FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Salih Bozan
salihbozan@hotmail.com
Gelo dê dewleta Tirk doza kurdî çareser bike? (dawî)
25 Mijdar 2009 Çarþem Saat 12:00

GELO DÊ DEWLETA TIRK DOZA KURDÎ ÇARESERBIKE?

Salih Bozan

IV

Di vê serdema me de, ti carî fakterên hundirîn, bi tenê xwe, nikarin ti guhartinan bikin. Ji bil ku civata mirovan a siyasî, aborî, û pêþketina tiknolojî bi hev de hatin girêdan, û rola netewî li hember rola gulobalîzmê lawaz bû.

Ne PKK, ne DTP û ne jî AKP karibûn ev vekirina demokrasî vekirana, ku etmesfêra cihanî nehata guhartin. Bêguman ev nê wateya ku tekoþîna PKK, û xebata DTP bê bandor bûn, û nê wateya ku AKP ji partiyên kemalîst çîþkî ne cûdaye.(me rolên hundirîn di gotarên berê de rava kirin) 

Guhartina etmesfêra cihanê bi hilweþa Yekîtiya Sovêtê despêkir. Bi vê hilweþê hemû girêkên ku cenga sar bi xwe de girêdabûn vereþiyan. Yanî dozên siyasî, aborî ji seqa vê cenga sar rizgarbûn, û civata mirovan li tevahiya cihanê dev bi wergereke din kir.

Di balansa cenga sar de, du pilingan (Yekîtiya Sovêtê û Emerîka) hemû tevger, wergerên leþkerî, û þoreþên gelên Cihana Sêyem îdaredikirin.

Ew þoreþên di sed sala bîstan de pêkhatin, di bin ala azadiyê de xûn rijandin. Ew di bin balansa cenga sar de bi serketin yan jî fetisîn. Nimûna nêzikî me Kurdan þoreþa Berezanî yê mezin di þêsiyê sed sala bîstan de li Kurdistana Êrakê. Ew bi awayekî tirajîdî hilweþiya, û Berezanî bi derdê xweyî netewî mir. Ji bil ku ev þoreþa di çateriya berjewendiya herdu Pilingên mezin de derket. Emerîka ti carî berjewendiyên xwe di vê þoreþê de ne didît, û nedixwest dijî berjewendiyê hevalbendê xwe Þahê Îranê bisekine. Ji aliyê din ve, Yekîtiya Sovêtê bi dîktatorê Seddam Huseyn re sekinî, ji bil ku Seddam jî hevalbendê Yekîtiya Sovêtê bû. Yanî þoreþa Berezanî dervayî berjewendiyên herdu pilingan bû. Lê di 2003 de, rewþ hate guhartin, berjewendiya gelê Kurd li Êrakê tevî berjewendiya Emerîka bû, û hevalbendê Seddam mirîbû.

Ez dixwazim bibêjim, ku piþtî hilweþa Yekîtiya Sovêtê, dost hatin guhartin û dijmin jî. Kapîtalîzmê konê xwe li ser tevahiya cihanê vegirt. Heta Çîna sotsiyalîsm kete bin vî konî. Kes nikare serî xwe li ber gulobalîsmê rake, ji ber ku gulobalîzm qonaxa kapîtalîzmê ya nû ye. Gewhera vê qonaxê berjewendiyên aborî li ser hemû tiþtên din re nin. Hîro sînorên siyasî ne pîrozin, û ti dewlet nikare di sînorên netewî de, xwe di zindanê ke.

Bi gotineke din, cihan gor zagonên xwe, xwe diguhere, û civatên mirovan jî gor zagonên xwe pêþ de diçin. Kî li ber vê guhartinê bisekine, dê di bin pêgan de bipelixe.

Binihêrin, ev kirîzma fînansîfî ya li Emerîka despêkir, li cihanê gîþ belav bû. Yanî hemû tiþt gulobalîzm bû. Heta welatparêzî, netewîtî, nexweþî ew jî gulobalîzm bû.

Çiqas em dijî gulobalîzmê baxivin, li dawiyê emê bizanibin ku ev vebûna Erdogan bi Kurdan re, encamek ji encama gulobalîzmê ye. Di paþ de berjewendiyên aborî ji yên siyasî mestirin. Bira kes nekeve gumanan, Erdogan serku nû ve nikare paþ de vegere. Heþtê salî Tirkan Kurd înkarkirin, bi ramanên M. Kemal þofenîstên Tirk ji xew radibûn û diketin xew. Bi ro û þev digotin: bexteware yê ku bibêje ez Tirkim. Lê hîro ev gotina þermeke, û ne dûr e, di rojeke nêz de, dê mirovê Tirk ji ber vê dirûþmê fedîbike.

Gulobalîzm pêle hemû pirînsipên regezperestî, þofenîstî, mejitengiyê kir, û derî li ber zagonên cihanî vekir. Gewhera van zagonan berjewendiya aborî li qada cihanê ye. Dewletên têkiliyên xwe yên aborî di cihanê de xort nekin, hemû astengan li ber vê xortbûnê ranekin, ew yên li ber devî gulopalîzmê parsekcî bin.

Gellek siyasetmedar û rewþenbîran li Tirkiyê ev rewþa cihanê fêmkirin e. Ji van, lîderên AKP û DTP/PKK jî nin. Loma lîstika van hêzan bi hev re aþkere ye. Kesek ji wan nikare yê din bixapîne.  

Hîro dewleta Tirkiyê, Ordiya Tirkiyê nikare bandora federaliya Kurdistan Êrakê li Kurdên Kurdistana Tirkiyê rawestîn e. Ev federaliya bû rastiyek, kes nikare wê hilweþîne. Ew encamek ji encama gulobalîzmê ye, bi berjewendiya Emerîka û Ewropa de girêda ye. AKP nêzike vê rastiyê bûye, loma em dibînin sertiya xwe ya bi vê federaliyê re nermkiriye, û peyva "herêma Kurdistanê" li ser zimanê wan êdî ne qedexeye. Tew dike konsoloseke Tirkiyê li Hewlêrê veke( berkî vebû jî).

Di felsefeya markisîzmê de rastiyek heye. Ev rastiya dibêje, hemû guhartin, rêform, wergerên civakî, siyasî, û aborî di civata mirovan de gor zagonên gîþtî pêktên, vîna mirov nikare van zagonan biguhêre, yan asteng li ber bisekine. Lê rola lehengên dîrokî ( çi kes dibe, çi partî, çi partîzan) ew e, ku van zagonan baþ fêmbike, û berjewendiya gelê xwe bi tevgera van zagonan de girê bide.

Ez dibêjim lîderên DTP/PKK û AKP gor van zagonan tevdigerin. Ev sistbûna vê dawiyê, piþtî girûpên aþtiyê hatin, û pêþwaziya mezin kirîzek çêkir, ev sistbûna bi mîrasê kevin yê AKP; DTP/PKK de girêdaye. Kes nikare kerasê xweyî kevin ji xwe biþeqitîne, bêku kerasê nû neke destê xwe.

Ez di hêviyeke lojîk de me, ku nêzik û pir ne dûr, dê doza kurdî li Tirkiyê bi awayekî çareser bibe. Û Tirk û Kurd dê hîcar roleke hevbeþ e mezin li herêmê bi tevahî bilîzin. Ez di texmînekê de me, ku Erdogan li ser vê rêyê ye.

Lê lîder û partiyên siyasî bi texmînan naxebitin, ew gor fakterên li ber çavan dixebitin. Loma ez dibêjim bira kesek DTP/PKK bi þidetê tewanbar neke. Lê di eynî demê de jî gereg DTP/PKK rê li ber vê vekirinê negir e, qasî kare zêdetirîn mafên gelê Kurd bi destxînin.

(Dawî)

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere