FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Têmûrê Xelîl
temur_xelil@hotmail.com
"Bager" Alêksandr Pûþkîn
02 Çile 2010 þemî Saat 13:14


 

Wergera ji rûsî:  Têmûrê Xelîl

 

Li warê Nênarodovo merivekî bi navê Gavrîl Pêtrovîç dijî. Keçeke wî ya 17 salî heye, navê wê Marîya Gavrîlovna ye. Gelek xwezgînîyên wê hene, lê ew li ser leþkerekî feqîr – Vladîmîr bengî dibe. Ew jî li wî xweþ tê, û ewana biryar dikin bi dizî nîþanîya xwe bikin û paþê xwe bavêjine ber dest û pîyên dê û bavên xwe. Herduyên bengî planekê amade dikin, ku gorî wê filan rojê Marîya Gavrîlovna gerekê piþtî þîvê xwe nexweþ bavêje. Di rastîyê da ew gerekê ji derê piþtê va derketa, bi xizeka ji berê da hazirkirî berê xwe bida gundê cînar – Jadrînoyê û dergîstîyê wê gerekê li dêra wir li benda wî bûya. Ew roj tê.

Lê çi hate serê dergîstîyê wê?

Vladîmîr bi dijwarî bi keþîþ û þahidan ra ziman dibîne. Ewî got, ku xizekên biçûk daynine ser zînê hespekî. Û yek bêy destkêþ berê hespê da Jadrînoyê, ku Marîya Gavrîlovna dergîstîya wî gerekê piþtî sehetekê-dudan bihata wir. Rê ji wî ra nas bû û gerekê di nava 20 deqeyan da bigihîþta wir.

Lê hema Vladîmîr gihîþte deþtê, ji niþkêva bayekî qalim rabû û fizildûmaneke wisa lê qelibî, ku ewî tu tiþtek ne didît. Di nava deqeyekê da rê bi berfê va hate nixamtin; dor û ber di nava toz û dûmanê da ma û di nav tozê da kulîyên berfê dipekîyan; di navbera erd û ezman da ferq nemabû. Vladîmîr ketibû deþtê û belasebeb hewil dida careke din derkeve ser rê; hespê wî xwe winda kir, kete nava þepeyên berfê; xizekên ser hespê pekîyan. Vladîmîr hewil dida riya xwe þaþ neke. Bi wî va wisa xuya dibû, ku nîv sehetek derbaz bûye, lê ew hela ne gihîþtîye besta Jadrînoyê jî. Weke deh deqe jî derbaz bû; hela best xuya ne dibûn. Vladîmîr bi deþtê ra diçû, ku çel û kortên mezin lê hebûn. Bagerê venedikir, ezman sayî ne dibû. Hesp îdî diwestîya û Vladîmîr di nav xûdanê da mabû, ew jî wê demê, ku nîvê bejina wî di berfê da bû. Ji niþkêva texmîn kir, ku xwe li riya ne rast girtîye, xalifîye. Vladîmîr sekinî: kete nava mitaleyan, fikirî, anî bîra xwe, bi ser va çû, ku gerekê ser milê rastê ra biçûya. Berê xwe da milê rastê. Hespê wî dilikumî, bi dijwarî diçû. Ew îdî sehetekê zêdetir bû, ku di rê da bû. Jardîno gerekê ne dûr bûya. Lê ew diçû, hey diçû, lê dawîya deþtê ne dihat. Li her cîyan þepeyên berfê bûn; her deqe xizek ji ser piþta hespê diþiqitîn, diketin, ewî carek din dida ser zînê hespê. Wext dibuhurî; Vladîmîr îdî pir aciz bûbû û ber xwe diket.

 

Ji niþkêva texmîn kir, ku reþayî xuya dibe. Vladîmîr berê xwe da wira. Dema ranzîkayî li reþayê kir, rastî delavekê hat. Ewî þikirîya xwe ji Xwedê anî, fikirî, ku îdî nêzîk bûye. Ew li rex delavê va çû, bi hêvîya, ku wê ji delavê derbaz be û destxweda bikeve ser rê: Jadrîno hema li piþ wê bû. Zûtirekê ewî texmîn kir, ku derketîye ser rê. Darên li wir, yên ji zivistanê tazîbûyî ew war tarî kiribûn. Li vir bayê nikaribû zirar bida wan; rê hilû û þimþat bû; hesp ser xwe da hat, û Vladîmîr hinekî rehet bû, bîna wî hate ber.

 

Ew dibezîya, her dibezîya, lê Jadrîno xuya ne dikir; dawîya delavê jî ne dihat. Vladîmîr bi zendegirtin texmîn kir, ku ketîye nava daristaneke nenas. Ewî xwe þaþ kir. Ewî dît, ku ji dûr va gundek xuya dibe, ku tê da çar an pênc mal hene. Vladîmîr berê xwe da wir. Dema gihîþte malika pêþin, ji hespê hate xwarê, hate ber dêrî û li pencerê xist. "Gelo Jadrîno ji vir dûr e? " - "Ne gelekî, deh vêrst jî tune". Piþtî bersîveke ha, Vladîmîr li serê xwe xist û di cî da bû risas, mîna merivê, ku cezayê mirinê jê ra derketîye. Kalê malê rêberek da wî.

 

Dîkan bang dida û îdî dinya sayî bû, dema em gihîþtine Jadrînoyê. Dêr girtî bû.

Lê gelo Marîya di çi halî da ne? Ew vedigere mala xwe, dê û bavê wê tiþtekî texmîn nakin, ew dikeve nava rewþeke giran, ber pesinan dipeyîve, derheqa evîna xwe da dike piste-pist. Dê û bav biryar dikin dernekevine dijî zewaca wan: "xuya ye qedera Marîya Gavrîlovnayê ha ye, çi ku di enîya merivan da nivîsar e, nikarî biguhêrî; feqîrî kêmanî nîne û gerekê ne ku bi dewlemend ra bijî, lê bi meriv ra û her wekî din".

Ewana leþker diþînin, ku bêje wan ew ji bo zewaca wan razî ne.

Lê nameyeke xemgînîyê distînin, ku tê da hatibû nivîsar: îdî wê lingên wî li mala wan nekeve. Zûtirekê ew diçe leþkerîyê û li wir tê kuþtinê.

 

 Marîya Gavrîlovna bîranîna wî bi serbilindî diparêze: pirtûkên, ku ewî hedya dabûyê, helbestên, ku ji bo wê hatibûn nivîsar û tu xortekî din qebûl nake.

Serhingekî genc û berbihêr bi navê Bûrmîn tê wî warî. Ew li Marîya Gavrîlovnayê gelekî xweþ tê û ew jî li wî xweþ tê. Lê pêþnîyaran nake.

Û carekê Bûrmîn li ser buhurê rastî Marîya Gavrîlovnayê tê, ku pirtûkek di destan da bû û fîstanekî sipî li xwe kiribû. Bûrmîn got, ku ew di zû da li bendê bû firsendek jê ra saz bibe, ku ew dilê xwe ber wê veke û hîvî kir deqeyekê guh bide wî. Marîya Gavrîlovnayê pirtûk girt û çavên wê digotin, ku ew razî ye û guhdar dike.

(Bûrmîn): "Ez ji we hiz dikim, Bûrmîn got, ez ji we gelekî hiz dikim... " "Min wek herdem bêfesalî kir, lê ez hela gerekê sozê xwe yê giran pêk bînim, ez gerekê sureke mezin ber te vekim û astengeke, ku nayê çareserkirin, daynime di navbera me da..."

 

(Marîya Gavrîlovna): "Ew herdem jî hebûye, ez tu caran jî nikaribûme bibime xanima we..."

(Bûrmîn): "Belê, zanim, zanim, ku hûn wextekê bengî bûne, lê mirinê ne hîþt tu bi mirazê xwe þa bibî û sê salan tengezar bûyî... Marîya Gavrîlovna nazik û berbihêr! Ez merivekî bedbext im... ez zewicî me!"

 

Ez zewicî me, eva sala çaran e, ku zewicî me û nizanim, ka jina min kê ye, ew li ku ye, û ka gerekê ez rojek ji rojan rastî wê bêm!

(Marîya Gavrîlovna): Hûn çi dibêjin? – ew pir ecêb e! Berdewam bikin; ezê paþê serhatîya xwe bêjim... lê hûn ji kerema xwe berdewam bikin.

(Bûrmîn): Di destpêka sala 1812an ez bi lez diçûme Vîlnûyê, ku alaya me li wir bû. Dema ez êvareke dereng hatime hêwirgehê, ango stasyonê, min sipartin da warê hespên min tundurust bikin, bona ew rehet bin. Ji niþkêva hawîrdor bû bager, him nobedar, him jî barkêþ ji min ra gotin xwe paþ bixe, neçe. Min bi a wan kir, lê nerehetîyekê ez hingavtim, ewê tabetî ne dida min; bi min va wisa xuya bû, ku yek min de`f dide. Bager kêm ne dibû; min îdî nikaribû ber xwe bida, min emir kir carek din hespên min hazir bikin û ez ketime nava bagerê. Bi vî awahî em ketine nava gêjgerîngekê. Bager kêm ne dibû; min ji dûr va þemdanek dît û xwe li wê girt. Em hatine gundekî; li dêra gund ronahî diþuxulî. Dora dêrê hatibû sûrkirin, li rex sûrê çend xizek danîbûn; li dor wê meriv diçûn û dihatin. "Werine vira, werine vira", çend kesan got. Min ji rêberê xwe ra got nêzîk be. "Ka bêje, tu li ku bûyî, ku dereng mayî?,- yekî gote min, bûk xeriqîye; keþîþ nizane çi bike; em hazir bûn paþda vegerin. De ka zû derkeve". Ez kerr û lal ji xizekê derketim û ketime dêrê, di destê min da du-sê mûmên kêmronahî hebûn. Keçik li ser kursîya kuncekî tarî ya li rex dêrê rûniþtibû. Yeke dinê bi vîskîyê bedena wê miz dida. "Þikir ji Xwedê ra, ewê got, ku hûn hatine. Hindik mabû xanimê bikujin". Keþîþê kal nêzîkî min bû û pirsî: "Hûnê fermanê bidin bona destpê bikin?". "Destpê bikin, destpê bikin, keþîþê min", min tevlihevbûyî bersîv da. Keçikê rakirin. Bi min va wisa xuya bû, ku ew ne yeke kêmaqil e... ez li rex wê sekinîm; keþîþ bi lez diket; sê mêr û sitî ber dilê bûkê da dihatin û tevaya guhdarîya wan tenê li ser wê bû. Em nîþan kirin. "Hevdu maç bikin,- ji me ra gotin. Xanima min sûretê xwe yê betreng ber bi min anî. Min dixwest ew maç bikira... Ewê kire qarîn: "Na, eva ne ew e, ne ew e!" û bi xwe va çû. Haziran bi çavên tirsîyayî li min nihêrîn. Min berê xwe guhast, bêy ku rastî tu astengekê bêm, ji dêrî derketim, ber bi mihîna xwe çûm û min got: "Em herin".

 

(Marîya Gavrîlovna): Hela vê ecêbê! – û hûn nizanin, ka çi hate serê jina we ya belengaz?

(Bûrmîn): Ez nizanim, ez nizanim navê wî gundî çi bû, li ku ez hatime nîþankirin; ne di bîra min da ne ka ez ji kîjan stasyonê çûm. Wan deman min zêde giringî nedida emelê xwe yê gunehkar û gava ez ji dêrê çûm, ketime xewa hingorê û berbanga rojtira dinê li stasyona sisîyan hiþyar bûm. Xizmetkarê min, ku wî çaxî bi min ra bû, di rêwîtîyê da wefat bû, ji ber wê jî tu firsendeke min tune wê keçikê bibînim, ku min wisa bêwijdanî hîþt û çûm û ew niha belkî di rewþeke here xirab da ne.

 

(Marîya Gavrîlovna): Wey Xwedêyo, wey Xwedêyo! – ew hûn bûn!? Û hûn min nas nakin?

 

Reng li Bûrmîn çû... û xwe avîte ber pîyên wê. 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere