pir enirî bû, ku kesekî ji kurdên derva ew bi wê bûneyê pîroznekirine û ne jî vexwandî þahînetên li Ewropa û li Kurdistanê bûne, kirine. Hêrsa wê liser hemî kurdan bilind bû û bêtir liser dezgeh û berpirsên Baþûrê Kurdistanê.

 

Min jî hema dengê xwe ne dikir, di nav gotinên xwe re digot; tu dengê min dibîhsî, min erêdikir. Dema kela dilê xwe bi ser min de rijand û hinekê vehesî, min bi dengekî kelgirî vê re got, tu di nav mêjiyên zanistî mezin de dijî, bi nirînên fantazyayî, dûrasoyî li kurdên xwe menire; Xwedê kurd dane tenê bo þaþiyan ji xwe re bikin û rastiyan ji xelkê re. Zerê got li Tiblîsê jî kurdên me ez vexwandî kirime; emê li wir jî sedsaliya Mamoste pîrozbikin.

 


 

                                               *                      *                      *

 

Awat ew bû, ku di vê salê de bi awayekî giþtkurdistanî, çi li bajar û çi li gundan sedsaliya Qanatê Kurdo bê pîrozkirin, daku ew ji piraniya gel re bê nasîn. Ewna kenalên televizyonî kurdan hene, yekê jî jê programeke taybetî liser zimanzanê mezin pêþkêþ nekir!!! Eger ew xwedî li kurdên xwe dernekevin, hebûna wan jibo çî ye? Yek ji armancên serekîn di rojnamevaniyê de ew e, ku raya giþtî bê sazkirin. Berpakirina wê bi rêya nasandina mezin û bilîmetên neteweyî, kurdomînayî jî tê arayê. Ew daxwaza bi cih ne hat. Kurd bi pirçalakî li Kurdoyê xwe xwedî derneketin; ew jî kêmaniyeke neteweyî, çandî û moralî ye. Ta em ne bin xwedî armancên serekî neteweyî, emê tim bi binkevin, emê tim bên xapandin; emê tim li nîvê rêyan binerd bibin û ji nû ve li destpêkan bigerin. Ta niha rabûnrûniþtina me tim weha bûye. Emê çi demê xwe ji wê tradîsyonê rizgar bikin, hîn tukes nizane. Ev e rastiya heyîna kurd. Naskirina wê rastiyê jî serketin e.

 

Bonn, 21.12.2009

Dr. phil. (SU) Hussein Habasch  E-Mail:husseinhabasch@gmx.de  www.habasch.de

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere