FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Wezîrê Eþo
kurdishbureau@scarlet.be
Firîda Hecî yanê jî: "Sêr sêre, çi jin-çi mêre"
20 Kanûn 2009 Yekþem Saat 00:00

Wezîrê Eso

Firîda Hecî yanê jî: „ Sêr sêre, çi jin-çi mêre“

Ronakbireke me kurdan li paytextê Ermenistanê-Yêrêvanê dimîne, keça kurdzanê mezin

Hecîyê Cindî, ya bi nav pasnavê Firida Hecî Cewarî. Zemanê dewî da, bi çend cara ew min,

xerîbê li Bêlçîkayê bi hedîya, dîyaryên giranbiha dilxwes dike yên bi sikilê pirtûên du

meznayên me kurdan: yê Heciyê Cindî bi giranî wek berevokên berhemên zargotina kurdî û

lêkolînên li ser wan û yên mêrê wê- Fêrîkê Ûsiv yên bi giranî wek berevokên helbest û

destanên wî. Û gava ez pirtûkên wan herdu gorbuhustan distînim-dest xwe de bi îmêlê yanê jî

bi têlêfonê sipasya xwe jêra dibêjim. Van roja jî min du pirtûkên Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv,

ku Firîdê ji min ra bi rê kiribûn, stendin: ya Hecîyê Cindî bi sernavê Folklora Kurdan û ya

Fêrîkê Ûsiv jî- Pampa min. Vê carê min biryar danî bi cûrê eskeretr sipasya xwe û bi ser da jî

ya hemû hogirên xwe yên pênûsê, hemû ronakbirên kurd jî jê ra bêjim, hilbet, ku ewê jî yalê

xwe da vê destûrê bidin min pistî xwendina vê agahdarya min di malperên kurdî da.

Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv kedeke dewlemend kirine û dû xwe hîstine: ji bona gelê xwe.Her

çiqasî jî wana zêndîtiya xwe da gelek pirtûkên xwe dane weandinê, lê dîsa jî hinek ji wana

neçapkirî, destnivîsar mane. Ewên wesandî jî bûne degmetiyên bîblografîk, dijwar ji dest

dikevin. Bilî vê yekê, ew bi giranî bi tîpên kirîlîk (rusî) hatine çapkirinê û ber vê yekê jî ew

hema hema nebûne mal û milkên xwendevanên kurd li dervayî Sovêtstana Berê, li Kurdistanê

û besên dîaspora kurdî yên dinê. A, ji bona ji holê rakirina van kêmasyan û astengyan Firîda

Hacî ya bi pêsê xwe va mamosta matêmatîkayê, van salên dewî xwe da li ber karê kurdzanyê

û çanda kurdî bi gistî û edebyetzanyê bi tebyetî ji bona ji nû va wesandina pirtûkên Hecîyê

Cîndî û Fêrîkê Ûsiv yên çapbûyî û neçapbûyî.

Bi awayê xwegîhandinê, xweperwerdekirinê Firîda Cewarî xwe amade kir ji bona

wergerandina berhemên gorbuhustan ser tîpên latînî u bi ser da jî bi kompûterê daktîlokirina

wan. Lê eva hela hê despêka bi cîanîna kar û barê pêwîst bû. Wê gotî ji qulç û bûcaxên arsîva

berhemên wan yên hetanî niha yên newesandî derxistana yên bi destnivîsarên li ser rûpelên

kaxazan yên nava zemanê dirêj da zerbûyî, betrengbûyî. Eva jî sûna xwe da. Wê gotî ew

berhem ji bona çapkirinê amade bikira bi pêsgotin, komêntar û pênasînên pêwîst va.

Û bi xweperwerdekirinê û ji ber wê yekê, ku haja wê ji kar û barê bavê û helalê xwe hebû,

ewê ev asteng jî ji ber xwe da rakirinê. Û bi serda jî Firîda Hecî agahdaryên usa ser jîyan, kar

û barê Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv di pirtûkên berhemên wanda yên nû va û cara yekemîn

çapbûyî da bi cî kirin, yên ku bilî wê belkî kesekî dinê nikaribûya ew agahdarî bi destxistana,

her çiqasî jî ew kes zane û sereza bûya. Belê, wek nefer û mirova ji malên herdu gorbuhustan

haya wê ji hemû kesan bêtir ji jîyan, kar û barê wan heye. Eva yeka gelek agahdaryên Firîdê jî

bona me xwendevanan dike yên ûnîkal, destnekeftinê û ber wê yekê jî yên giranbiha..

A bi vî awayî, Firîdê navbera sê-çar sala da bêtirî 15 pirtûkên gorbuhustan dan wesandinê û

ne ku bi tenê wesandinê, lê bi dîtina zehmet û mesrefa mezin gelekan ji wana digihîne ber

destê xwendevanan, bilî yên li Ermenistanê û welatên Yekîtiya Sovêtê ya berê, lê hetanî yên li

Kurdistanê û besên dîaspora kurdî yên dinê.

Berya ji yalê xwe da bi awayê dewîanînê tamkirin û temamkirina kar û barê Firîda Hecî ezê

nirxandina hogirê xwe yê pênûsê, sayîrê kurd yê navdar Eskerê Boyîk ya li ser eynî kar û barî

bînim navê, ber ku ewê pir pêwîst dibînim. Gava min carekê bi têlêfonê derheqa vî kar û barê

2

Firîdê da sabûna xwe Eskerê Boyîk ra pare vedikir, ewî, ku haya wî jî weke min ji vê yekê

hebû, her bi tenê bi sê peyvan ew kar da nirxandinê: „Firîdê soris kir“.

Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv yên welatparêz ev keda zengîn ji boy gelê xwe û bi tebyetî ji bona

pêsxistina çanda kurdî kirine. Ber vê yekê jî em xizmetkirina Firîda Hecî di warê amadekirina

berhemên wan da ya bona wesandinê wek ya himberî edebyet û çanda kurdî da dibînin, her

çiqasî jî ewê wezîfe, berpirsyarya xwe himberî bav û malxwe xwe da jî bi cî anîye. A ji ber vê

yekê bû, ku min despêka vê nivîsa xwe da jî navê hemû hogerên xwe yên pênûsê, hemû

ronakbirên kurd jî sipasî Firîdê ra got. Ne axir xwedîderketina li keda wan herdu mezinên

çanda me wezîfa me hemû ronakbirên kurd jî dihesibe. Bi karkirina xwe ya êgin, jêhatî,

bêwesta wê dota gelê me ya sîrhelal barê me ronakbirên kurd, dezgeh û rêxistinên çanda me

sivik kir. Ber vê yekê jî ez weke ronakbirekî kurd Firîda Hecî Cewarî be mafê temam ji bona

bi cîanîna vî karê mezin û pîroz dixim rêza ronakbirên kurd yên berhemdar lêkolîndarên hêja

di warê edebyet û çanda kurdî da û bi serda jî jê ra dibêjim: „ Destê te xwes xweyînga me

hêja. Te bi kar û barê xwe her wa mêrxwesî, qehremanyek jî kir û bi temamî hêjaye em vê

mesela gelê me yê kurd himberî te bi kar bînin: „Sêr sêre, çi jin-çi mêre“.

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere