FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Lava Derwêþ
lava-d@live.nl
Di roja cîhanî ya mafê zarokan de, rewþa zarokên Kurd li Sûriyê
20 Mijdar 2009 În Saat 22:27

Hemû mafên peymanê ji hemû zarokan re (bend 2 peymana mafê zarokan)

Zarok li ٍٍٍSûriye nakevin ber vê peymanê de, tevî ko Sûriye ew pêbawerdan daye û di zagona  xwe ya neteweyî de bi cih kiriye.  Ew jî weke gelek peymanên dî yên mirovan li welatên tirs û qedexekirinan, deqek li ser kaxezê ye.

Mijara binpêkirin û paþguhkirina  desthelatê ji mafê zarokan re gerekî lêkolînên berfireh e, di vê nivîsa xwe de dixwazim bi taybet behsa mafê zarokên Kurd bikim û bêparkirina wan ji biçûktirîn û giringtirîn maf .

Mafê jiyanê, nav, nasname, azadiya derbirînê, xwendin, perwerde, parastina ji iþkencê, ji tund û tûjiyê....

Ev hêmanên avakrina mirovekî saxlem in ko karibe di paþerojê civakeke dadmend û azad ava bike yan hevparê avakirina wê be.  

Zarokên Kurd ji dema jidayik dibin  ji van mafan bêpar in. Bar û êþên ji xwe mezintir hildigirin.

Bê nav in, bê nasname ne, tên girtin ji ber ew Kurd in. Ji hêla dezgehên dewletê, yên ko erkê wa ye wan biparêze, þêweyê hovane yê iþkencê li wan dikin. Dezgehên perwedeya yekalî, cudahiyê dixin nav wan de, herwha ji dev dibistanan berdidin an têne avêtin.

Her zarokek ji mafê wê/wî  ye,  yekser piþtî jidayikbûnê  were qeydkirin, navlêkirin hemwelatiyê bistîne ( benda 7)

Di çarçewa siyaseteke þofinîst de li Sûriye ko dijî Kurdan e, di 5/10/1962 de li herêma Kurdan, li Cezîrê, serjimara awarte hate pêkanîn. Di encamê de nêzîkî 150.000 Kurd nasnameyên Sûrî ji wan hatin standin û ji mafê hemwelatiyê bêpar man.  Heta roja îro bi berdewamî ev encam xwe dubare dike. Lewre bênasnameya Kurdan ji dê û bav yekser dighe zarokan.

Gelek astengî di qeydkirina zarokê de derdikevin. Ev astengî bi xwestina erêniya ewlekariyê dest pê dike heta ber dergehê dadgehê.

Gava dê hemwelatî be û bav ”biyanî be ango bê nasname be, zarokên wan (mektûm) in û nayên qeydkirin.

Ji hêla nav ve, ne ji mafê zaroka ye ko navekî Kurdî hilgire yan pê were qeydkirin.

Li welatên kêmneteweyên etnîk lê hebin, divê zaroka  ne ji neteweya yekem be, bêpar nemîne ji perwedeya kultura xwe û zimanê dayikê. (Benda 30)

Kurd di Sûriyê de neteweya duyem e. Rajeya hejmara Kurdan li Sûrî nêzîka 13-15 % e ji hejmara niþteciyan û ew li ser xaka xwe ya dîrokî ne. Lê nikarin bi zimanê xwe biaxivin û perwerde bibin .

Bi sala ye ko ramyariya erebkirina herêmên Kurdî berdewam e. Di systema perwerdekirin û dibistanan de nabe zarok ji bilî zimanê erebî bipeyivîn.

Benda 37an ji peymanê iþkence û girtina bi zorê yan ne ser bingeheke zagonî qedexe dike.

Li gor raportên dezgeha lêborînê ya navnetewî Sûriye ti rêzê li vê bendê nagire. Hemû þêweyên iþkencê li zarokên Kurd yên di zindanan de dibin.

Hêjayî gotinê ye ko di sala 2005an de, di roja zarokan ya cîhanî de, hêzên ewlekairyê êriþî zarokên Kurd kirin. Ew zarokên ko bi gurzên gulan û gazinên xwe ji ne pêkanîna bendên peymana mafên zarokan, li ber navenda neteweyên yekbûyî xwepêþandanek lidar xistin.

Ji aliyekî dî ve zarokên karker yên li kolanan û bin mercên zor de kar dikin li Sûriyê bi giþtî hene, lê ji ber rewþa awarte ya li ser Kurdan, hejmara zarokên karker yên Kurd bi gelekî bihtir e. Ew di karên ne yaseyî û yên metirsiyê de dixebitin û li kolanan dijîn.

Bi gotinekê, zaroktî li welatê qedexekirinan qedexe ye. Û bi destnîþandineke taybet li Sûriyê ti rêz ji mafê zarokên Kurd re nayê giritin.

Muzaffer Saglam
gotinen te hamû raste!
Tû rast dibijî xuska mina delal Lava Derwês, li rojavaye Kûrdîstane (Kûrdîstana Sûrîye) tû heqe mafên zaroken Kûrd û teqrîben gele me tavayî jî ez dikarim bejim tûneye. Ez ew herama Kûrdîstane bas dizanim û nas dikim, ez ji bakûre Kûrdîstane pistî 6 salan ji zindana Diyarbekîre azad bûm û min bazda ez cûma ew herema Kûrdîstane û jiyana xwe 6 salan li nav gele me ve hereme derbas kiriye. Min ew parceye KûrdIstana me delal ji Derîke'da hetanî Efrîne dîtîye, jiyana xwe li bajare Qamuslo derbas kiri
21 Mijdar 2009 þemî Saat 09:30

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere